3 Temmuz, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Revdegurg û Rojnivîskên Sirgûnekî

Du pirtûkên nû ji Weşanên Pallê derket. Yek jê romana bi navê Revdegurg a Husên Arif  û ya din jî rojnivîskên salên 1985-1999’an ên Zinarê Xamo ye.

Romana Revdegurg a Husên Arif bi naveroka xwe xwîner dikişîne nav mijarê. Di berhemê de; “Behramê ji civaka durû bêzar bûyî dide dû xewna xwe û mala xwe dûr ji mirov û gundiyên xwe li cihekî veder ava dike. Lê ew bihuşta ku ji bo hevjîna xwe Eyşê û du zarokên xwe danabû bi tenê heşt mehan wî distrîne. Nîvê zivistanê bager û bapûkeke nedîtî radibe. Behram tevdîra her tiştekî kiriye, tiştek nebe: revdeya gurgan. Behram û Eyşê şeveke sax hewl û cedelê bikin li dijî êrîşa revdegurgê.” Mijar wiha pêş dikeve.

Revdegurga ku cara pêşî sala 1983’yan hatiye weşandin û sala 1990’î bûye fîlm, alegoriyeke mînîmalîst e ku bi hemû sadetiya xwe nebaniya li civakê digire navenda xwe û di ser monologan re me nêzî têvelî û qerqeşûna ruhî dike.

Berhema din jî Rojnivîskên Sirgûnekî (1985-1999) ya Zinarê Xamo ye. Zinarê Xamo piştî 1980’yî gava diçe Swêdê, dest bi nivîsîna rojnivîskan dike. Rojnivîskên Sirgûnekî ku bijarteyek e ji notên wî yên rojane yên salên 1985-1999’an, ne tenê portreyeke şexsî ya sirgûnekî lê herwiha resmekî giştî yê çandî, civakî û siyasî yê kurdan li Swêdê û li diyasporayê jî bi zelalî raber dike.