Medyaya Misrê ji zarê çavkaniyekî pilebilind ragihand ku paytexta Qeterê, Doha, îro mazûvaniya civînekê bo rayedarên ewlekarî yên Misir, Qeter û Amerîkayê dike. Ev şande ji bo gotûbêjkirina danûstandinên agirbesta li Xezayê tên ba hev. Şanda ewlekarî ya Misirê ji bo pêşdebirina rêya danûstandinan ji bo gihîştina agirbestê li Xezayê, têkiliyên xwe xurt dike.
Ji aliyê xwe ve, rojnameya Axios got ku Rêvebirê CIA William Burns û şêwirmendê payebilind ê Biden bo karûbarên Rojhilata Navîn, Brett McGurk dê serdana herêmê bikin da ku zextê li ser peymana agirbesta li Xezeyê bikin.
Medyayên Misrê jî ragihandin ku şandeke Tevgera Cîhada Îslamî ji bo gotûbêjkirina rewşa Xezeyê gihîşte Qahîreyê.