28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser banga vekirina deriyê Til Koçer li NY`ê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyek ji Sekerterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re şand û tê de daxwaza vekirina deriyê sînor yê Til Koçer kir.

Nameya Rêveberiya Xweser ku kopiyek wê gihîşt ber destê ajansa ANHA’yê wiha ye: Ji bo Birêz Sekerterê Giştî yê NY`ê Antonio Guterres: Em vê nameyê ji Sûriyeyê, bi taybet ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji we re dişînin. Tê de bi kurtî rewşa mirovî ya xirab ya bi milyonan xelkê herêmên me (xwecihên herêmê û yên ji herêmên din ên Sûriyeyê berê xwe dane herêmê) vedibêjin. Wekî hûn jî dizanin gelek alî herêmên me dorpêç dikin û şantaja siyasî dikin û rewşa mirovî bi kar tînin.

Nêzî 15 biryarên navneteweyî der barê Sûriyeyê de hatin derxistin. Ji wan 4 biryarên têkildarî rewşa mirovî ne, biryarên hejmar /2193/, /2161/, /2191/ û /2258/. Em di wê baweriyê de ne ku NY`yê di aliyê pêşkêşkirina desteka mirovî û derbaskirina rewşa mirovî di ber çavan re bêyî cudakirin, saziyek pêşeng e. Lê mixabin, tiştê niha rû dide, bi taybet girtina deriyê Til Koçer (Yerûbiyê) ji 2021`an de bi vetoya Rûsya-Çînê, neheqiya li hember milyonan sivîlan e û dijberî hemû lihevkirinên navneteweyî ye, nexasim e ku hin alî hene ku rewşa mirovî li Sûryieyê polîtîze dikin.

Di berdewamiya nameyê de wiha tê gotin:

Birêz Sekerterê Giştî yê NY`ê, biryara berdewamkirina girtina deriyê Til Koçer, biryarek neheq e, azarên herêmê zêdetir dike, bandorên neyînî yên yekser li ser rewşê dike. Ne tenê li ser rewşa herêmên me, lê belê li tevahî Sûriyeyê bandor dike. Ji ber ku em parçeyek ji Sûriyeyê ne. Her wiha bi berdewamkirina girtina derî re, bandorên aborî û mirovî zêdetir dibin, dorpêça li ser gelê me jî rewşê girantir dike. Li gel rewşa ku Sûriye tê re derbas dibe, em dibînin ku ji nû ve di ber çav re derbaskirina biryara girtina deriyê Til Koçer, pêwîstiyek girîng û lezgîn e. Divê rewşa Sûriyeyê û bi taybet rewşa mirovî bi awayekî rast bê xwendin. Em ji ber gelek pirsgirêkan azaran dikişînin, divê bên çareserkirin û istîqrar û aştî li welatê me Sûriye were pêkanîn.

Têkoşîna li dijî terorê, lihevkirina siyasî ya sûriyeyî û diyaloga nîştimanî, tevdîrên girîng in divê ji bo bidestxistina encamên erênî li ser kar were kirin. Ev yek divê li gorî biryara navneteweyî ya hejmar /2254/ be. Lê belê li gel rewşa mirovî ya xirab, hêza çareserkirina van pirsgirêkan kêm dibe. Ji lew re pêwîstî heye ku ev astengî bi awayekî lezgîn bên derbaskirin. Ji ber ku li herêmên me koçber û penaber hene, her wiha nêzî milyonek koçberên Sûriyeyê hatine herêmê û 15 kampên koçberan hene. Alîkariyên ku digihêjin, tenê dikarin bi rêya rejîmê bên gihandin, rejîm wê yekê bi kar tîne, para herêmê nagihêjiyê û bi berdewamkirina girtina deriyê Til Koçer re azar zêdetir dibin.

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi navê milyonan kesên li herêmê dijîn, em ji we daxwaz dikin ku ji bo vekirina deriyê Til Koçer kar bikin, barên li ser Sûriyeyê û herêmên û barên aborî û mirovî siviki bikin. Her wiha rewşa mirovî ji rewşa siyasî cuda bikin, di vê çarçoveyê de bi berpirsiyariyên navneteweyî yên pêwîst rabin. Ji ber ku em di pêvajoyek dîrokî ya zehmet re derbas dibin, ji lew re divê NY`ê rolek dîrokî bilîze nexasim di çarçoveya erk û berpirsiyariyên xwe yên mirovî de.”