26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeterê li xwe mikur hat ku guhertina demografî pêk tîne

Heyva Sor a Qeterê li xwe mikur hat ku li herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta tirk ve hatine desteserkirin, guhertina demgorafî pêk tîne.

Dewleta tirk a dagirker bi  desteka rêxistinên qeterî û yên îxwanî (Birayên Misilman) demografiyaya herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî diguhere. Dewleta tirk bi alîkariya rêxistinên navborî bi hincetên cuda yekîneyên mêtîngeriyê li herêmên di bin kontrola xwe de ava dikin.

Heyva Sor a Qeterê li xwe mikur hat ku li herêmê avahiyên mêtîngeriyê ava kirine û  îdia kir ku ev avahî ji bo koçberên Sûriyeyê ne.

Heyva Sor a Qeterê diyar kir ku wê bi hevkariya dewleta tirk  avakirina 13 mêtingehan li bakurê Sûriyeyê bi dawî kiriye.

Ji wêneyên hatine belavkirin, diyar dibe ku Heyva Sor a Qeterê, mêtingehan di zeviyên zeytûnan û darên berhemdar de ava dike.