13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Riyad Derar: Ji bo Sûriyeyê çareseriya rasteqîn Rêveberiya Xweser e

Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk Riyad Derar, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê înîsiyatîfa Rêveberiya Xwesera çareseriya rasteqîn e.

Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re Sûriye ji Komkara Erebî hat derxistin û tevlêbûna wê ya civînan hat astengkirin. Piştî destpekirina şerê navxweyî Sûriye meha borî dîsa vegeriya Komkara Erebî. Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar têkildarî vegera Sûriyeyê ya ji bo Komkara Erebî ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî.

Derar, di destpêka axaftina xwe de behsa vegera Sûriyeyê ya ji bo Komkara Erebî kir û ev tişt got: “Me pêşwazî li vegera Sûriyeyê bo welatên Erebî kir. Vegerandina beşdarbûna wê di saziyên Komelê de gaveke baş e, lê em hêvîdar in ku ev yek ji bo çareseriyeke siyasî bibe alîkar ku xizmeta daxwazên gelê Sûriyeyê bike û yekîtiya Sûriyeyê biparêze. Ji bo çareserkirina kirîza Sûriyeyê pêwîstî bi derbaskirina veguhestineke siyasî ya bi rêya bi cihkirina biryara 2254’an heye û ev biryar proseyeke siyasî bi serpereştiya Sûriyan ve dihewîne. Gelekî girîng e ku rola Erebî ji bo erêkirina vê biryarê bixebitin heta ku gelê Sûriyeyê bixwe sîstema xwe ya birêvebirinê hilbijêre. Piştgiriya Ereban ji Sûriyeyê û gelê wê re helwesteke berpirsiyar e û dikare di dabînkirina diyalog û danûstandinan de di navbera Sûriyeyê de beşdar bibe, ji ber vê yekê, divê hewldanên Ereban berdewam bin ji bo pêşkêşkirina dîtinên ku beşdarî serkeftinên gelê Suriyê bikin, bi beşdariya hemû hêzên opozîsyonê û aliyên hikûmeta Sûriyeyê. Bi vî awayî em dikarin bêyî dûrxistin û marjînalbûnê bigihin çareseriyeke berfireh û dawî.”

‘Divê Komkara Erebî bi hêzên siyasî re hevkariyê bike’

Di axaftina xwe de Derar, bal kişande ser aliyên erênî û neyînî yên ji bo vegera Sûriyeyê ya Komkara Erebî û wiha axivî: “Aliyek erênî heye di rewşekê de ku siyasetên rejîmê bên guhertin û dûrketina ji bêaqilî û quretî. Rejîm bihizire ku deskeftiyeke li hember hêzên dijberên stand. Aliyê wê yê neynî Dema ku rejîm difikire ku bi ser ketiye û ew ê wek xwe bimîne, ji ber vê yekê pêwîst e komkara Erebî bi hemû hêzên siyasî re li hundir hevkariyê bike û  giringiyê bide van hêzan û beşdarî  çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê bike. Vegerandina rejîmê ya ji bo Komkara Erebî tê wê wateyê ku divê ew bi kêmanî bersivê bide daxwazên çareseriya siyasî yên li hundirê Sûriyeyê. Ji ber wê pêwîste li hemberî vegerandina bo komkara Erebî çareseriyên ji kok ji bo dosyaya vegerandina penaberên Sûrî li cih û warên wan, di mijara têkoşîna li dijî maddeyên hişbir û qaçaxçîtiya Kaptagonê de, pêş bixîne. Her wiha Sûriye yek ji welatên ku li hemberî welatên cîran terorê fînanse û provoksyon dike ye. Ji ber wê pêwîste ji bo vê mijarê jî çareseriyên radîkal ava bike.”

Çareseriya rasteqîn

Derar, bi lêv kir ku Înîsiyatîfa Rêveberiya Xweser îşaretên erênî li xwe giriye ku mirov dikare pişta xwe pê xurt bike û wiha pê deçû: “Înîsiyatîf  ji bo çarenivîsa gelên li hundir û derve çareseriya rasteqîn e û ji bo pirsgirêkên siyasî yên li Sûriyeyê jî çareserî ye. Ew desthilatdarên ku Rêveberiya Xweser wan înîsiyatîf ji bo wan pêşkêş kiriye, nikarin bersivê bidin. Civînên çaralî jî yên di navbera Rûsya, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê de hene û berdewam in. Lê tişta balkêş beşdarbûna hikûmeta Şamê li şûna hêzên  opozîsyona Sûriyeyê ye. Lê tiştekî cidî ji bo çareseriyê, ew guhertin dernexist pêş û dernaxîne jî. Ez bawer nakim ku çareseriyek ji vê lûtkeya çaralî re hebe.”

Ji  bo jinûve hilbijartina Tayyîp Erdogan a serokkomariya Tirkiyeyê Derar, ev tişt got: “Erdogan bi coş bû ku li ser  hesabên hilbijartinan bi aliyê Sûriyeyê re li hev bikin û ji ber vê yekê her aliyek li ser helwesta xwe bû. Di encamê de dê peywendî dîsa vegere rewşa xwe ya berê û dê danûstandinên qismî li hinek deveran berdewam bin, da ku têlê peywendiyê neşikê. Ji ber ku aliyê rûsî zextê li her kesî dike da ku bigihîje nêzîkbûnê. Bêguman vegera rejîmê ya bo Komkara Erebî û saziyên wê sûd wergirt. Xelkên mexdûr ji gelê Sûriyeyê aciz bûn, lê mesele ne hesaba kîn û dilxweşiyê ye, mesele encamên karekî ye. Ketina rejîmê di komkarê de tê wê wateyê ku îmkanên zextê li ser wê zêde dibin. Ji bo bersivdana çareseriyên siyasî ev yek pêwîstiyên ku rejîma Erebî hişt ku peywendiyên xwe bi rejîma Sûriyeyê re asayî bike. Ev hemû dê encamên xwe hebin, lê ne di demeke kurt de, ji ber ku rêjîma Suriyê xwe bi serketî dibîne û ev yek dê gelek destkeftiyên ku aliyê Erebî hêvî dikir, paşde bixe.”