3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rastiya plana vegera milyonek penaberên Sûriyeyê

Di van rojên dawî de gelekî mijara vegera milyonek penaberên Sûriyeyê di rojevê de tê nîqaşkirin û şîrovekirin. Der barê vê mijarê de nivîskar Xorşîd Dilî ji Ajansa North Press re axivî. Me jî ji bo xwendevanên xwe ew ji erebî wergerî kurdî kir.

Di destpêka aloziya li Sûriyeyê, hikûmeta tirk deriyê xwe li pêşiya gelê Sûriyeyê vekir. Bi navê cîrantî, biratî û misilmaniyê demekê deriyên xwe li piştê vekirî hiştin. Lê piştî çend salan nû welatên cîhanê armanc û daxwazên Tirkiye ji vê yekê fêm kirin. Hikûmeta tirk ji alî olî, siyasî, exlaqî û mirovî ve ev şerê li Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe bikar anî, ev şerê ku bû sedema kuştina bi sedhezaran û bi milyonan kes ji cih û warên wan kirin û bi dehan gund û bajar wêran kirin.

Armanc Erdogan a bikaranîna mijara penaberiyê  

  • Gelek salan ew penaber wekî zextekê li dijî welatên Ewropayê dan bikaranîn û di encamê de di sala 2016’an de peymanek bi Yekitiya Ewropayê re girêda û YE’yê derdora 7 milyar dolar da hikûmeta tirk. Pê re jî Welatên Ewropayê çavên xwe ji hemû zilm û pêkotiyên dewleta tirk ên li dijî muxalifên hikûmetê, girtin.
  • Penaber di mijara guhertina demografîk de li bakur û rojavayê Sûriyeyê bikar anîn. Armanca wê ya raste rast jî gelê kurd bû. Wekî mînak li bajarê Efrînê derdora ji sedî 95 niştecihê wê kurd bûn. Piştî dagirkirina Efrînê niha li gorî raporên çavkaniyên mafê mirovan kurd derdora ji sedî 25’an li wir mane.
  • Bikaranîna penaberan wekî çeteyên bi pere di şerên xwe yên herêmî de, wekî mînak bikaranîna bi hezaran ji wan li Lîbyayê.
  • Bikaranîna penaberan wekî kartekê di hilbijartinên hundirîn ên Tirkiyeyê de, ji ber ku nasnameya tirk daye bi dehezaran penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê dijîn.

Plana bicihkirina penaberan li ser sînor

Erdogan penaber di aliyên wê yên mirovî, siyasî, olî û exlaqî ve bikar anîn û veguherandiye alaveke bikaranîna ji bo armancên xwe. Di veguhertinê de gelek taluke hene emê hinek ji wan talukeyan li vir rêz bikin:

  • Bi navê vegerandina penaberan li cih û warên wan dê ji bo guhertoina demografîk werin bikaranîn, li vir jî armanc dîsa hebûna kurda ye. Dê penaberên sûrî li herêmên kurdan ên li ser sînor werin bicihkirin da ku bi demê re nasname û zimanê herêmê jî were guhertin.
  • Ew bi vê yekê dê qutbûnekê di navbera kurdên Rojava û yên Bakur de çêbike ku li herdu aliyên sînor dijîn. Di êrîşên DAIŞ’ê ên li ser Kobanê re, dewleta tirk li plan û belgeyên xwe yên dîrokî vegeriya, li gorî wan belgeyan Mistefa Kemal zêdeyî milyonekî kurd ji cih û warên wan kiribû û di salên 1926-1927’an de ew şandibûn bajarên mezin ên Tirkiyeyê da ku Kurdistanê vala bike. Wan dixwest bi wê yekê kurdan ji hev dûr bixin, nasnameya wan tune bikin, wan bêhêz û lewaz bikin û Kurdistanê vala bikin. Heke em îro bala xwe bidin kiryarên dewleta tirk ên li Efrîn, serê kaniyê û Gelek deverên din ma dîsa ne heman plan û projeyê pêk tînin!
  • Her wiha bi vê planê tê daxwazkirin ku herêma bakurê Sûriyeyê bi Tirkiyeyê ve girêbide, ji ber ku ew deverên dagir kirine di bin desthilatiya çekdarên girêdayî dewleta tirk in.
  • Erdogan bi xwe dizane ku ev perojeya vegera penaberên Sûriyeyê, tu têkliya wê bi ‘vegera bi dilê xwe tune ye ya bi dilsozî’ re tune ye. Vegera dilsozî ew e ku penaber bi dilê xwe vegerin gund û bajarên xwe, ne vegerin cih û warên din ên ku hikûmeta tirk ji wan re destnîşan kiriye. ma çawa xelkên derdora Şamê, DERA AN JÎ Humsê dê bi dilê xwe vegerin û li Efrînê an jî bab û Cerablusê bicih bibin. Ji bo vegera rastî û dilsozî şert û mercên herî guncav ew in ku çareseriyeke siyasî ji rewşa Sûriyeyê re were peydakirin û wê gavê bi rastî her kes dikare bi dilsozî vegere mala xwe û li cih û warê xwe bicih bibe.
  • Ev plana vegera penaberan têkliya wê bi hilbijartinên Tirkiyeyê jî heye ku pêşeroja Erdogan tê de zelal dibe. Ji ber di dema dawî de û bi taybetî piştî krîza aborî ya kûr êdî dengên li dijî hebûna penaberên Sûriyeyê bilind dibû û muxalefetê jî ew yek li dijî Erdogan û partiya wî bikar dianî. Lewre Erdogan bi vê yekê dixwaze derî li ber renxneyên ku li partiya wî û desthilata wî dihate kirin, bigire. Bi şandina wan hem dê wê mijara rexneyê bigire hem jî wê planên xwe yên ji bo guhertina demografîk pêk bîne.

Erdogan dikare bi behaneya berjewendiyên netewî ên Tirkiyeyê wan projeyên xwe bibe serî û gelê tirk qayil bike, bi taybetî jî ji ber tu pere ji alî Tirkiyeyê ve di avakirina wan bajarokan de nehatiye bikaranîn.  Pereyên wan projeyan jî ji Ewropa û hin welatên Kendavê ên wekî Qeterê hatine peydakirin. Ewroap û bi taybetî Almanyayê di van projeyan de gelek destek daye hikûmeta tirk bi behaneya pêşîgirtina li çûna penaberên Sûriyeyê ber bi Almanyayê ve. Lewre jî hemû welatên Ewropayê û saziyên navnetewî çavên xwe li vê plana guhertina demografîk digirin. Tevî ku ew bi xwe dizanin ku ev  guhertina demografîk tê wateya komkujiya çandî û civakî ya gelê wê herêmê, lê dîsa jî ji ber wan sedemên me behs kir welatên Yekitiya Ewropayê dengê xwe nakin û çavên xwe ji ser vê komkujiyê digirin.

Kes ne li dijî mafê vegerê ye

Dawî jî ez dixwazim wiha bêjim tu kes ne li dijî mafê vegera penabera ye ku vegerin malên xw, lê divê ev yek ne li ser hesabê nasnameya gelekî din ve lê divê li gorî çareseriyeke siyasî ya aşîtiyane be ku çareseriyê ji bo hemû gelên Sûriyeyê bîne.  Lewre jî beriya çareseriyeke siyasî bicihkirina wan penaberan li deverên wiha ku hê şer li wan berdewam dike bi xwe re talukeyeke mezin tîne û derî li ber kuştinên nû vedike.

wergera ji erebî: Rizoyê Xerzî