18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegerên filistînî xelata Cîhanê girtin

UNESCO’yê Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê diyarî hemû rojnamevanên Filistînî yên şerê Xezaya dişopînin kir.

Serokê Jûriya Kedkarên Medyayê yê Navneteweyî Maûrîcîo Weîbelî got: “Di vê pêvajoyê de ku tarîtî û alozî serdest in, em dixwazin peyameke xurt a piştevanî û pîrozkirinê bidin rojnamegerên Filistînî yên ku tevî şert mercên xirab jî krîza li Filistînê dişopînin.”

Weîbelî anî ziman ku mirovahî ji ber wêrektî û dilsoziya wan a ji azadiya ragihandinê re minetdarê wan rojnamegeran e û wiha got: “Dîrektorê Giştî yê UNESCO’yê Aûdrey Azoûlayî jî bal kişand ser girîngiya seferberiya kolektîf a rojnamegeran ku ji bo ku li her derê erk û berpirsiyariyên xwe yên agahiyên sereke û lêkolînê bi cih bînin bênvaber dixebitin.”

Li gorî Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ku navenda wê li New Yorkê ye, ji 7’ê Cotmehê ve heya niha ku destpêka şerê Îsraîl û Hamasê ye; 92 jê Filistînî herî kêm 97 rojnameger û kedkarên medyayê hatine kuştin û 16 jî birîndar bûne.