18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ramî Zîhnî: Ereb destûrê nadin Osmaniya Nû

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hewl dide axa Tirkiyeyê heta Iraq, Sûriye û welatên din ên ereb fireh bike. Di gelek civînan de qala sînorê Mîsakî Mîllî kiriye. Beriya ku 100 sal di ser peymana Lozanê re derbas bibe dixwaze sînorê Misakî Mîllî mîsoger bike û demek dirêje bi cîranê xwe re şer dike. Li El Bab, Cerablûs, Efrîn, Serêkaniyê, Idlib û gelek cihên din piştî êrîşên hewayî û bejayî hêzên xwe yên paramîlîter bi cih kirin û niha hêdî hêdî dixwaze saziyên dewletê li van cihan ava bike. Zêdeyî salekê ye ji li Başûr êrîşên hewayî û bejayî zêde kiriye. Lê ji ber nikare li başûr bi cih bibe çekên kîmyewî li dijî mirovên li herêmê bikar tîne. Hikûmeta Erdogan armanc dike ku axa dagir dike ji komên wekî DAIŞ û El-Nusrayê re bike wargeh û stargeh. Siyasetmedar, lêkolîner û pisporê karûbarên Afrîkayê yê ji Misirê Ramî Zihdî ji Nûçegîhanê Nûçeyan a Ajansa Hawarê (ANHA) Ekrem Berekat re axivî. Ramî Zihnî diyar kir ku welatên ereban gelek ziyan ji osmaniyan dîtine û ew ê Osmaniya nû qebûl nekin.

Ramî Zihdî bal kişand ser siyasetên dewleta tirk a li dijî gelê Sûriyê û destwerdana wê û helwesta dewletên ereb. Hevpeyvîna ku Ekrem Berekat bi Ramî Zihdî re kiriye wiha ye:

Dewleta tirk a dagirker ji 11 salan ve destwerdanê di karûbarên Sûriyê de dike û beşek ji xaka wê dagir kiriye. Armancên dewleta tirk çi ne?

Destwerdana dewleta tirk di karûbarên Sûriye, Lîbya û welatên Afrîkayê de li dijî mirovatî, qanûnê navneteweyî, pîvan û mafên cîrantiyê ne. Armancên wê ne baş in. Tu carî armancên Tirkiyeyê di destwerdana di karûbarên Sûriyê ya aliyên meydanî, siyasî û hewldanên rêvebirinê ne baş bûn. Dê nebaş bin jî. Çiqas hincetên derbixîne jî, ew mafên gel û neteweyan bin pê dike, qet ji siyasetên berjewendiyên hevbeş ên cîhanê fêm nake. Mebesta me ne gelê Tirkiyeyê, gelê Tirkiyeyê hevalbendên me yên mirovî û jiyana hevbeş in. Em behsa rejîm û hikûmetên dewleta tirk dikin. Mijar aborî ye, piştre desthelatdarî û mêtîngerî ye. Herdem dewletên dagirkerî çav berdidin xêrûbêrên dewletên di bin dagirkeriya xwe de.

Çima der barê destwerdanên dewleta tirk a di karûbarên Sûriyê de helwesteke eşkere ji aliyê welatên ereb û Komkara Erebî ve tune ye?

Mijar ne helwest e. Lê berpirsyartiyên hevpar e. Her saziyeke herêmî û navneteweyî beşek ji berpirsyariyan hildigire. Her saziyek ji saziyên navneteweyî û herêmî xwedî amûrên cuda ne. Ya herî girîng jî tedbîrên bi hêz ên pêwîst in. Kî dikare yekî neçarî pêkanîna van tedbîran bike. Dibînim ku eger zextên siyasî û aborî li dijî Tirkiyeyê bên kirin, dê pir bi bandor bin. Dibe ku ew zext bi dizî bin û dibe ne eşkere bin. Ev yek dê ji daxuyaniyên şermezarkirinê yên ku tu wateyên wê di siyasetên cîhanî de nemaye bi bandortir bin. Zimanê zexta navneteweyî ji hemû zimanên din bi hêztir e.

Dewleta tirk herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê ji bo çeteyan kirine stargeh. Avahiyên mêtîngeriyê ava kirine. Çima welatên ereb der barê vê yekê de bê deng in?

Gelek dewletên erebî sînorê lîstoka xwe di vir de dizanin û ewlehiya xwe ya stratejîk bi ewlehiya Sûriyeyê ve girêdidin û ewlehiya Sûriyê bi ewlehiya xwe ve girêdidin. Lê di nêzîkatiyên xwe yên di vê der barê de xwedî şêwazên cuda ne. Hem di aliyê vehewandina çeteyan de û hem jî di şandina çeteyan derveyî herêmê û xeteriya penceşêra avakirina avahiyên mêtîngeriyê de cuda ye. Helbet ev sûc e û hewildana guhertina demografiya herêmê û erdnîgariya wê ye.

Zêdegaviyên Tirkiyeyê yên sîstematîk ên li vê herêmê, li ser hemû aliyan xeteriyê pêş dixe. Tenê axa Sûriyeyê nake arman. Derveyî Sûriyeyê jî dike armanc.

Di nêrîna we de heta çi astê xeteriya dewleta tirk li ser welatên ereb heye. Bi taybetî daxuyaniyên berpirsên tirk ên der barê avakirina Osmaniya Nû de, hewldanên dagirkirina beşên din ji xaka Sûriyeyê û Iraqê?

Osmaniya kevin astengî li pêşiya pêşketina gelan  çêkir. Me ji ber Osmaniya kevin gelek ziyan dît. Em Osmaniyan Nû jî qebûl nakin. Dibe ku osmaniyan di avakirina dewleta tirk ji nebûnê de bi ser ketibe. Lê osmaniyan welat û gelên din radestî dewletên dagirker kir. Gel di nava paşketin, birçîbûn, nexweşî û nezaniyê de hiştin. Serwetên gelan ji bo Tirkiyeyê diçûn. Bawer im gotina Osmaniyeta li ser zimanê tirkan xewn û hêviyeke ne di cihê xwe de ye.

Aliyên siyasî û rewşenbîrî yên ereb û kurd ji bo ku li hember êrişên dewleta tirk rawestin banga avakirina yekitiya di navbera kurd û ereb de dikin. Hûn çawa li van bangan dinêrin, helwesta we çi ye?

Belê, ev bang, girîng in. Pêkhateyên din jî yên herêmê li ser mirovatiya birûmet, jiyana hevbeş û ewlehiya herêmê li hev dikin. Bi kêmanî bi van bangan dengê me digihêje cîhanê. Di dawî de madem gel hene li ser xaka xwe dijîn û xwedî vîn in, dê ew mijar wiha derbas nebe.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re Rêveberiya Xweser ava kirine. Ev rêveberî pêwîstiyên 5 milyon welatî ji ewlehî û aramiyê peyda dike. Hûn vê rêveberiyê çawa dinrxînin û di nêrîn wan de çawa dê ev rêveberî ji bo Sûriyeyê bibe mînak?

Dibe ku ez baş nikaribim vê yekê binrxînim. Ji ber ku min serdana herêmê nekiriye. Ez nikarim asta serkeftina wê binirxînim. Lê li gor şîroveyên siyasî, civakî û aborî yên rêveberiya vê herêmê, her kes dibîne ku ew gel di rêvebirina karûbarên xwe de bi ser ketine. Rewşa rêveberiyê pêş dikeve. Nikarim bêjim ev rêveberî ji bo demokratkirina Sûriyê pêkane yan na. Li wir  milyon welatî hene, mirov dikare ji wan bipirse, ka heta çi astê razî ne. Di dawiyê de siyaset, demokrasî û rêvebirin, têgehên ku mirov ava kirine. Ji bo rêvebirin û başkirina rewşa jiyana gelan û ewlehiya wan tê bikar anîn. Eger ev yek pêk hatin dê serkeftî be û eger pêk nehatin dê binkeftî be.