22 Haziran, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevan Dal û Aslan ji girtîgehê derketin: Em ê her tim binivîsin

Rojnamevan Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan ku nêzî 25 rojan girtî man, ji girtigehê derketin. Dal ku 25 rojan di tecrîdê de ma, diyar kir ku ew ê tim binivîsin ku li welêt tecrîd heye û got: "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin."

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan ku di 26’ê Nîsanê de hatin binçavkirin û girtin, ji girtîgehê derketin. Rojnameger Esra Solîn Dal ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê derket.

Xizmên Esra Solîn Dalê, parêzerên wê û rojnamevanan Dalê li ber girtîgehê pêşwazî kirin. Dal gava ji girtîgehê derket, li vir kurteaxaftinek kir. Dalê bal kişand ser zextên li ser Çapemeniya Azad û got ku ji ber nûçeyên xwe yên der barê tecrîdê û jinan de hatiye girtin.

Solîn Dal diyar kir ku ew ê tim binivîsin ku li welêt tecrîd heye û got: “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin.”

Mehmet Aslan jî li Enqereyê ji aliyê hevalên xwe yên rojnameger û parêzeran ve hat pêşwazîkirin. Mehmet Aslan jî anî ziman ku ew dê nivîsandina xwe û karê rojnamegeriyê berdewam bikin.