3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hatay bûye bajarê xeyaletan

Rojnamegerên ku bi armanca tiştên li herêma erdhejê li Hatayê qewimîne ragihînin çûne herêmê, bal kişandin ser astengkirinên bi OHAL’ê re dest pê kirine û wiha got: “Çi dibe bila bibe em ê bibin dengê gel.”

Rojnamegerên ajansa MA’yê yên li Hataya ku yek ji bajarên herî zêde xisara erdhejê lê çêbûne ye, nûçeyan çêdikin ji aliyê medyaya sereke ve hedef tên nîşandan. Rojnamegerên ku ji aliyekî erdheja li bajêr dikişinin û mexdûriyeta gel radixînin ber çavan li aliyê din dibin hedefa êrişan.

Rojnameger Buşra Cebecî, Volkan Pekal û Pinar Gayîp a di roja pêşîn a erdhejê de çûn Hatayê çavdêriyên xwe yên li bajêr vegotin.

Rojnameger Gayîp a li gel erdhejê ji Stenbolê derket rê diyar kir ku bi sedan kes ji bo biçin herêma erdhejê derketin rê, lê dîtine rayedarekî ku alîkariyê araste bike tune bûye. Gayîp da zanîn ku mexdûrên erdhejê yên navçeya Defneyê bi gotina “Em ê êdî çawa rabin ser piyan?” bal kişand ser mezinbûna mexdûriyetê.

Gayîp: Em li rastî rayedarekî ku ji bo kavilan bixebite nehatin

Gayip, got, “Hatay êdî bajarekî xeyaletan e” û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku mal bi temamî hilweşiyan e, parçeyekî malên li ser piyan mane jî nîn e. Hê jî cenaze di bin kavilan de ne. Heta roja pêncan jî ji bin kavilan deng dihat lê rayedarekî ku li ser kavilan bixebite tune bû.” Gayîp, anî ziman ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), sazî û rêxistinên  şoreşger û sosyalist hatine bajêr û wiha berdewam kir: “Şoreşgeran bersiva banga gel dan. Tîmeke lêgerîn û rizgarkirinê hate avakirin. Ji ber ku ekîpmanên wan tune bûn gel bi destên xwe kavil dikolan. Hin mexdûrên erdhejê ji bin kavilan derxistin. Dîsa peyamên kesên ku di bin kavilan de dişandin hebûn. Digotin ‘me ji vir derxînin’. Lê piştî îlankirina OHAL’ê leşker hatin bajêr. Tîmên AFAD’ê hatin. Armanca OHAL’ê ew bû bikevin pêş rastiyên li vê derê, mirovan çavtirsandî bikin û mirovan tenê bihêlin. Gayîp, anî ziman ku weke rojnameger bi astengkirinan re rû bi rû man û wiha pê de çû: “Em hewl didin nûçeyan demildest ragihînin. Ji ber vê yekê malpera me ya ETHA’yê hate astengkirin. Nûçegihana me ya li vir Elîf Baybûrt ji aliyê nûçegihanên medya sereke ve hedef hate nîşandan. Desthilat naxwaze rastiyên li vir qewimîne derkevin holê.”

Pekal: Gel dibêje, dewlet tune ye

Rojnameger Pekal jî anî ziman ku xebatên li bajêr ji aliyê dilxwazan ve tên kirin. Pekal diyar kir ku piştî çend rojan leşker û polîs hatine herêmê û wiha got: “Diviya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatibûna kirin lê dewlet di vê mijarê de gelek dereng ma. Me di roja erdhejê ya pêncemîn de li Defneyê Kizilay dît. Me cara ewil li qadê dît. Welatî li vir dibêjin ‘dewlet tune ye’.” Pekal got ku “berpirsyarê van tiştên qewimîne desthilat e û axaftina xwe wiha domand: “Mekanîzmayeke dewletê ya têkçûyî heye. Mirovan êdî hêviya xwe ji dewletê biriye. Li cihên ku deng jê dernekeve xebatên lêgerîn û xilaskirinê nayên kirin.”

Pekal, diyar kir ku ligel OHAL’ê hewl hate dayîn rojnamevan bên astengkirin ev tişt gotin: “Çi dibe bila bibe em ê bibin dengê gel.”

Cebecî: Trajediyeke mirovî tê jiyandin

Rojnameger Cebecî jî wiha got: “Gotin di cih de be li vir tirajediyeke mirovî tê jiyandin.” Cebecî, da zanîn ku roja pêşîn xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nebûn û welatiyan bi destên xwe xizmên xwe ji bin kavilan derdixistin û wiha got, “Hatina mirovan a ji bo vir a ji welatên biyanî bi riya çapemenî û hêza medyaya dîjîtal çêbû. Bandora hikumetê jî heye ku erdhej bû sedemê ev qas hilweşînan. Mînak avahiyeke ku beriya salek û nîvan hatiye çêkirin jî hilweşiya. Şûna ku bi hesînên 24’an were çêkirin bi hesinên 12’an hatiye çêkirin. Em qala avahiyeke ku ji 80 daîreyan pêk tê, dikin. Em behsa apartmaneke ku ji bo 400 kesan dikin. Tê gotin ku ji vê avahiyê mirî û sax bi qasî 50 kes hene. Yên mayî li ku ne?”

Cebecî, bal kişand ku hem beriya erdhejê hem jî piştî erdhejê gelek kêmasî û xeletiyên mezin hene û wiha got: “Dewlet jî dereng hat. Kesên li Hatayê ji bin kavilan hatine xilaskirin perîşan in. Hê jî cihên ku alîkarî negihiştinê hene.”