19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Rejîma Erdogan li ber hilweşînê ye’

Bi hezaran kes li Qamişlo û Amûdeyê li dijî êrîşên dewleta tirk meşiyan. Di çalakiyan de êrîşên dewleta tirk û bêdengiya Rûsya û hêzên koalîsyonê hat şermezarkirin û peyama berxwedanê hat dayîn. 

Bi mebesta protestokirina êrîşên Tirkiyeyê yên hewayî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di encamê de gelek sivîl hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn, li Qamişlo û Amûdê bi hezaran kes daketin qadan. Di çalakiyan de êrîş hatin şermezarkirin û soza parastina xaka rojava hat dayîn.

Di vê çarçoveyê de bi hezaran welatiyên Qamişloyê ku endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û pêkhateyên wê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, endamên saziyên çandê, siyasî û ewlehiyê jî di nav de bûn, li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan. Meş ji Çerxerêya Sonî ya li aliyê rojhilatê Qamişlo dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankartên “Hevkariya bi dewleta tirk a dagirker re dijminatiya hemû gelan e”, “Bi vîna gelan û gerîla em ê li hember çekên kîmyewî li ber xwe bidin û dagirkerî û îxanetê têk bibin” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin hildan. Di dema meşê de beşdaran bênavber dirûşmên “Gerîla vîna me ye”, “Bijî berxwedana Rêber Ocalan”, “Na ji bêdengiya navneteweyî re”, “Gerîla nûnertiya me dike”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Hilweşe dewleta dagirker û sûcdar” hatin berzkirin.

‘Dakevin qadan û serî hildin’

Meş, heta pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo berdewam kir. Di çalakiyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mahsûm Hesen axivî û wiha got: “Êrîşên duh bi şev li dijî Kobanê, Dêrik û başûrê Kurdistanê hatin kirin, berdewamiya zîhniyeta osmanî ya 500 salî ye. Lê berxwedana gelên Kurdistanê, ya Rêber Ocalan û gerîlayan a li Avaşîn, Metîna û Zapê îspat dike ku Erdogan û rejîma wî li ber hilweşînê ne. Ji bo veşartina vê hilweşînê jî van êrîşan dike. Banga min ji bo gelên me ew e ku dakevin qadan û serî hildin. Armanca dewleta tirk a ji van êrîşan ew e ku li sînorên Mîsak-i Mîllî vegere. Dewleta tirk li gorî perspektîfa hêzên hegemon ên weke Rûsya û Amerîkayê van êrîşên qirkirinê pêk tîne. Lê me çawa ku bi vîna û israra xwe ya li ser fikrê Rêber Ocalan û bi saya hezaran şehîdan ev xak parast, dê niha jî biparêzin. Hemû cîhan bi ser me de were jî dê nekarin me ji armanc, hêvî û rêya me ya ber bi azadiyê ve dûr bixe.”

Amûdê

Bi heman boneyê li Amûdê ya Kantona Qamişloyê jî bi hezaran kes li Qada Jina Azad kom bûn û ber bi Qada Şehîd Cîhad ve meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alayên PKK’ê û pankarta “Bi vîna gelan û gerîla dê dagirkerî û xiyanet têk biçe” hat hildan. Girseyê bi dirûşmeyan êrîşên dewleta tirk û bêdengiya hêzên navdewletî şermezar kirin. Meş, li Qada Şehîd Cîhad veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talet Yûnis axivî û êrîşên dewleta tirk şermezar kir. Yûnis, diyar kir ku asta êrîşan nîşaneya binketina siyaseta Tirkiyeyê û ev tişt anî ziman: “Ji van êrîşan mebest dikin ku gelan qir bikin, vîna wan têk bibin û rêveberiya xweser têk bibin. Lê çawa ku berê bi binket, dê îro jî bin bikeve. Her wiha bêdengiya Rûsya û hêzên navdewletî jî cihê şermezariyê ye. Gelê me yê li dijî DAIŞ’ê sekinî û mirovahî ji DAIŞ’ê parastin li pêş çavên wan tên qirkirin. Ev bêdengî, nîşaneya hevkariya wan e. Dem dema berxwedan û têkoşînê ye. Bi van êrîşan vîna me û gelên me naşikê.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bimre dagirkerî û faşîzm”, “Bijî biratiya gelan” û “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.