21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser a Şengalê pêşwaziya koçberên vedigerin dike

Roj bi roj hejmara malbatên ku ji wargehên Başûrê Kurdistanê vedigerin Şengalê  zêde dibe, Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hemû saziyên Şengalê ve pêşwazî li xelkê vedigere dike.

Kar û xebatên Rêveberiya Xeweser a Şengalê yên ji bo pêşwazîkirina koçberan berdewame. Di vê çarçoveyê de li komelgeha Tilqeset bi tevlîbûna endamên saziyan û xelkê herêmê ji aliyê şaredariya gel ve, pêngavek paqijiyê hate despêkirin.

Yek ji cihên ku koçber berê xwe didinê komelgeha Tilqeseb a Şengalê ye. Di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şegnalê de, gelek mal ji vê komelgehê hatibûn xirab kirin. Herwiha ji ber ku ev nêzî 9 sal bûn, kes li komelgehê nebû, kolan jî qirêj bibûn.

Ji bo pêşwazîkirina koçberan şaredariya Şengalê a ser bi Rêveberiya Xweser pêngavek paqijiyê li Tilqeseb da despêkirin. Di pêngavê de Yekîtiya Ciwanên Êzidî, Meclisa Gel a Tilqeseb û xelkê herêmê jî amade bûn.

Di pêngavê de hemû kolan hatin paqijkirin û karê şaredariyê  ji bo pêşwazîkirina koçberdan wê dewam bike.

Hevserokê Melisa gel a Tilqeset Seydo Şengalî got; “Ev pêngava paqijiyê gelek giring bû, ji ber ku tu kesek li vî xelkî xwedî dernakeve û ji bo vegera li ser malên wan bi gel re nabin alîkar. Ji bo em karibin xizmeta vî gelî bikin, şaredariyên me bê navber kar û xebatên xwe ên xizmeta gel dewam dikin. Em bang li gelê xwe jî dikin berê xwe bidin Şengalê û em bi hevre warê xwe paqij û ava bikin.”

Rêveberê Şaredariya Tilqeseb Şêx Hecî jî got; “Pêngavên wisa gelek başin, ji ber ku destek didin şaredariyê û em bi hevre karê paqijiya warê xwe dikin. Di dema pêş de wê pêngavên me li herêmên din jî ku gel nû vedigere dewam bikin.”