2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pûsûlaya têkoşîna gel diyar e

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Nêzî 3 hefteye çalakiyên nobedê didomin. Di şêwaz de ev çalakî bi ne li gorî kevneşopiya tevgera azadiyê ne. Bêguman li dijî êrîşên li ser îradeya gel divê gel helwesta xwe nîşan bibe. Lê ne bi vî rengî.

Rêber Apo ev 25 sal in li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê di bin tecrîdek girankirî de tê girtin. Dewletên di komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an de xwedî rol bûn, di çarçovaya siyaseta li dijî gelê kurd tecrîda li ser Rêber Apo giran dikin. Lewma ev 39 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re ji Rêber Apo hatiye girtin. Li hemberî vê tecrîda neheq û nerewa saziyên rayedar bi taybet jî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Konseya Ewropayê bêdeng e.

Dewleta tirk, rê li ber ragihandina raporên serdanên CPT yên girava Îmraliyê jî girtiye. Li dijî vê rewşa ku bi her awayî li dijî peymanên navneteweyî ne û mafên mirovan binpê dike bi pêşengiya kesayetên naskirî li seranserî cîhanê Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, jii pirsgirêka kurd re çareserî” hate despêkirin. Di çarçoveya vê pêngavê de li gelek navendên cuda ên cîhanê çalakiyên cihêreng ên girseyî hatin li darxistin.

Rêveberên pêngava gerdûnî, di vê pêvajoyê de xwe gihandin gelek aliyên cuda û rewşa Rêber Ocalan xistin rojevê. Li gel vê ji saziyên navneteweyî xwestin ku rewşa Rêber Apo nekin mijara berjewendiyên xwe yê teng û desthiladariyê weke lîderê gelekî nêzî wî bibin.

Xwestin ku li gorî pîvanên navneteweyî nêzî wî bibin û formûla azadiya fîzîkî jî di nav ve her cure rêyên ku azadiya Rêber Apo dike rojev bê nîqaşkirin. Li gel vê di çalakî û nirxandinên xwe de bêdengî û bêhelwestiya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ku ev 12 sal e doza tecrîdê îhmal dike jî rexne dikin. Bi vê ve girêdayî helwesta Meclis Parlamenteran a Konseya Ewropayê jî, şopandina binpêkirinên ku 25 sal in dewam dikin îhmal dike û mijarê tenê ji CPT’yê re dihêle.

Lewma kiryarên dewleta tirk û guhnedana biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê weke mijarek siyasî dinirxînin. Pêngava ku roj bi roj mezin dibe di 15’ê sibatê de derbasî qonaxa duyem bû. Bi qonaxa duyem re êdî di gelek beşên cuda çalakî têne li darxistin. Ev çalakiyên ku enternasyonalîst pêşengiya wan dikin her ku diçe belavî cîhanê dibe.

Pêngava “Ji Rêber Apo re azadî” ne tenê li Ewropayê li gelek deveran deng veda û gel bi girseyî beşdarî vê pêngava mafdar bû. Di nava kesên ku beşdariya xwe ji pêngavê re ragihandin a herî binirx û biwate banga girtiyên azadiyê bû. Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo beşdarî pêngavê bûn. Girtiyên Azadiyê di gava ewil de bi armanca balê bikşînin ser biryardariya xwe dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorve kirin. Çalakiya ku 27’ê mijdara 2023’yan dest pê kir, di 4’ê nîsana 2024’an derbasî qonaxa duyem bû. Çalakiya girtiyên azadiyê 207 roj in li pê xwe hişt. Çalakî bi boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, malbatan û dadgehê li zêdetirî 100 girtîgehan dewam dike.

Di vê astê de xwedîderketina li Rêber Apo heye. Li gel, li dijî pergala tecrîda girankirî jî hêrsek mezin heye. Di van çend mehê derbasbûyî de me dît ku hêza hevgirtî ger baş bê rêxistinkirin dikare çiqas bi bandor bibe. Lê, li hemberî vê hêza ku dikare hemû hucreyên civakê têxe hereketê hêzên komploger jî di nava hewldanan de ne.

Bi taybet ji bo vê hêzê ango pêngava ku hatiye despêkirin lewaz û pasîv bikin serî li her cûre qirêjiyê û lîstikan didin.

Li hemberî vê daxwaza azadiyê û çalakiyên ku li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê hatin li darxistin desthilata faşîst û qirker a AKP/MHP’ê zimanê xwe guhert. Bi taybet bi darba ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de xwarî ve dest bi siyaset cûda kir.

Di vê demê de di bin navê nermkirina pêvajoyê de hewil dide ji xwe re derfet ava bike û pêşî li çalakiyên radîkal yên dayikan û malbatên girtiyên ku her roj li qadan bûn bigre. Bi vê ve girêdayî ji bo tecrîdê ji rojevê derxe rojevên cuda dan avakirin. Bêguman di têkoşîna li dijî dagirkeran û faşîzmê de rojevên cuda çênabin her mijar xwedî girîngiyek mezin in. Lê divê em pûsûlaya xwe şaş nekin divê berê me herdem li rêya rast be.

Piştî dagirkirikan Şaredariya Colemergê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hêrza li dijî pergala tecrîda girankirî kêm bû. Di çalakiyên nobedê de ku li dijî binpêkirina vîna gel hatin destpêkirin hin kes ango aliyên siyasî dixwazin têkoşîna li dijî tecrîdê lewaz bikin. Em bala xwe bidênê ev nêzî 3 hefteye ev çalakiyên nobedê dewam dikin.

Di şêwaz de ev çalakî bi tû awayî ne li gorî kevneşopiya tevgera azadiyê ne. Bêguman li dijî êrîşên li ser îradeya gel û dagirkirina şaredariyan divê gel helwesta xwe nîşan bibe. Lê ne bi vî rengî ku hersa gel ya li dijî dagirkeran pasîfîze bike. Divê di çalakiyan de armanca me mezinkirina têkoşîne û mezinkirina hêza gel be. Ji bo em bikaribin vê mezinahiyê jî bi dest bixin divê armanc mezin be.

Bêguman her cûra çalakiyên li dijî dagirkeran tên li darxistin bi nirxin. Lê şêwazê van çalakiyan jî girîng e. Divê em ji bîr nekin ku di deshilata faşîst û qirker a AKP/MHP’ê de her cûre lîstik û hîle heye.

Ji bo gelê kurd ji têkoşîna azadiya Rêber Apo dûr bixe serî li her cûre qirêjiyê dide. Bi taybet ji bo beşdariya ji pêngava “Ji Rêber Apo re azadî” kêm bike û di qada navneteweyî de wê lewaz bike her tiştî dike. Lewma li dijî vê divê gelê Kurd jî asta têkoşîna xwe bilintir bike.

Em ji bîr nekin ku tişta ku herî zêde faşîzm jê ditirse hêza gel a hevgirtî ye. Ji bo vê hêzê parçe bike jî her tiştî dike.

Di vir de ya girîng ew e ku divê em bi xwe rastiya hêza xwe fam bikin û li gorî wê tevbigerin. Ger em di vê pêvajoya ku deshilata faşist a AKP/MHP’ê wisa lewaz bûyî de bi awayekî yekgirtî li gorî rihê pêngavê têbikoşin em ê bigihêjin serketinê û pergala tecrîdê bişkînin. Divê em ji bîr nekin ku kesên ku ev pêngav dane despêkirin di qada navneteweyî de fermandarê vê pergala tecrîdê pir xistine zahmetiyê lewma divê di nava sînorê Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê de jî di haman astê de têkoşîna xurtkirina ve pergala were mezinkirin. Bi vê têkoşîna em dikarin êrîşên li ser vîna gel bişkinin û xwedî li hebûna xwe derkevin.