26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Rêya azadî û aramiyê di Îmraliyê re diçe’

Xizmên girtiyan li pêş avahiyên AKP’ê bang li rayedarên hikûmetê û dewletê kirin û gotin: “Tecrîdê bi dawî bikin.”

Xizmên girtiyan, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî di çarçoveya çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” de her hefte roja înê li pêş avahiyên AKP’ê dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Xizmên girtiyan û nûnerên rêxistinên civakî îro jî li gelek bajaran li pêşiya avahiyên bajar ên AKP’ê çalakî li dar xistin. Li hinek bajaran tevî astengkirinan jî xizmên girtiyan daxwazên xwe anîn ziman.

Mêrdîn

Xizmên girtiyan, Meclisa Dayikên Aştiyê, TUAY-DER, TJA, DBP û DEM Partiyê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” li pêşiya avahiya AKP’ê ya Mêrdînê çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” li dar xistin. Ji navenda bajar û navçeyan gelek kes bi pêşmalkên “Tecrîdê bi dawî bike” tev li bûn. Bi heman dirûşmê pankart hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehdî Tunç li ser navê girseyê axivî û tecrîd weke sûcekî li dijî mirovahiyê nirxand û wiha got: “Ne di qanûnan ne jî di hiqûqê de tecrîd tune ye. Lewma em tecrîda li Îmraliyê û girtîgehan şermezar dikin. Em vê helwesta îktîdara AKP-MHP’ê qebûl nakin. Divê li dijî vê tecrîdê li daxwazên dayikan were guhdarîkirin. Bila AKP-MHP baş guhdarî bike; rêya azadî, aramî, demokrasî û aştiyê Îmrali ye.”

Ji Dayikên Aştiyê Besna Gunay jî wiha bang li Wezareta Dadê kir: “Vê zilmê bi dawî bikin. Em aştî û edaletê dixwazin. Êdî bes e. Em westyan, deriyên zindanan vekin.”

Girse piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan rûniştin û dirûşm berz kirin. Çalakî bi çepikan bi dawî bû.

 Wan

Xizmên girtiyan û TUHAY-DER’ê jî li Wanê di çarçoveya çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” de xwestin li pêşiya avahiya AKP’ê ya bajar daxuyiyê bidin. Lê ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Li ser vê yekê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rêya Armûşê daxuyanî hate dayîn. Girseyê pankarta “Deng bide zindanan” hilgirt. Rêveberên DEM Partî, DBP, TJA jî di navde gelek kes amade bûn.

Hevserokê DBP’ê Harun Okay, anî ziman ku ji 1999’an heta niha polîtîkayên tecrîdê tên meşandin û di rewşa heyî de di qonaxa “agahînegirtina mutleq” de tên domandin. Okay da zanîn ku heke tecrîd neyê bidawîkirin dê pirsgirêkên heyî mezintir bibin û wiha axivîe: “Ji sala 2016’an ve tecrîda li ser birêz Ocalan derbasî qonaxeke nû bû. Her ku tecrîd giran dibe, ji demokrasî û demokratîkbûnê jî dûr dikevin û têgehên hiqûq û edaletê ji holê radibin. Ji bo bidawîkirina pevçûnên li herêmê û aramiya civakê, divê tavilê tecrîda mutleq a li ser birêz Ocalan bê bidawîkirin.”

Edene

Xizmên windayan li Edeneyê xwestin ku li ber avahiya AKP’ê daxuyaniyê bidin, lê polîsan girse asteng kir. Endam û rêveberên HDK, DBP, DEM Partî, TUHAY-DER’a Akdenîzê ya Edeneyê, AYKAY-DER beşdarî çalakiyê bûn. Polîsan li derûdora avahiya AKP’ê kom bûn û nexwest kes nêzîk bibe. Li aliyê din polîsan derûdora avahiya DEM Partiyê ya Edeneyê jî girt û destûr neda ketin û derketina avahiyê.

Girseyê kêliyek çalakiya rûniştinê li dar xist û berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” çalakî qediya.

Mêrsîn

Rêveberên TUAY-DER’a Çûkûrovayê, DEM Part î û malbatên girtiyan li nêzî avahiya AKP’ê ya Bajêr çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Dawî li tecrîdê bîne” vekirin û dirûşm berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan diyar kir ku ew carek din bang li desthilatdariyê dikin ku dawî li tecrîda dijwarkirî bîne û got: “Divê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên li welat demildest divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.