2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistina Efûyê bîlançoya darvekirinên 2023’yan aşkera kir

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya sala 2023’yan de destnîşan kir ku li 16 welatan hezar û 153 kes hatine darvekirin ji wan 853 kes li Îranê hatine darvekirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî rapora xwe ya sala 2023’yan a darvekirinên li seranserî cîhanê parve kir. Li gorî nûçeya DW’yê; hejmara kesên hatine bidarvekirin zêde bûye. Di raporê de hat destnîşankirin ku di sala 2023’yan de li 16 welatan herî kêm hezar û 153 kes bi rêbazên cuda hatin îdamkirin. Li gorî raporên Rêxistina Efûyê; ji sala 2015’an heta niha hejmara herî zêde ya 2023’yan e. Rêxistinê, destnîşan kir ku di sala 2022’yan de li seranserî cîhanê 883 kes bûn û di 2023’yan de 30 kes lê zêde bûne.

Di 2023’an de hezar û 153 darvekirin  

Di raporê de hat destnîşankirin ku ji înfazên hatine kirin 853 jê li Îranê hatine kirin. Li gorî sala bertirê ev hejmar ji sedî 50 zêde bûye. Hat gotin ku gelemperî jî kesên ji sûcên siyasî û tiryakê hatine bidarvekirin. Her wiha hat gotin ku ji sedî 20’ê kesên hatine bidarvekirin belûc in.

Piştî Îranê di rêza duyemîn de jî bi 172 kesan Erebistana Siûdî tê. Somalî bi 38’an di rêza sêyemîn û DYA jî bi 24 înfazan ve di rêza çaremîn de cih girt.

Afrîqa

Li gorî rapora rêxistinê, li welatên Efrîqayê yên Jêra Sehraya di sala 2022’yan de 298 kes hatibûn bidarvekirin û di sala 2023’yan de ev hejmar derket 494 kesan. Hat destnîşankirin ku ji kesên li Erebistana Siûdî hatine bidarvekirin 6 jê jin in.  Mamosteyê teqawid Muhammed el Hamdî ji ber ku li ser medyaya dijîtal hikûmet rexne kir, li Siûdiyê hate bidarvekirin.

Li hin welat hejmar nayê zanîn

Pispor dibêjin ku li Çînê hejmareke zêde ya darvekirinan heye lê nayên zanîn. Her wiha hejmarên li Koreya Bakur û Vîetnamê jê li raporê nehatin zêdekirin. Koreya Bakur bi qanûneke nû re rê li ber vekir ku kesên bi korekî neaxivin bên bidarvekirin.

Li 144 welatan cezayê darvekirinê hat rakirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da zanîn ku heta niha 144 welatan qanûna îdamê rakirine. Sekretera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Agnès Callamard daxuyanî da û got: “Welatên cezayê îdamê didin her ku diçe bêhtir bi tenê dimînin. Kampanyayên me yên li dijî vî cezayê kerax bi kêr tên. Heta cezayê îdamê tê rakirin dê têkoşîna me bidome.”