2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rihayiyan birîna ceyranê şermezar kirin

Rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê li navçeya Sêweregê ya Rihayê birîna ceyranê şermezar kirin.

Rêxistinên DEM Partiyê û DBP’ê yên navçeya Sêwregê ya Rihayê li dijî birîna ceyranê daxuyanî dan û helwesta DEDAŞ’ê ya li hemberî xelkê protesto kirin. Daxuyanî li Qada Kanlikûyû pêk hat û parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan û gelek kes tev li bûn. Rêveberê DEM Partiyê yê Sêwregê Ubeydullah Karakeçîlî da zanîn ku piştî ceyran teslîmî şirketa taybet DEDAŞ’ê hat kirin pirsgirêkên ceyranê jî li herêma wan zêde bûne û got: “Her tim ceyrana xelkê me tê birîn. Fatûreyên zêde ji xelkê re dibirin. Hesabên cotkarên me tên blokekirin û ew bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Herî zêde jî xelkê me yên li gundan bi pirsgirêka birîna ceyranê re rû bi rû dimîne. Ji sedî 20’ê ceyrana Tirkiyeyê ji herêma me tê temînkirin, lê herî zêde jî herêma me bê ceyran e. Em ê jî wek DEM Partiyê li ber birîna ceyranê bêdeng nemînin û li cem gelê xwe bin. Em gazî DEDAŞ’ê dikin ku bi hinceta ‘ceyrana qaçax’ ceyranê nebire.”
‘Em bi hevre pirsgirêkan çareser bikin’
Parlamenter Omer Ocalan jî bal kişand ser birîna ceyranê ya li herêma wan û got: “Riha yek ji mezintirîn bajarê çandiniyê ye. Lê mixabin bi salane bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ye. Pirsgirêkên ku DEDAŞ derdixe, pirsgirêka civakî û çandiniyê ye. Divê em dikaribin vê pirsgirêkê çareser bikin. Rê û dirb diyar e. Em wek bijarteyên vî bajarî, yên tayinkirî divê dikaribin li ber vê pirsgirêkê bên ba hev. Em xwedî fikrên cihê yên siyasî ne. Lê belê ku her kes bê cem hev û li hev bicive wê ev pirsgirêk were çareserkirin. Li Meclisê bi daxuyaniyek populist a deqîqeyekê ev pirsgirêk çareser nabe. Gelo qey destnedayîna DEDAŞ’ê heye? Çima kes dengê xwe ji vê yekê re dernaxe?”
Ocalan destnîşan kir ku cotkar li herêma wan mexdûr bûne û xwest DEDAŞ dest ji cezakirin û mexdûrkirina welatî û cotkaran berde û pirsgirêkê çareser bike. Omer Ocalan anî ziman ku ew li welatê av û ceyranê, bêav û bêceyran tên hiştin û gazî DEDAŞ’ê kir ku mexdûriyeta gel li ber çavan bigire.
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.