5 Temmuz, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinên hiqûqê serî li baroya Enqerê dan

Rêxistinên hiqûqê yên Enqereyê ji bo li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 39 meh in agahî jê nayên wergirtin bikevin nava hewldanan serî li Baroya Enqereyê dan

Hewldanên têkildarî rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke mûtleq de tê ragirtin û 39 meh in agahî jê nayên wergirtin û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li heman girtîgehê tên ragirtin didomin. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Hiqûqa Civakî beriya niha ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dabûn ji wan re tu bersiv nehatibû dayîn. Li ser vê yekê serî li Baroya Enqereyê dan. Rêxistinên hiqûqê li dijî tecrîda li Îmraliyê ji baroyê xwestin ku bikevin nav hewldanan.

Ji wezîr Tûnç re bersiv e

Piştî ku daxwaznameya li Edliyeya Enqereyê hate dayîn daxuyanî hat dayîn. Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Enqereyê Çîgdem Kozan bal kişand ku nikarin karê xwe yê parêzeriyê bikin û got: “Li ser vê yekê me serî li baroyê da. Beriya niha jî me serî li yekitiya baroyan dabû.”

Kozan, qala gotinên Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç ên “tecrîd nîne” kir û got: “Wezîr gotibû ku tecrîd nîne, biryarên dadgeriya înfazê tên pêkanîn.’ Lê ev ne tenê biryarên dadgeriyên înfazê ne. Divê em bêjin ku polîtîkaya tecrîdê ya siyasetê tê pêkanîn. Astengkirina hevdîtina bi parêzeran re û biryar girtina dadgeriyên înfazê ya her tim ne rewşeke li gorî hiqûqê ye.”