12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rettî: Paradîgmaya Rêber Ocalan rêgeha gelên cîhanê ye

Akademîsyen Carlo Rettî, anî ziman ku tecrîda li ser Rêber Ocalan li dijî mirovahiyê ye û got: “Paradîgmaya ku Rêber Apo pêş xistiye, ji bo xelasiya hemû gelên cîhanê rêgehek e. Em dibînin ku azadiya Rêber Apo û rizgariya gelê kurd bi hev ve girêdayî ye.”

Ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêngava ku dostên kurdan di 10‘ê cotmeha 2023’an de dabûn destpêkirin, bi xwendina pirtûkan, şandina kartpostalan, semîner, panel û herî dawî jî bi meşên dirêj berdewam dike. Niha ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan ji gelek aliyên Ewropa ber bi Kolnê ve mesa 25 rojan hatiye destpêkirin.

Têkildarî hamleyê akademîsyen  ku niha doktora dike Carlo Rettî nirxandinên girîng kir. Akademîsyen Retti ku li Lozanê ya Swîsreyê dijî, der barê hamleyê de nerînên xwe parve kir.

Hûn dikarin xwe bidin naskirin. Hûn di nava xebata pêngavêde cih digirin? Hûn xebatek çawa dikin?

Ez li bajarê Lozanê yê Swîsreyê dijîm. Li Zanîngehek herêmî Beşa Matematikê dixwînim. Li gel xebatên siyasî yên din, di çend salên dawî de di nava tevgera Rizgariya Neteweya Kurd de cih digirim. Di nava tevgera ku xebatên azadiya fizîkî ya ji bo Reber Apo dimeşînin bi awayekî çalak cih digirim. Di demek nêzik de li Swîsreyê beşdarî kampanya “Ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” bûm. Di sere sala 2024’an de ji bo 6 jinên kurd ku li Fransayê hatin qetilkirin, bi daxwaza “Heqîqet û edaletê beşdarî çalakiya ku li Parîsê pêk hat bûm. Weki sala par îsal jî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dê gelek çalakiyên cur be cûr bên lidarxistin. Dîsa dê di meha sibatê de meşên dirêj ên enternasyolîst bên lidarxistin. Ez ji bo di nava tevgera Azadiya Rêber Apo de heta serkeftinê cih bigirim bê sebr im.

Hûn vê têkoşîn û tevgera azadiya kurdan çawa dibînin? Wateyek çawa li vê tevgerê bar dikin?

Ez heyranê vê tevgerê me. Ji bo bigêje armanca mezin xwedî hunerên serkeftî ye û amûrên cuda bikar tîne. Çalakiyên girseyî pêş dixe. Çalakiyên wekî; xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan, serdegirtina rayedarên herî jor a Yekîtiya Ewropa, motîvasyona ku ji kurdan heta enternasyonalîst beşdar dibin… ev tev nişan dide ku kampanyayek siyasî îro çawa pêş dikeve nîşanî me dide.

Zahmet e ku mirov wateyek teqez bide tevgerê. Ji ber ku li gorî min çend aliyê wê yên girîng hene. Beriya her tiştî tevger xwedî hêzek bi bandor e. Dîsa xwedî huner e ku amûrên cuda bikar tîne. Dîsa yek aliyê wê yê din jî; têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya zanyar û ramyarekî siyasî yê navdar e.

Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk, Neteweya Demokratîk û Modernîteya Demokratîk a Ocalan, ji bo hemû kesên bindest ên her roj li dijî nijadperestî, tundiya dewletê û kapîtalizmê her roj şer dikin, rêgeh û nîşangehek gelek mûhîm e. Ocalan di şertê herî dijwar û dijmirovî yê Girava Îmraliyê de vê paradigmaya Modernîteya Demokratîk pêş xist. Ev hunera wî mirovan şaş dike. Dîsa têkoşîna gelên din a di nava tevgera gelê kurd de, ji bo Ocalan bi temamî di aliyê ramanî û fizîkî de azad bibe, muhîm e.

Hûn Paradîgmaya  Rêber Abdullah Ocalan a Modernîyeta Demokratik, Neteweya Demokratîk û Konfederalizma Demokratîk çawa şirove dikin? Hûn têkoşîna kurd û doza kurd çawa şirove dikin?

Di pirsa berê de min bi kurtasî qala girîngiya paradigmaya Ocalan kir. Ez ê hewl bidim vê bersîvê berfirehtir bikim. Paradigmaya Ocalan di cihana ku şerê sêyemîn ê cîhanê lê diqewime de, hem di aliyê teorîk û hem jî di aliyê pratîkê de pusula/nexşerê ye. Xebatên Ocalan, li dijî elimînên civakên me yên ku li ser bingeha rêveberiya dewletê hatine avakirin, li gel rêxistinbûnê rê û rêgehekê jî nîşanî civakê dide.

Li dijî gelek pirsgirêkên ku hindik an jî zêde li cîhanê me dixe nava şerê belavbûyî, alternatifê pêş dixe û nîşan dide.  Di paradigmaya ku Ocalan pêşniyar dike de bi taybetî rola jinan gelek girîng û balkêş e. Ev paradigmaya Ocalan di şekil û teşekirina civakek nû de rolek raste rast dilîze. Bi awayekî çalak vê civaka nû diparêze.

Girîngiya têkoşîn û doza gelê kurd û paradigmaya Ocalan bi hev ve girêdayî ye. Bi hevre pêş dikevin. Gelê kurd û kesên enternasyonalist tenê ji bo çand, ziman, jiyan û rengên civakan pêş bikeve û her dem bijî, tênakoşin. Di heman demê de bi taybetî li dijî zor û zahmetiyên ku di vê pêvajoya êrîşên dewleta tirk a faşist û êrîşên komên din ku îro didomin de, ji bo paradigmaya Ocalan têxin meriyete, têdikoşin. Ez bawer nakim ku têkoşîn û doza gelê kurd û paradigmaya ku Ocalan pêşkêşî cîhanê kiriye ji hev cuda be. Têkoşîna gelê kurd û paradigmaya Ocalan bi hev re girêdayî ne. Her du ji nêzîk ve têkildarî hev in. Her du jî dê bigêjin heman serkeftinê.

Hûn tecrîda li dijî Abdullah Ocalan çawa şirove dikin? Bi vê tecrîdê çi armanc dikin? Li pişt tecrîdê kîjan hêz hene?

Tecrîda li dijî Abdullah Ocalan li dijî mirovahiyê ye. Şaş e û pir xerab e. Peyvek ku mirov aliyê tecrîdê yê xerab û qirêj pênase bike tune ye. Di serî de tecrîda li dijî Ocalan li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Muameleyek zalimane û nayê qebulkirin e. Parêzer bi tu awayî nikarin bi Ocalan re hevdîtin bikin. Ev tecrîdê bêtir kûr dike. Tecrîda li dijî Ocalan bi peyvekê dijmirovî û şerm e. Mixabin hêzên li pişt polîtîkayên tecrîdê baş tên zanîn. Erdogan, dewleta faşîst a tirk, DYA û hemû endamên NATO aşkere berpirsê vê tecrîdê ne. Di heman demê de dewlet û hikûmetên din ên li hemberî vê rewşê bêdeng jî berpirsiyar in. Eger em polîtîkayên komkujî û faşîst ên li Kurdistanê pêş dixin qebûl bikin, ev kiryar û pratîkên van hêzan tenê bi cîhanê sînordar namîne. Çawa ku demokrasî di kelehekê de nayê hepskirin, faşizm jî bi awayekî herêmî nayê tekbirin. Ev mirovahî ji kûrahî bi hev ve girêdayî ne. Divê li her cihê ku bi emperyalizme gelan dipelçiqîne û qetil dikin, têkoşîn bê pêşxistin. Li dijî vê yekê têkoşîn bê dayîn. Divê hêzên demokratîk li ser bigehek enternasyonalist, piştgiriyê bidin hev û bi hevre têbikoşin. Li cihekî ku cîhan dişewite mirov nikare bifikire ku li giravek demokratîk bijî. Fikrek bi vî rengî ji bo têkoşîna herêmî û enternasyonalist dê şaşiyek stratejik û taktikî be.

Azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd, tirk û gelên cîhanê tê çi wateyê?

Ji ber ku ez ne kurd û tirk im, ez nikarim azadiya fizikî ya Ocalan ji bo gelê kurd û tirk tê çi wateyê bînim ziman. Ev zahmet e. Lê ez dikarim bibêjim azadiya Ocalan ji bo min û gelên cîhanê tê çi wateyê. Padadîgmaya ku Ocalan pêş xistiye, ji bo xelasiya hemû cîhanê rêgeha/pûsûla hem teorîk û hem jî pratîkê ye. Hemû hebûna paradigmaya Ocalan di bin tecrîdê de ye. Ev paradîgma di şertê pir xerab ê jiyanê de pêş xistiye. Ev pir bandor dike. Azadiya fizîkî ya ji bo Rêber Apo, bê bandorek erênî li ser têkoşîna gelê kurd bike. Dîsa azadiya Ocalan ji bo ev paradigma pêş bikeve û li aliyê din ê cîhanê belav bibe gelek muhîm e. Dema em bi hevrêyên kurd de niqaşan dikin tê famkirin ku Azadiya Rêber Apo û rizgariya gelê kurd bi hev ve girêdayî ye.

Ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşînek heye. Ev çiqas têr dike? Ji bo azadiya Ocalan divê kî çi bike?

Îro li tevahiya cîhanê ji bo  azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ji aliyê gelek mirovan ve gelek calakiyên cuda hene. Ev pir bi qîmet e û muhîm e. Lê heta ku Rêber Apo ji Girava Îmraliyê azad nebe, tu tişt têr nake. Divê her kes li her aliyê  cîhanê hemû amûr û rêbazên çalakiyan bikar bîne û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têbikoşe. Bi vê armancê, hemû kesên ji bo civakek azad û demokratîk têdikoşin, divê ji bo azadiya Rêber Apo, çi ji destê wan tê bikin. Ez li ser navê xwe ez ê tevlêbûna vê têkoşîna xwe berdewam bikim.