7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îro Roja Piştgiriya bi Berxwedana Kobanê re ye

Roja Piştgiriya bi Berxwedana Kobanê ya Cîhanê re qonaxeke dîrokî di yekitiya civakî ya li hemberî xetereya DAIŞ′ê de ye. Îro jî li dijî êrîşên dewleta tirk banga piştevaniya navneteweyî tê kirin

Çeteyên DAIŞ′ê 15′ê Îlona 2014′an, ji 3 aliyan ve êriş li dijî bajarê Kobanê dan destpêkirin. Êrîşa ku bi hezaran çeteyên DAIŞ′ê tev lê bibûn, wekî êrîşa herî mezin a DAIŞ′ê li Sûriye û Iraqê ye.

Çend hefte beriya êrîşa li ser Kobanê, çeteyên DAIŞ′ê êrişî Şengalê kirin û komkujî li dijî xelkê Êzidî pêk anîbûn. Lewra  metirsî hebûn ku çeteyên DAIŞ′ê senaroyaya Şengalê li Kobanê jî dûbare bike.  Çeteyên DAIŞ′ê bi hejmara xwe ya mezin û alavên xwe yên leşkerî yên pêşketî, ji sê aliyan ve Kobanê dorpêç kirin û ber bi bajar ve pêş de çûn. Di heman demê de dewleta tirk li aliyê bakur bajar dorpêç kiribû. Şervanên YPJ û YPG′ê li hemberî êrîşan berxwedaneke bêhempa raber kir û derdora 300 mirov ji gundên Kobanê derxistin da ku nekevin nava pencên çeteyan.

Roja piştgiriya bi berxwedana Kobanê re

Gelên cîhanê asta xetereya ku çeteyên DAIŞ′ê bajarê Kobanê kontrol bikin, fêm kirin. Di vê çaçroveyê de li 93 welatên cîhanê mîna Arjantîn, Japan, Afganistan, Misir, Fas û Tirkiyeyê û piraniya welatên Ewropayê, bi mîlyonan kes daketin qadan û bang li hikumetên welatên xwe kirin tavilê bikevin tevgerê. Hemwextê xwepêşandanên li welatên cîhanê, bi dehan şervanan taxên Kobanê diparastin ku hindik mabûn bikeve destê çeteyan.

1′ê Mijdarê wekî rojeke cîhanî ji bo Piştgiriya bi Berxwedana Kobanê re hate ragihandin. Bi vê boneyê li gelek welatên mezin ên cîhanê, xwepêşandan li rêyên sereke, balafirgeh û pêşiya balyozxaneyên Tirkiyeyê hatin lidarxistin. Xwepêşandêrên ku piştgirî dan berxwedana Kobanê,  piştgiriya dewleta tirk a bi çeteyên DAIŞ′ê re şermezar kirin.

Her wiha seferberiya giştî ya ku Rêber Abdullah Ocalan li girîgeha Îmraliyê ji bo Kobanê bang kiribû, dîsa jî banga KCK′ê ya parastina Kobanê di şerê ′çarenûsî′ yê ji bo qedera Kurdan de, xaleke girîng bû.

Li ser banga seferberiyê, ji welatên cuda yên cîhanê, Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi dehan ciwan hatin Kobanê. Di heman demê de gelê Bakurê Kurdistanê li ser sînorê Kobanê mertalên zindî çêkirin û roleke girîng di rakirina dorpêça li ser şervanan de lîstin.

Piştî 6 sal di ser rizgarkirina Kobanê re derbas bûn, hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  ya di bin ala QSD′ê de, karîbû hebûna çeteyên DAIŞ′ê di aliyê erdîngarî de li Sûriyeyê biqedîne û bû sedema rizgarkirina rûbereke fireh ji xaka Sûriyeyê.

QSD′ê piştî rizgarkirina bajarokê Baxozê yê gundewarê Dêrazorê yê li ser sînorê Iraqê, ku nuqteya dawîn di destê DAIŞ′ê de bû, di Adara 2019′an binkeftina DAIŞ′ê li welat ragihand.

Dewleta tirk riya DAIŞ’ê didomîne

Bi dehan saziyên ragihandinê belgeyên veşartî yên girêdayî têkiliyên xurt ên di navbera îstîxbarata dewleta tirk û çeteyên DAIŞ′ê de yên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, aşkera kirin.

Di demekê de ku bi hezaran çeteyên li Sûriye, Iraq û bakurê Afrîkayê belav dibin, ji Tirkiyeyê derketine, xetereya li ser tevahî welatên cîhanê zêde dibe. Di êrişên wê yên li ser Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê de, dewleta Tirk bi dehan çeteyên herî xeternak ji girtîgehên QSD`ê revandin. Her wiha dema êrişên wî yên Cotmeha 2019′an, bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ′ê ji kampa Eyn Îsayê reviyan.

′DAIŞ qediya lê artêşa tirk hê jî êrîşan dike′

Bi boneya 1′ Mijdarê, Roja Piştgiriya bi Berxwedana Kobanê ya Cîhanê re, endamê Desteya Rêveberiya Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce diyar kir ku êrîşên heyî yên li ser herêmê ji êrîşên çeteyên DAIŞ′ê yên sala 2014′an cuda nîn e û anî ziman ku li hemberî van êrîşan piştevaniyeke mîna ji bo Kobanê, pêwîst e.

Ehmed Xoce got: “Ji ber êrîşên domdar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêwîstiya me bi piştevaniyeke mîna piştevaniya bi berxwedana Kobanê ê heye. Li hemberî vî dijminî pêwîstiya me bi piştevaniyeke cîhanî û yekitiya neteweyî ya Kurdistanê heye. Bi wî rihê ku niştecihên li sedan bajarên cîhanê ji bo Kobanê rabûn, bi heman tevgera Kurdistanî ya topyakunê, em dikarin rê li ber vî dijminê nemerd bigirin.”

Xoca bal kişand ku armancên dewleta tirk zelal in û banga yekitiya neteweyî li partî û aliyên Kurdan kir û wiha domand: “Banga min li partî û aliyên Kurdan heye ku yekitiya neteweyî ava bikin û di hemû qadan de têkoşînê xurt bikin, bersiva herî guncaw ev e. Erka dikeve ser milê tevahî welatparêzên Kurd ên bi şeref beşdarî vê têkoşînê bibin. Ji bilî berxwedanê tu rê tune ye. Nabe em di van demên dijwar de bêdeng bimînin, ji ber ku em li pêşberî şerekî qirkirinê rû bi rû ne.”

Ehmed Xoca li ser rola civaka navneteweyî jî ev nirxandin kir “Civaka navneteweyî dizanî ku DAIŞ hêzeke terorîst e û li ser tevahî cîhanî xetere ye, lew ra rokeke çalak di piştevaniya bexwedana dîrokî ya li Kobanê de list. Lê dixwazim bêjin ku DAIŞ qediya lê Tirkiye hîna neqediya ye. Enqere îro jêdera terora cîhanê ye, ji ber vê yekê ji civata navneteweyî tê xwestin li hemberî kirinên dewleta tirk û rola wê ya xerabker li herêmê û cîhanê, bikeve tevgerê û xebateke hevpar pêk bîne.”

′Êrîş berdewam in′

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl da zanîn ku şerê li dijî şaneyên veşartî dewam dike û wiha pê de çû: “Ruxmî rizgarkirina tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyan, lê şerê li dijî şaneyên veşartî bi hevkariya koalîsyonê berdewam dike. Dewleta tirk a serkêşiya DAIŞ′ê dike, piştî di şerê bi wekîlan de bi bin ket ku ku DAIŞ′ê bi kar dianî, a niha bi xwe ketiya şerê li dijî herêmê. Dewleta tirk Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine û êrişên wê yên bi armanca qirkirinê û têkbirina Rêveberiya Xweser dewam dikin.′′

Mizgîn Xelîl îşaret pê kir ku bi êrîşên domdar, metirsî li ser herêmên hene û diyar kir ku ev êriş di asteke bilind de dewam dike û di encamê de gelek windahî, şehîd û birîndar çêbûne.

Mizgîn anî ziman ku Kobanê bûye sembola berxwedana û bingeha têkbirina DAIŞ û komên terorîst û faşîst  û wiha domand: “A niha li pêşberî çavê cîhana ku li Kobanê li dijî DAIŞ bû yek, xeterî li ser herêmên me û li ser tevahî cîhanê heye. Tirkiye di nava bêdengiya navneteweyî de êrişên xwe li ser herêmên me didomîne.”

Mizgîn bi bîr xist ku dewleta Tirk beriya çend rojan êrişeke hewayî ya berfireh li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî û binesaziya herêmê kir armanc. Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku ruxmî peymanên agirbestê yên di sala 2019′an de hatine îmzekirin, lê dewleta Tirk rojane êrişî herêmê dike.

′ Bêdengiya navneteweyî ya li dijî êrîşên dewletê tirk′

Mizgîn Xelîl di dewama axaftina xwe de sedema bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk pirsî û got: “Ev bêdengî ji bo çi ye? A niha tevahî qanûn û peymanên ku hêzên garantor mîna Rûsya û Amerîkayê îmze kirine, têne binpêkirin. Ji vê zêdetir asta êrişên Tirkiyeyê zêdetir bûye. Êrişên ku niha Tirkiyeyê dike ji êrişên DAIŞ′ê xeteretir in. Tirkiye li pişt perdeyan DAIŞ ava kir, bi rêxistin kir û serkêşiya wê dike.”

Mizgîn bêdengiya cîhanê wekî hevkariya bi Tirkiyeyê û erêkirina êrişan nirxandin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Çawa ewladên herêmê destaneke lehengiyê nîvisand, çawa me bi hev re bajarê Kobanê ji DAIŞ′ê rizgar kir, divê destkeftiyên li ser erdê hatine bidestxistin, werin parastin.′′

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl di dawiya axaftina xwe de got: “Çawa me 1′ê Mijdarê veguherand rojeke cîhanî ji bo piştgiriya bi berxwedana Kobanê re, divê dîsa em erkên xwe yên exlaqî û wijdanî pêk bînin û xwedî li sozên xwe derkevin da ku karibin terorê biqedînin û êrişên dewleta Tirk bi dawî bikin. Ev êrîş bandorê li çalakiyên têkbirina mayînde ya DAIŞ û şaneyên wê yên veşartî dike ku bi domdarî êrişî herêman dike û xetereyê çêdikin.”