17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Rêxistinkirina jinan têkbirina pergalê ye’

Hevberdevka Enstutuya Kurdî ya Amedê Mîne Karakaş anî ziman ku ji ber felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ ji bo hemû gerdûnê derbasdare li ser vê dirûşmê kampanya tê meşandin û wiha got: “Divê jin bi awayekî rêxistinkirî polîtîkayên pergalê vala derxin. Rêxistinkirina jinan têkbirina pergalê ye.”

Di 15’ê îlonê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) kampanyaya  ‘Bi Jin Jiyan Azadî ber bi azadiyê ve’ ku wê heta 8’ê Adara 2024’an Roja Jinan a Cîhanê bidome hate destpêkirin. Xalên sereke yên kampanyayê li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, li dijî polîtîkayên şerê taybet têkoşîn û birêxistinkirina jin û civakê ne. Jin di çerçoveya vê kampanyayê de  li dijî polîtîkayên şerê taybet, pişavtin û qirkirina li ser çand, ziman, dîrok û civakê tê meşandin li qadan dixebitin.

Hevberdevka Enstutuya Kurdî ya Amedê Mîne Karakaş der barê naveroka kampanyayê de axivî. Mîne Karakaş diyar kir ku di şexsê birêz Ocalan de gelê kurd tê tecrîdkirin û wiha got: “Wekî tê zanîn nêzî sê sal in ji birêz Abdullah Ocalan tu agahî nayê girtin. Tecrîdeke girankîrî li ser heye û ev tecrîd her ku diçe ber belav dibe. Bi cureyên şerê taybet li ser zarok, ciwan û jinan tundî û pêkûtiyeke pir giran tê meşandin. Bi polîtîkayên şerê taybet fuhûş, tacîz, tecawiz û hişbirê civakê ji heqîqetê dûr dixin. Bi talankirina xwezayê, asîmlasiyana ziman û qirkirina çandê dixwazin kurdan tune bikin. TJA bi vê kampanyayê li dijî van polîtîkayanên dewletê der tê. Ev du meh in ev kanpanya hatiye destpêkirin. Bi dirûşma ‘Bi Jin Jiyan Azadî ber bi azadiyê ve’ xebatê xwe dimeşînin.”

Xebatên tên meşandin

Karataş da zanîn ku mijara sereke tecrîda li ser birêz Ocalan û mijara qirkirina jinê ye û wiha pêde çû: “Ji bo şikandina vê tecrîdê divê polîtîkayên çawa werin meşandin, xebatên bi çi rengî werin kirin û têkoşîneke çawa bidin pêşiya xwe civîn tên li darxistin. Divê çarçoveyê de daxuyanî, çalakî pêk tên û mal bi mal hevdîtinê bi malbatan re tên kirin. Atolye hatin vekirin, dar hatin çandin. Panel tên lidarxistin. Xebatên me li ser çand û ziman jî hene. Armanca me ew e ku em vê asîmlosyonê bi herkesî bidin zanîn. Her wiha deskeftiyên jinan ê ku ji aliyê desthilatdariyê ve tên hedef girtin û tunekirinê em ê xwe betir birêxistin bikin. Her ku diçe em têkoşînê berfirehtir dikin. Ev kampanyayeke demdirêje û li dijî hemû pêkûtî û zordestiyê ye. Ev hemû mijarên pirsgirêkên ku kurd pêre rû bi rû dimîne di nava xwe de dihewîne. Di çarçovaya kampanyayê de xebat ji çar milan berfirehtir û çalaktir tên kirin.”

Jin pêşengtiyê dikin

Karataş anî ziman ku felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ji bo hemû gerdûnê derbasdare û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ev dirûşm li hemû cihanê belav bû. Ji ber ku felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ destkeftî û têkoşîna hemû jinên Rojhilata Navîn di xwe de dihewîne me kampanyayê bi vê dirûşmê destpê kir. Jinên hemû nijadî ji bo mafên xwe biparêzin bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ têdikoşin. Asîmlasiyonek bêhempa li ser gelê kurd tê meşandin. Vê yekê jî bixistina jinan dikin. Dema em li dîroka pergalê dinêrin em dibînin ku her tim êrîşî jinan tê kirin. Ji ber ku jin, ziman û xweza bi hevdu ve girêdayîne dixwazin jinan têk bibin ku karibin hemû civakê têk bibin. Dema ziman bê qirkirin jin tê qirkirin, dema xweza tê qirkirin jin tê qirkirin. Jin xwediyê xweza, ziman û jiyanê ye. Ji ber ku jin xwediyê van nirxên pîroz in, kampanya bi pêşengtiya jinan tê meşadin. Pergal bi peymana Lozanê ev sedsal in dixwaze bi xistina jinan kurdan tune bike. Ji ber vê yekê divê jin bi awayekî rêxistinkirî polîtîkayên pergalê vala derxin. Rêxistinkirina jinan têkbirina pergalê ye.”