17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegeran Çetîn Abayay bibîr anîn

Komek rojnameger Nûnerê Kovara Ozgur Halkê Çetîn Abayay di 32'yemîn salevegera wî de li ser gora wî ew bi bîr anîn.

Komek rojnamegerên çapemeniya azad û malbata Nûnerê Kovara Ozgur Halkê yê Êlihê Çetîn Abayay, di 32’yemîn salvegera qetilkirina wî de ew li ser gora wî ya li Taxa Îpragazê bi bîr anîn. Malbata Abayay, Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG), Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê DFG’ê Selman Çiçek ku di bîranê de axivî, diyar kir ku dîroka çapemeniya azad dîroka berxwedanê ye û got ku Çetîn Abayay yek ji wan kesan bû ku alaya çapemeniya azad hilgirtiye.

Paşê Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mustafa Mesût Tekîk axivî. Tekîk diyar kir ku ew şahidê berxwedana ÇEtîn Abayay in û got ku ew sembola lêgerîna azadiyê bû.

Xwişka Abayay Rahîme Abayayê jî got ku ew di 32’yemîn salvegera birayê xwe de hemû kesên di têkoşîna azadî û aştiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tîne.

Piştî axaftinan kesên beşdarî bîranînê bûn kulîlk danîn ser gora Abayay.