3 Temmuz, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşa penaberên sûriyeyî yên li Urdunê

Penaberên sûyeyî yên ku li welatên derdorê dijîn rastî astengî û gefan tên piştî Lubnanê hikûmeta Urdunê jî alîkarî ji ser penaberan kêm kir da ku neçar bibin vegerin welatê xwe

Di dema dawî de gelek zext li penaberên sûriyeyî tên kirin, bi taybetî li Lubnan û niha jî li Urdunê alîkariya wan kêm dikin û zextan li wan dikin da ku neçar bimînin vegerin welatê xwe.

Der barê dosyaya penaberên Sûriyeyê yên li Urdinê rojnameya El Beyan nûçeyek bi sernavê ’Penaberên sûriyeyî yên li Urdinê di navbera vegerê û rawestandina alîkariyan de ne’ weşand. Hat diyarkirin ku Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî ji destpêka vê mehê ve alîkariyên diravî yên ji bo penaberan kêm kiriye.

Rojnameyê cih da daxuyaniyên wezîrê berê yê Urdinê Dr. Emîn El Meşaqibe yên der barê mijarê de û hate gotin: “El Meşaqibe di civîneke çapemeniyê de got, alîkariyên ji penaberan re têne şandin bi awayekî berbiçav kêm bûne. Ev alîkar pir kêm e, ji sedê 28 lêçûna penaberiyê digire. Hikumeta Urdinê  nikare bi temamî lêçûnên penaberiyê hilgire, nemze ku bandorê li aborî, binesazî û kel û pelên stratejîk dike. Li gorî Meşaqîbe, çareseriya yekane ji vê aloziyê re ew ku hikumeta Urdin û Şam bi saziyên NY’yê re lihev bikin ku penaber li gorî plansaziyeke diyarker vegerin warê xwe.”

Li gorî rojnameyê  “Çavdêr destnîşan dikin ku hêzên navneteweyî hewl dide bi rêya kêmkirina alîkariyan penaberên ber bi vegerê ve bidehfînin û bi vê yekê dawî li dosyaya penaberan bînin.”

hêjayî gotinê ye ku li welatên cîranê Sûriyeyê Tirkiye, Lubnan û Urdunê di demên dawî de gelek astengî ji penaberên Sûriyeyê re tên derxistin û ev welat dixwazin bi rengekî wan penaberan neçar bihêlin ku vegerin welatê xwe bêyî ku tu garantiyên ji bo ewlehiya jiyana wan werin dayîn.