1 Temmuz, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rastakê û NÇM’ê li Peyasê konser da

Sanatça û Şaredariya Peyasê bi tevlibûna hezaran kesan konserek pêk anî. Dengbêjên NÇM’ê û Rastak bi stranên xwe guhdarên xwe dilxweş kir.

Sanatçaya ku organîzasyona xebatên çand û hunerê dike, bi hevkariya Şaredariya Peyasê di çarçoveya xebatên çand û hunerê de li Parka 75’ê ya navçeya Peyasê konserek amade kir. Nêzî hezar welatî hatin parkê û beşdarî Konserê bûn. Li dikê pankarta “War bi war-çîrok û stran” daliqandin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, Hevşaredarên Peyasê Berîvan Sîncar û Cengîz Dundar, hunermend, nûnerên saziyan û gelek welatî tev li konserê bûn.

Ewilî hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) derketin ser dikê û bi çîrok û kilamên xwe guhdar mest kirin. Çîrokbej Ayhan Erkmen ewilî çîrok vegot û hunermendên pişt wî yên weke dengbêjê mezin Kazo hwd. jî piştî çîrokan kilama wan gotin. Herî dawî jî dengbêjan bi hev re strana hunermend Aram Tîgran ya bi navê “Zimanê Kurdî” gotin û beşa wan bi dawî bû.

Piştre hevşaredarên Peyasê Berîvan Sîncar û Cengîz Dundar derketin ser dikê û ji bo tevlibûna hunermendan spasiyên xwe pêşkêş kirin.

Herî dawî koma Rastak ku ji rojhilatê Kurdistanê hatine, derket ser dikê. Rastak ku stranên kurdî, farisî, azerî hwd. dibêjin, bi performansa xwe guhdarvan gelek bi coş xist. Guhdar li ber stranên komê govend gerandin û şeveke bi coş derbas kirin. Hunermendên komê jî li ser dikê govend gerandin û qada konserê bi stranên xwe hejandin.

Piştî performansa Rastak konser bi dawî bû.