18 Eylül, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Qada jiyanê dikin qurbana rantê’

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, bertek nîşanî projeya madenê ku li Zozanê Hesendînê tê avakirin da û got: “Qada jiyanê dikin qurbana rantê. Hesendîn çavkaniya avê ye. Bi vê projeye dê hemû çavkaniya avê jahrînî bikin.”  

Li Zozanên Hesendînê ya bi ser navçeya Pasûrê ya Amedê ve hewl tê dayîn ku projeyek madenê çêbikin. Ev projeya madenê wê bandorê li ser 6 gund û bi dehan mezrayan bike û xwezayê wêran bike. Hefteya borî li dijî projeye mîtîng li dar xistin. Gelê Pasûrê bi biryare ku destûrê nedin şîrketê.

Têkildarî mijarê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren anî ziman ku di 2023’yan de şîrketek taybet ji bo lêgerîna madenê ya li navçeya Pasûra Amedê, ruhsata lêgerînê girtiye û wiha axivî: “Vê şîrketa taybet piştî rûhsat girt, dest bi xebatên sondajê kiriye. Piştî lêgerîna  madenê, gundiyên herêmê li dijî vê yekê bertekên xwe anîn ziman. Welatiyan ev rewş şermezar kir û diyar kirin ku dê destûrê nedin şîrketê. Piştî vê yekê em ji vê yekê agahdar bûn.”

Ev herêm çavkaniya avê ye

Nahît Eren, diyar kir ku li erdnîgariya ku li ser wê dijîn, gelek qadên gund, gundik û mezrayan li şûna bên parastin, ji şîrketên taybet re vedike û wiha axivî: “Lêgerina madenê bi xwe re gelek karesatan tîne. Gelek qadên ku bi xwe re karesatan bîne, ji şîrketên taybet re vedike û rûhsatê dide wan. Ev Zozanê Hesendînê ya li Pasûrê jî çavkaniya avê ye. Gundiyên herêmê li vî zozanî pez û sewalên xwe diçêrînin. Çavkaniya debara gundiyan e. Navenda mêşvaniyê ye. Çavkaniya ava çemê Pasûrê ji zozanê Hesendînê diherike.”

Dê çem jehrî bikin

Nîhat Eren da zanîn ku dê li ser çemê Pasûrê bendavek mezin a Farqînê bê avakirin û got: “Dê bi vê bendavê deşta Farqînê av bidin. Ev çem di heman demê de diherike şetê Dîcleyê. Bi vê xebatê dê hemû çemê Dîcleyê jehrîn dikin. Ev jehra dê hemû çandinî û cotkariya ku xwe ji çemê Dîcleyê xwedî dike neyînî bondar bike. Em li dijî vê yekê ne û em vê yekê îtîraz dikin. Berî her tiştî divê jiyana mirovan û zindiyên li herêmê bêne parastin. Mixabin li Tirkiyeyê di salên dawî de ji bo ranta aborî hemû qadên jiyanê û nirxên mirovî û jiyanî tê paşguhkirin. Li Pasûrê jî qada jiyanê dikin qurbana ranta aboriyê. Em jî li dijî vê xebatê ne. Gundî jî li dijî vê xebatê ne. Dê zerara wê zêde bibe. Em ji gelek xebatên ku li Tirkiyeyê hatine kirin mînakê wê dibînin ku çiqas zerarê dide jiyanê. Li Pasûrê li dijî vê xebatê çalakî hat li darxistin. Gelê herêmê li Zozanê Hesendînê li cihê xebata şîrketê lê tê kirin çalakî pêk anîn. Gelê herêmê, nûnerên saziyên civakî û rêxistinên civakî nerazibûna xwe li dijî vê xebatê anî ziman. Xwestin ev xebat bên rawestandin.”

Baro dê îtîraz bike

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, bilêv kir ku dê wekî Baroya Amedê û saziyek civakî, hem li ser daxwaza gundiyan û hem jî wekî saziyek civakî, ji bo rûhsata vê şîrketê bê betalkirin û xweza bê parastin wê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin û wiha axivî: “Li ser vê mijarê xebatên me didome. Ji bo rûhsat betal bibe û xebat bên rawestandin, xebatên me dê bidome.”