18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser bîlançoya bombebarana dewleta tirk aşkera kir

Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bîlançoya êrîşên duh ên dewleta tirk ên li ser herêmê aşkera kir.

Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê encamên êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê parve kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane li dijî gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, navendên stratejîk, binesaziya herêmê û navendên xizmetguzariyê bombebaran kirin. Duh piştî nîvro dewleta Tirk a dagirker careke din gelek navendên sivîl û xizmetguzariyê bombebaran kirin.”

Li gorî daxuyaniyê encamên êrişan wiha ne:

“18 êriş bi balafirên bêmirov û biçek.

20 êriş bi çekên giran

Di êrîşan de kargeh, şîrketên avakirinê, stasyoneke trênê û depoyên genim jî di nav de, 6 navend hatin bombebarankirin.

2 malên welatiyan hatin bombebarankirin.

Li Kantona Cizîrê û bajarê Kobanê 10 bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin bombebarankirin.

Li kantona Cizîrê dewleta tirk 11 êriş pêk anîn, di wan êrian de kembera bakurê Qamişloyê, kargeha Cûdî ya çêkirina savarê li bajarokê Girbawî yê başûrê Qamişloyê, derdora depoyên genim ên gundê Girê Ziyareê Colî (Tobiye), rojavayê navçeya Girkê Legê yê Qamişloyê, depoyên genim ên navçeya Amûdê, gundê Tawîle yê rojavayê navçeya Til Temirê, stasyona tirênê ya Qamişloyê, Nexweşxaneya Covid-19 (Korona) ya Qamişloyê, mala welatiyê bi navê Hekîm Hac Bekir li navçeya Dirbêsiyê, mala welatiyê bi navê Eşref El Kiya li rojhilatê têketina navçeya Dirbêsiyê, şîrketa avakirinê li Qamişloyê û taxa Eleya ya Qamişloyê.

Li Kobanê jî, dewleta Tirk a dagirker bi 6 êrişan, 2 bendên kontrolê yên li têketina bajêr li aliyê rojava û rojhilatê Kobanê, bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li başûrê têketina bajêr, bendên kontrolê yên li Hilinc, Şeran, Şîran ên Kobanê kirin hedef.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker 19 enî li herêmên Şehba û rojhilatê Efrînê bombebaran kirin. Di wan êrişan de bi çekên giran gundên rojhilatê Efrînê; Bênê yê navçeya Şêrawa, Merenaz ê navçeya Şera ya rojhilatê Efrînê, gundê Til Qira, Um Hoş, Semûqa, Til Çîçan, Til Medîq, Minix, Bêlûniye, Şêx Îsa, Hirbil, Wehşiye û derdora bajarokê Til Rifetê yên Şehbayê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê didomîne, di encamê de zirarên madî yên mezin çêbûn. Her wiha 8 welatî şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn. Li hember van êrişan jî, hêzên navneteweyî ên li Sûriyeyê çalak in, bêdeng in bi taybet Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê.”