17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rayedarên dewletê talankirina xwezayê didomînin

Li Çiyayê Gabarê di çavdêriya leşker, qeymewam û walî de talankirina xwezayê didome. Darên sedan sal emrê wan hene dibirin û xwezayê wêran dikin.

Li herêmên Besta, Gabar, Cûdî, Cilênimêja û Komatê yên Şirnexê birîndara daran ku ev demeke dirêje hatiye desptêkirin bênavber didome. Li herêmê ji milekî ve dar tên birin û ji hêla din ve jî bi teqandina dînamîtan qadên daristanê talan dikin. Herêma Gabarê ku herêmeke berfireh bi dar û ber e, bi birîna daran û teqandina dînamîtan bûye wekî colistanê.

Di dîmenên herî dawî hatine kişandin de tê dîtin ku darên temenê wan bi sedan sal e tên birin û bi kamyonan dibin noqteyên cuda.

Çavkanî: MA