13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberên girtîgaha Tîpa S a Kavakê girtiyan ceza dikin

Girtiyên li Girîgeha Tîpa S a Kavakê, anîn ziman ku rêveberiya girtîgehê cezayên keyfî yên disiplînê didin wan û dê li dijî vê yekê têbikoşin.

Girtiyê siyasî Halîl Mûratoglû yê li Girtîgeha Tîpa S a Kavaka Samsûnê girtî ye, li ser telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir. Mûratoglû binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji malbata xwe re vegot û banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Xwişka Halîl Mûratoglû, Ayşegul Mûratoglû der barê hevdîtinê axivî û wiha got: “3 cezayên cuda yên disiplînê li birayê min hatine birîn. Birayê min anî ziman ku ev cezayên disiplînê bi awayeke kêyfî dane wî. Yek ji cezayên disiplînê jî bêparhiştina ji qada hevpar e. Ya din qedexeya hevdîtinê û ya sêyemîn jî cezayê hucreyê ya di navbera 11 û 20 rojan de ye. Cezayê wî yê hucreyê teqez bûye. Dê birayê min van cezayên hucreyê înfaz bike. Di heman demê de anî ziman ku li Girtîgaha Tîpa S a Samsûnê binpêkirinên mafan û zext zêde bûne û diyar kir ku dê girtî li hemberî van zextan serî netewînin. Birayê min anî ziman ku ew ê heya dawiyê li ber xwe bidin.”

Ayşegul Mûratoglû bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyan.