3 Temmuz, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rastiya hinceta anîna qeyûmê Colemêrgê çi ye?

Şahidê veşarî "Oyun Bozan" ku îfadeyên wî kirine behaneya anîna qeyûmê Colemêrê di sala 2012'an de nameyek nivîsandiye û gotiye hemû îfadeyên wî ji alî polîsan ve hatine amadekirin

Derket holê ku şahidê nepen “Oyun Bozan” îfadeyên ku dane, kirine hinceta tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê. Şahidê veşarî ango nepen bi navê “Oyun Bozan” di sala 2012’an de nameyek nivîsandiye û di nameya xwe de gotiye îfadeyên wî yên der barê siyasetmedaran de îmze kiriye, hemû îfade ji aliyê polîsan ve hatiye amadekirin.

Wezareta Karên Navxweyî ku Alî Yerlîkaya wezîrê wê di 3’yê Hezîranê de qeyûm tayînî ser Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê kir. Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş ji wezîfeyê hat dûrxistin û kirin binçavan. Waliyê Colemêrgê Alî Çelîk di şûna Akiş de wek qeyûm hat wezîfedarkirin.

Qeyûm bi hinceta doza “KCK” ku Akiş û gelek siyaetmedar jê tên darizandin, hatiye tayînkirin. Akiş wê demê li ser gilî ango îfadeyên şahidê nepen-veşarî “Oyun Bozan” tê girtin û darizandin. Derket holê ku ciwanê bi navê M.E. ku yek ji şahidên nepen ê çaxê ye bi navê “Oyun Bozan” îfade li emniyetê îmze kirine. M.E. li ser gelek siyasetmedarên wê demê îfade daye. M.E. di 5’ê cotmeha 2012’an de ku girtiye nameyek dişîne Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hat girtin. M.E. di nameya xwe de qala çawa bûye “şahidê nepen” vegotibû.

Nûçeya ku ji nameya M.E. di 5’ê cotmeha 2012’an de ji aliyê DÎHA’yê ve hatiye amadekirin wiha ye:

“Li Colemêrgê ji sala 2009’an heta niha gelek kes lî ser îfadeyên şahidê nepen “Oyun Bozan” hatin girtin. Girtiyê bi navê M.E. li girtîgehê çawa bû “şahidê nepen” bi nameya şandî vegot. M.E., diyar kir ku 4 salin îfadeyên polîs der heqê kesên nasnake amade dike îmza dike û piştî dest ji şahidîniya nepen berda zext li ser malbata wî zêdebûn û ji malbata wî 3 kes hatin girtin û wiha got: “Ev rewş, kesên her roj bi îfadeyên şahidên nepen tên girtin li hemberî komployekî çawanin nîşan dide. Îfadeyên hemû şahidên nepen seneryoye. Gelek kes xeyali ne û hinek jî weke min hatine xapandin.”

Di hemû dozên siyasî yên salên dawî de bi rêbaza “şahidên nepen” ên li dijî hiqûqê bertekan digirin û yek yek êdî derdikevin holê. Di gelek dosyayan de ji ber şahidên nepen nayên dîtin nayên dadgehan. Li Colemêrgê gelek kesên bi îfadeyên şahidên nepen hatin girtin û navê şahidê nepen ê “Oyun Bozan” ê ku di hemû dosyayên bi navê KCK’ê de derbas dibe bi nameya şandî derket holê. Girtiyê bi navê M.E. yê ku ji sala 2009’an hate niha li Colemêrgê bi navê şahidê nepen “Oyun Bozan” dike û gelek kes li ser îfadeyên wî hatin girtin ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê bi nameya jî DÎHA’yê re şandî çawa bû “şahidê nepen” vegot. M.E., diyar kir ku 4 salin îfadeyên polîs amade dike yên der heqê kesên nasnake îmza dike û piştî dest ji şahidiya nepen berda zext li ser malbata wî zêdebûn û 3 kes ji malbata wî hatin girtin. M.E. herî dawî di rûntina 27’ê tîrmehê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê got şahidê nepen ê bi navê “Oyun Bozan” ew e û hemû îfadeyên heta niha dayîn derew in û bi zora polîsan îfade dan.

‘Hemû îfade polîsan amade kir’

M.E. di nameya şandî de anî ziman ku di sala 2009’an ji ber zext, gef û şantaja li Şaxa Têkoşîna Bi terorê ya Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê li wî kirin îfade dayîn qebûl kir û careke din ji vê yekê xwe xelas nekir û tiştên hatine serê wî wiha vegotin: “Di sala 2009’an de ez li Colemêrgê hatim binçavkirin. Ez li Şaxa TEM’ê rastî gef û şantajên 2 polîsên bi navê Murat û Şahîn hatim. Ji ber ku ez tirsiyam min ‘şahidîniya nepen’ qebûl kir. Dozgerê Colemêrgê jî zext li min kir. Piştî vê yekê min der heqê gelek kesan de îfade dan. Lê hemû îfade derew bûn û bi temamî ji aliyê polîsan ve hatin amadekirin.” M.E., da zanîn ku hemû îfadeyan yekîneya lêpirsînê ya Midûriyata Polîsan a Colemêrgê amade dike û ew jî bû perçeyekî vê senaryoyê û wiha destnîşan kir: “Min der heqê kesên tu caran nasnekirin û siyasetmedarên kurd de îfade dan. Polîsên Colemêrgê her tim dixwazin van kesan bigirin lê ji ber ku ji bo girtinê tu delîl tunebûn, bûn. Ez jî bûm amûrê komploya li hemberî van kesan hate amadekirin. Piştî min îmza avêt bin vê bêrûmetiyê min der heqê hinek kesên nas de jî îfadeyên îftîra dan. Min ev hemû li hemberî ez îşkenceyê nebînim û neyên girtim kirin.”

‘Dadgeran xwest ez îfadeyên li cem polîsan qebûl bikim’

M.E., bilêv kir ku piştî “şahidîniya nepen” qebûl nekir hate girtin û wiha nameya xwe berdewem kir: “Piştî ez hatim girtin berê ez li Girtîgeha Tîpa F a Wanê mam û pişt re jî ez şandim Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Li girtîgehê bêrûmetiya min kirî deruniya min xerab kir. Ji ber vê yekê min ji dadgehê re daxwazname nivîsand û min got ez dest ji zagona puşmaniyê û şahidîniya nepen berdidim. Piştî min daxwazname da dadgehê bi hinceta ‘rûniştin heye’ ez nebirim Edliyeya Wanê. Di dema ez çûm dadgehê Dozgerê Komarê yê bi Rayeya Taybet ê Wanê D.Y., Dadgerê 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran ê Wanê B.K û Dadgerê 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran ê Wanê yê ku ez navê wî niziman lê ji Agiriyê ye bi min re axivîn. Ji min re gotin îfadeyên min li Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê îmza kirin qebûl bikim û dest ji îfadeyan bernedim. Gefên heke dê malbata min di zorê de bimîne li min xwarin. Lê min qebûl nekir û min îfade red kirin. Piştî demek kin gefên xwe bi cih anîn û 2 birayên min girtin. Birayekî min bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” ceza girt. Malbata min tê mexdurkirin.”

M.E., got, “Rewşa min pêkanîna ‘şahidîniya nepen’ çawa pêşxistin a şênber e” û wiha nameya xwe bi dawî kir: “Ev yeke komploya her roj bi van îfadeyan tên girtin nîşan dide. Hemû îfadeyên şahidên nepen senaryoye. Gelek kes xeyalî û gelek kes jî weke min hatin xapandin û îfade bi wan dan îmzakirin. Ez ji wan re pêşniyar demildest ji vê bêrûmetiyê berbidin dikim. Rola min a ku hemû bêrûmet derkevin holê mezin e. Sekna min a kirêt û xerab ji bo ev rol derbikev holê mezin e. Heke ez li hemberî gelê xwe tevlî vê lîstika kirêt nebibam ev yek nedihate serê min. Ji ber van hemû yan ez lêborîn ji gelê xwe dixwazim. Ji ber ez ji vê bêrûmetiyê xelabûn ez keyfxweş im.”