18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevan Dicle Muftuoglu 3 roj in di bin çavan de ye

Hevseroka Komeleya Dîcle Firatê (DFG) û yek ji edîtorên Ajansa Mezopotamyayê Dîcle Muftuoglû, di 3’yê hezîranê de li Amedê hat binçavkirin. Muftuoglû 3 roj in di bin çavan de tê girtin. Muftuglu ku di encama lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Wanê daye destpêkirin de hatiye binçavkirin li bendê ye ku di 6’ê hezîranê de îfadeya wê bê girtin. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan der barê binçavkirina hevseroka komeleyê Muftuoglû de de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û bertek nîşan da.

Serdar Altan, da zanîn ku polîsan ji bo îfadeyê li Muftuoglû geriyane û wê vexwendine qereqolê û rexmî vê jî bi ser mala wê de girtine û wiha got: “Mirov tên terorîzekirin û ji mafên xwe bêpar tên hiştin. Lêpirsîna Muftuoglû bi awayekî “veşartî” tê meşandin.  Li gorî daxuyaniya Walîtiya Wanê, dibe ku lêpirsîna Muftuoglû ji ber “pêkanîna fînansekirinê” be. Pere şandina ji bo heval û dostan dikin mijara sûcdarkirinê. Di girtîgeha Wanê de hevalê me yê rojnameger Nedîm Turfent û Ziya Ataman hene. Ev hevalên me demeke dirêj bi me re xebitîn û rojnamegerî kirin. Dîcle, bi armanca alikarî bide hevalên xwe ji wan re pere şandiye û bi vê yekê wê sucdar dikin û derbarê wê de lêpirsînan didin destpêkirin. Ev ji bo hiqûqê şermezariyeke. Ma we hincet nedît ji bo sûcdarkirinê.”

Altan, bi bîr xist ku ew gelek caran bûne şahidê binçavkirinên rojnamevanan a ji ber parvekirina fikran û çêkirina nûçeyan lê cara yekem e ku bi binçavkirineke bi vî rengî re rû bi rû dimînin û ev tişt got: “Li Tirkiyê êdî hiqûq bi temamî hatiye binpêkirin. Mirov bi sûcdarkirinên bi vî rengî tên krîmînalîzekirin. Kesên ku di girtîgehan de tên girtin xwedî maf in. Taybetî li Kurdistanê li Tirkiyê mixabin ev maf tên binpêkirin. Ji mirovekî re tu pere dişînî û ev yek wek sucek derdikeve pêşberî te. Darizandinek, sucdarkirinek wiha tune ye. Bi min dive li dijî vê yekê kampanyayek bê destpêkirin. Divê mirov karibin ji heval û xizmên xwe re pere bişînin û bibêjin ez jî “heman sûcî dikim.” Divê ev rewş bê teşhîrkirin. Divê rewşa ku îqtîdar ketiyê bê teşhîrkirin. Em van darizandinan qebûl nakin. Rojnamegerî ne sûc e. Rojnamegerî pêkanîna mafê gel ê agahî girtinê ye. Divê ya ku bê kirin parastina rûmeta rojnamegeriyê be.”

Di dawiya axaxtina xwe de Altan ev bang li rêxistinên rojnamegeran û hevkarên xwe  kir: “Divê dengek xurt li dijî van bêhiqûqiyan bê derxistin. Ger ku dengek xurt dernekeve, pêkanînên bi vî rengî dê zêdetir bibin, civak dê bê bêhn bimîne. Li dijî vê yekê sekinîn, peywira her rojnamegerî ye.”