16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Prz Owen a 92 salî: Felsefeya Ocalan dersên zanîngehan e

Xwediya Nîşana Împaratoriya Brîtanya û parazvana mafên mirovan a 92 salî Prz. Margaret Owes, anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan teorîsyenekî siyasetê yê girîng ê demê ye û got: “Fikrên wî li ser min bandorek mezin kirine.”

40 meh in bi tu awayî agarî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. 25 sal in di tecrîda giran de tê girtin. Parêzer û malbat her hefte ji bo biçin Îmraliyê serlêdan dikin. Lê hemû serlêdanên parêzeran bê bersîv tên hiştin. Bi rêbazên cuda çlakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî li çar aliyê cîhanê belav dibin.

Xwediya Nîşana Împaratoriya Brîtanyayê, parêzvana mafên mirovan parêzer Margaret Owen bal kişand ser cudakariya Abdullah Ocalan a ji feylozofên din û wiha got: “Ne Platon, ne Arîsto, ne Konfuçyus, ne Musa, ne Îsa, ne Muhammed, ne Gandî, ne jî Mandela wek Abdullah Ocalan hîmê civak ademokratîk û adîlane ne fam kirine ne jî axivî ne. Ew rêberekî mînaka wî hute ye.”

Divê felsefeya Ocalan bibe derzên zanîngehê

Owen, destnîşan kir ku ji bo wê divê nivîs, felsefe û vîzyona Birêz Abdullah Ocalan li cîhanê ji bo her lîderekî siyasî bibe dersa ferzkirî û wiha lê zede kir: “Nivîsên wî yên girtîgehê, divê li her dibistan û zanîngehê di mufredatê de cih bigirin, her nivîseke wî di dersên dîrok, aborî, hiqûq, xebatên zayenda civakî û zanista siyasetê de referans bên nîşandan. Kengê û li ku derê bixwazin ez biaxivim, ez ji guhdarvanan ewil pirsa hûn Birêz Ocalan nas dikin an na dipirsim. Carna pir kêm kes destê xwe bilind dikin. Ez matmayî dimînim. Ji ber ku Abdullah Ocalan ji bo min zanistê herî girîng e.  Ger ku em bixwazin cîhana me bi ewle be divê em deng bidin dengî wî.”

 Çavkaniya îlhama tevgera jinan

Owen, da zanîn ku ne Platon, ne Arîsto, ne Konfuçyus, ne Musa, ne Îsa, ne Muhammed, ne Gandî, ne jî Mandela wek Abdullah Ocalan hîmê civak ademokratîk û adîlane ne fêm kirine ne jî axivîne û wiha lê zêde kir: “Di dîroka cîhanê de yekane  lîderê mêr yê ku dibêje ‘Civ jin di navenda tunebin  azad û adîlane nabe’ ye.  Çavkaniya îlhama li pişt tevgera Şoreşger a Jinên Kurd ew e. Di gelek pirtûkên wî de dîroka mirovahiyê 5 hezar sal berê tê dest girtin. Vê bandorek mezin li ser min kir. Bi kapîtalîzmê û baviksalariyê re dijminahiya li hember jinê ya derketiye holê vedibêje. Abdullah Ocalan 25 sal e li Îmraliyê girtî ye. Di şertên îşkenceyê de tê giritn. Ez ji bo azadiya vî kesî  heta ji destê min tê têdikoşim. Ez diparêzim. Ji ber helwesta CPT  û NY’ê ez şerm dikim. Bêdengiya Qiraltiya Yekbûyî û heta bêdengiya partiya Karkeran bi bêdengiyê jî sînor namînin û  çekan difroşin Erdogan û piştgiriyê dide Edogan. Ev ji vê nefret dikim.”

 Şer dijwar dibe

Prz. Owen, anî ziman ku hewcedariyek mezin pê heye ku cîhan guh bide dengê Ocalan û wiha axivî: “Modela civaka demokratîk, azad û adîlane a Abdullah Ocalan ji bo her welatê cîhanê dikare pêk bê û bi taybet jî  ji bo cîhana me ji rîskan xilas bibe divê pêk bê. Abdullah Ocalan her tim ji bo ekolojiyê bi fikar bû. Lê qirkirin her diçe tund dibe. Li rojava, li bakurê Iraqê  Sîncar ya axa Êzidiyan e di bin êrîşek dijwar de ye. Hêzên Erdogan kampên penaberan hedef digirin, çekên kîmyewî bi kar tînin. Tirkiye siyasetmedarên Kurd, jinan, aktîvîst, rojnameger û heta xwendekran digire û ceza dike. Ji ber darazek serbixwe tune ye, hêviya edeletê jî tune û parêzer Ocalan jî tê girtin.”

 Yê dirûşma ‘jin jiyan azadî’ dît Ocalan bû

Prz. Owen bibîr xist ku li her derê hewcedarî bi aştiyê heye û wiha bi dawî kir: “Ne tenê li Rojhilata Navîn. Jin barê vî şerê bi xof hildigirin. Abdullah Ocalan ji bo civaka demokratîk girîngiya rola jinê vedibêje. Dibêje ‘jin çîna ewil, netw û koloniya ewil e’. Divê têkoşîna dijberê binpêkirinê bi azadî û rizgariya jinê dest pê bike. Yê dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ dît Abdullah Ocalan e.  Piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî dirûşme li hemû cîhanê belav bû. Ew bi rastî Jî teorîsyenê siyasetê yê rastîn yê dema me ye. Firkên wî bandorek mezin li ser min kirine. Li girtîgehê 13 pirtûk nivîsîn. Rexneyên wî yên li kapîtalîzm û dewletê pir zelal in. Civaka navneteweyî çima evqas bêdeng e?Ji bo azadiya wî em dikarin çi bikin? Ji xwe ev nebe aştî Jî ne pêkan e. Divê lîderên cîhanê ji fikrên wî dersê bigirin.”

Çavkanî: JINNEWS-Melek Avci