3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşa girtiyên nexweş xeternak e

Parêzer Bunyamîn Şeker diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş hatiye asta jiyanî û wiha got: “Hem li girtiyên nexweş û hem jî li xala ku girtîgehan bi nedîtinê re rû bi rû neminin û sepanên ku têne kirin ji holê bêne rakirin.” 

Desthilata AKP-MHP’ê bi zext û zordariya li ser gel dimeşîne Tirkiye kiriye girtîgeheke vekirî. Îro hejmara girtiyan ji kapasîteya girtîgehan zêdetir e. Ji ber vê yekê hemû girtîgeh bi welatiyan tijî kirine. Bi taybetî jî rewşa girtiyên nexweş hatiye asteke xeternak. Tevî hemû bangawaziyên rêxistinên mafên mirovan, hiqûqnas û xizmên girtiyan jî, girtiyên nexweş terkî mirine kirine. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Desthilat di 3’yê çile de ji bo girtiyên nexweş ên nexweşiyên wan ên kronîk, seqet û extiyar giştînameyeke ji 8 xalan pêkhatî weşand. Piştî vê giştînameyê jî Saziya Tipa Edlî (ATK) girtiyên nexweş tehliye nekir. Lê “berpirsê leşkerî” yê Hîzbullahê Mehmet Emîn Alpsoy û Îlhan Kiliçê temenên wan mezin, ji Doza 28’ê sibatê girtî ji ber temenê xwe yê mezin û Kenan Denîz ê ber seqetiya xwe û girtiyê edlî Osman Kartal ê 9 sal û 46 meh û 24 roj ceza lê hatibû birîn bi biryara serokkomarê  AKP’î Tayyîp Erdogan hatin berdan.

Daxwazan red dikin

Hiqûnasên ji bo Azadiyê ya şaxa Amedê û parêzer Bunyamîn Şeker der barê mijara rewşa girtiyên nexweş de ji rojnameya me re axivî.  Bunyamîn Şeker di despêka axaftina xwe de dest nişan kir ku rewşa nexweşên girtî ji pêvajoya nirxandina hiqûqê derbas bûye. Şeker da zanîn ku ev mijar hatiye asta exlaqî, wijdanî. Şeker da zanîn ku divê pêkhateya siyasî ya ATK’ê biguhere û wiha domand: “ Em çima vê dibêjin! Lewra em dibînin ku di nexweşxaneyên dewletê yên ku raporên ‘Ev kes nikare di girtîgehê de bimîne’ ji bo nexweşên herî giran jî nayên erêkirin û daxwaz  tên red kirin. Ew qas ku carinan li gel raporên gelek bijîşkan jî ATK’ê nexweşan nabîne lê dîsa jî di raporên xwe de dibêjin ku ‘Ev kes dikare di girtîgehê de bimîne’. Mixabin em nikarin vê rewşa ATK’ê qebûl bikin û rewa bibînin. Me dixwest ku ATK weke xweser û saziyeke raser tevbigeriya. Lê mixabin niha hemû heyetên ku ji hekîman ava bûne ne weke hekîm weke endamên û enstrumanên deshilata AKP-MHP’ê dixebitin. Ji ber vê jî her ku diçe rewşa girtiyên nexweş xirabtir dibe û pisgirêk nayên çareserkirin. Divê pêşî ev bê çareserkirin.  Divê pêkhateya siyasî ya ATK’ê biguhere. Divê xalek ku raporên bijîşkên ku li nexweşxaneyên perwerde û lêkolînê û komîteyên lêkolînê yên perwerdehiyê dişopînin tedawiya tendûristiyê dişopînin were çêkirin. Divê  ATK bibe saziyeke serbixwe.”

Niyeta dewletê baş zanin

Şeker diyar kir ku li Tirkiyeyê qanûn bi du cureyan hatiye sepandin û ev tişt got: “Giştînameya ku li ser sivikkirin û rakirina cezayên kesên ji ber nexweşiya kronîk berdewam e, tê kirin. Yanî heta guhertineke qanûnî çênebe wekî ev tiştên Wezîrê Edaletê ‘niyeta wan a baş’ dibêje wê bê encam bimîne. Jixwe li Tirkiyeyê pirsgirêka yekem a di pratikê de pirsgirêka yekîtiye ye. Li Tirkiyeyê qanûn her wextê bi du cureyan hatiye sepandin. Yek jê kurd û girtiyên nexweş, ya din jî kesên ji bilî van dimînin. Bi vê newekheviyê ev sepandin, em van gavên ‘niyeta baş’, baş dizanin.”

Nayên dermankirin

Şeker bi bir xist ku girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay piştî hatİYE berdan jiyana xwe ji dest daye û destnîşan kir ku heke Kirtay bihata tedawîkirin wê jiyana xwe ji dest nedana û axaftina xwe wiha domand: “Dema giştîname hat weşandin, me dît kî jê sûd wergirt. Me baş dît, kî li gorî vê giştîname hat berdan, kî bi efûya serokkomar re derket, li girtîgehan nayê tedawîkirin û jiyana xwe ji dest dide. Xwe di raya giştî  û raporan de jî da der. Me dît ku di vê mijarê de rewşa Komara Tirkiyeyê pir ne baş e. Lê ev tevgerên wan em qet şaş nekirin. Me pir dixwest em şaş bikirana lê nekir.  Me dixwest li girtîgeha kesên 80 salî derbaskirine, kesên nikarin tenê bijîn, kesên ku neweşiya wan hatiye asta herî jor a bi hatina berdan yan jî bihatana tedawkirin û şert û mercên girtîgehan baştir bibûna. Herî dawî di mijara birêz Kirtay ku pîştî hat berdan, li nexweşxaneyê jiyan xwe jî dest mînak e. Hem newxeşiyên wî hem temenê wî hem jî jiyan wî ya nexweşxanê nîşan dide ku çima ev gavên tên avêtîn ji bo çareseriyê kêm in. Piştî Kirtay, hat berdanê di demekê kin de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Li gorî giştînameyê gotibû ger ku dema xwe de bihata tedawîkirin ihtimaleke mezin dê niha lbijiya. Dibe bi salan jî bijiya û niha ew ê ji xwe re tedawî bi kiriba.”

Şeker diyar kir ku dema civak ji bûyeran re çavgirtî dimîne desthilata heyî bi kêfî tevdigere û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilat her girtîgehên ku dide avakirin jî dixwaze kesan bi tenê di wir de weke hucreya yekkesî bihêle. Ewlekariyên Bilindên ku Tîpên wan nebinavkirîne dixwazin bi awayekî bikin cihên tecrîdê û li ser dixebitin. Mixabin cihên didin avakirin dixwazin kesan ji civakê, malbatê û ji sosyalîteyê bidin dûrxistin. Em hêvî dikin desthilata ku hatiye ser li van kiryarên ku têne kirin bêhtir baldar be. Hem li girtîyên nexweş û hem jî li xala ku girtîgeh bi nedîtinê re rû bi rû neminin û sepanên ku têne kirin ji holê bêne rakirin.”