19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberê NRLS’ê: Em ê ji bo pêkanîna biryarên encamên komxebatê bixebitin

Rêveberê NRLS'ê diyar kir ku ew ê pêşniyar û biryarên Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê bi civak, dewlet û navendên biryardayînê re parve bikin da ku mafên gelê Kurd di sedsala nû de werin naskirin.

Komxebata ”Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehîya herêmî” ku ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve hat birêxistinkirin duh (7`ê Tîrmehê) bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de hate gotin, “Sîstema neteweya demokratîk ji pirsigrêkên li herêmê re çareserî ye û banga naskirina Rêveberiya Xweser di qada navneteweyî de hat kirin. Ji bo parastina gelê Kurd ji qirkirinê, divê hêzên kurdistanî derftên xwe yên siyasî, aborî û leșkerî xurt û hevrêz bikin. Li ser vî bingehê divê hêzên kurdistanî bêyî cûdabûna nêrînan, peymaneke neteweyî îmze bikin ku tevahî alî li gorî vê peymanê tev bigirin.”

Têkildarî biryar û pêşniyarên di komxebatê de derketine û karên ku dê NRLS’ê pê rabe, Rêveberê NRLS’ê Munzur Şiyar ji ANHA’yê re axivî. Şiyar anî ziman ku encamname dê ximav li ser kaxezê nemîne.

Şiyar diyar kir ku ew ê bi tevahî beşên civakê re hevdîtinan pêk bînin, kongre û semîneran li dar bixin da ku pêşniyar û biryarên komxebatê bi wan re parve bikin û bi hev re ji bo pêkanîna wan bixebitin.

Ji partiyên siyasî, lêkolîner, rewşenbîr, hiqûqnas û akademîsyenên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistanê û welatên Ewropayê wekî Amanya, Spanya, Fransa û Brîtanyayê 200 kes beşdarî komxebatê bûbûn. Beşdarên komxebatê got, Peymana Lozanê ya ku bi peymana așitiyê tê binavkirin, așitî û aramî ji gelê Kurd û gelên herêmê re neanî, lê rewatî da qirkirina gelan û çandan.

Şiyar destnîşan kir ku ew ê xwe bighînin saziyên ragihandinê yên naveteweyî yê têkildar û eger derfet çêbibe dê civînan li Başûrê Kurdistanê û welatên Ewropayê li dar bixin.

Munzur Şiyar bi domdarî got: “100 sal piştî Peymana Lozanê, biryarên ku hatine girtin dê bi dewletên cîhanî yên xwediyên biryarê re parve bikin. Dê pêşniyar bi zimanê îngilîzî ji wezaretên karên derve re werin şandin. Em ê encamnaneyê bi rayedarên pilebilind ên wan dewletan re parve bikin da ku siyasetên xwe careke din di ber çavan re bigirin, mafên Kurdan ên ku hatine çewisandin mîsoger bikin, da ku ev maf bi awayekî fermî di destûrên dewletan de werin naskirin. Armanc ji vê yekê rê li ber komkujiyên li ser Kurdan werin girtin.”

Rêveberê NRLS’ê Munzir Şiyar bal kişand ser projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Projeya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye rûniştandin, alternatîfa projeya netewe-dewletê ye ku civak û gelan parçe kirin. Projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civak bi rêxistin kir û wan nêzî hev din kir, her wiha yek dirûşm ku dewlet di her tiştî de pêk tîne, ji holê rakir.”