18 Eylül, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevanê ku birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza yê 8’ê Tîrmehê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de tevî du hevalên xwe yên ragihandinê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Balafirên dewleta tirk di 8’ê Tîrmehê wesayîteke ragihandinê ya Şengalê bombe baran kiribû. Di êrîşa hewayî de nûçegihanên Çira TV û Çira FM’ê birîndar bûn. Rojnameger ji bo şopandina xebatên salvegera fermana 3’yê Tebaxê çûbûn Tilqesebê, di vegerê de ji aliyê balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker ve hatibû hedefgirtin. Di encama êrişê de nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza Îbrahîm bi giranî birîndar bûbû, nûçegihana Çira TV Medya Hesen û kedkarê çapemaniya azad (ajokar) Xelef Xidir, li gel du welatî û zarokek biçûk birîndar bûbûn.

Mirad Mîrza yê ku bi giranî birîndar bûbû rakiribûn nexweşxaneya Mûsilê û li wir dihate dermankirin. Ji ber parçe ji serê xwe xwaribû, çend roj bûn nezîfa serî ne disekîne, îro dema girtin emeliyatê di dema emeliyatê de jiyana xwe ji dest da.

Ji bo karûbarên anîna cenaze kar û xebatên pêwîst destpê kirin. Êrişa dijî rojnamevanên Êzidî rastî nerazîbûneke mezin ya civaka Êzidî û rojnamevanan hat û daxwaza lêkolînê li rêxistinên navnetewî yên mafê mirovan û rojnamevanan hate kirin.

Lê hîn jî Iraq derbarê bûyerê de tu daxuyaniyek ne daye û bêdengiya xwe li beramber êrişên li dijî civaka Êzidî û ragihandina wê diparêze.