24 Haziran, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser amadekariya hilbijartinên herêmî dike

Rêveberiya Xweser bang li hemû partriyên siyasî kiribû ku ruxsetên xwe derxînin lê heta niha 28 partiyan ruxsetê xwe dernexistine û dê nikaribin tev li hilbijartinan bibin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 20’ê Gulana 2018’an qanûna partiyên siyasî derxistibû û diyar kiribû ku divê hemû partiyên siyasî li gorî yasayên herêmê rûxsetên xwe bigirin.

Li gorî qeydên fermî, heta Adara 2024’an 40 partî û rêxistinan rûxset girtin. Piştî ku Komîseriya Bilind a Hilbijartinan biryar girt ku dê 30’ê Gulana 2024’an hilbijartinên şaredariyan werin pêkanîn, Komîteya Kar û Barên Partiyên Siyasî ya Rêveberiya Xweser jî 7’ê Adara 2024’an ji bo partiyên ku ruxset negirtina heta 1’ê Nîsana 2024’an dem da ku qeydên xwe çêbikin.

Lê komîteyê 26’ê Nîsanê mafek din jî da partî û rêxistinan ku ruxsetên xwe bigirin. Piştî dirêjkirina demê, 3 partiyên din jî serlêdan kir û ruxset wergirtin.

28 partiyan ruxset negirtin

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan dîroka hilbjartinan ji 30’ê Gulanê taloqî 11’ê Hezîranê kir.

Lê heta niha 28 partiyan ruxsetên xwe negirtine. Dema ruxsetgirtinê hîn bidawî nebûye, lê li gorî yasayan partiyên ku ruxset negirtine, wê nikaribin tevlî hilbijartinan bibin. Her wiha wê nikarin karûbarên xwe rêxistinkirinê jî bimeşînin.