17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêberiya jinên kurd

Nizamettin Ozturk

Jinên kurd 40 sal zêdetire ji bo azadiye xwe têkoşîneke bêhempa dide. Jinên wêrek û têkoşer, edî statuya ku bi tenê di navbera aşxanê û dergûşê çûyîn-hatin qebûl ne(di)kir. Yekitî û berxwedêriya wan encam girt û jinan destkeftiyên mezin bi dest xistin. Ev têkoşîn di serî de bû ronahiya rêya jinên Rojhilata Navîn û hemû gelên mezlûm. Ji ber wan pêşketinan, sala 1999’an, 25’ê Mijdarê, Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, ev roj ji kir roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Ser Jinan û ji hemû dinyayê re jî aşkera kir!

Lê dîsa ji ev roj, ji bo hemû pirsgirêkên jinan re nebû bersiv. Gelek welatan, wateya vê rojê di hundirê xwe de û di nav pergalên xwe de ne pejirandin. Li gorî ruhê vê rojê zagonên nû çênekirin. Di nav civakê de warê hişmendiyê guhertin çênebû. Gelek cih û waran jin piranî bi destên zilaman hatin qetilkirin. Tund û dijwariya li ser jinê di nav malan dest pê dike û li ser kuçe û kolanan bênavber berdewam dike.

Ji bo vê yekê, ev bûyerên li ser jinan tên qewimandin di nav raporên Komaleyên Mafên Mirovan de, mehan e û salan e ên weşandin û bi raya giştî re tên parvekirin. Helbet, ev saziyen mafên mirovan, ji bo parastina mafên jinan gelek hewldar e. Lewre jiyana gelek jinan bênavber di bin xeterê de ye. Mafên jinan ên siruşti, azadî û wekhevîtî tên binpêkirin. Ev ji bo mirovahiyê pirsgirêkek herî mezin e. Jin, ji bo çareseriyê bênavber lêkolinên xwe dimeşîne. Ji wan xebatan yek jî li hemû dinyayê, di navbera hev de “xwişktî” aşkera kirine. Hêla din, 12 sal berê Peymana Stenbolê çêbû. Lê temenê peymanê kin ma. Ev ji arîşeyek balkêş e! Peyman hat betalkirin. Lê jin ji bo beta kirina vê peymanê nerazîbûna xwe nîşan dan.

Di vê çarçoveyê de; ev roja 25’ê Mijdarê ji bo me “miletê zilam” vesîqeyek herî xirab e. Lewre di dirokê de “sedema pirsgirêka jinan” miletê zilamê. Di vî warî, mirov divê fedî bike! Lewre zilam li ser vê babetê cotik pirsê mirovane nikare bipeyve! Gotinên tê ziman jî, di serî de xizmên derdor û heta dayik jî bişik nêz dibin.

Ya baş!

Kesên xwe rewşenbîr, entelektuel, humanîst, mutedeyîn û demokrat pênase dikin, em baş zanibin; jinên azad ji me, miletê zilam tu alîkarî naxwaze. Em “tev li şixulên wan nebin baştire!” Biborin; Jixwe ji dîrokê vir de me mafekî wisa jî heq nekiriye! Ev nivîsa min jî ji bo pêdandina rewşê ye!

Jin Jiyan Azadî!