3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevanen kurd di cotmeh û kanûnê de derdikevin pêşberî dadger

Rojnamevanên girtî Dîcle Muftuoglû, Sedat Yilmaz, Abdurrahman Gok, Mehmet Şah Orûç û Firat Can Arslan ji ber karên rojnamevaniyê girtî tên darizandin. Danişînên dozên rojnamevanan dê di mehên cotmeh û kanûnê de bên dîtin

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Muftuoglû, edîtorên MA’yê Sedat Yilmaz û Abdurrahman Gok, nûçegihanê MA’yê Firat Can Arslan, rojnamevan Mehmet Şah Orûç girtî tên darizandin.

Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) der barê rojnamegerên kurd ên girtî de nûçeyek amade kir. MA’yê di nûçeyê de diyar kir ku Muftuoglû, Yilmaz û Arslan li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê girtî ne. Gok û Orûç jî li Girtîgeha Amedê girtî ne. Her pênc rojnamevan jî ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê girtî ne. Rojnamevan bi îdiayên wek, “endamtiya rêxistinê”, “porapgandaya rêxitinê”, “avakirin û rêvebirina rêxistinê” û “hedefnîşandana personelên cemaweriyê” tên sûcdarkirin. Daraz van îdiayan dispêre hevdîtinên rojnamevanên ên li gel çavkaniyên wan nûçeyan, çêkirina bernameyan, hevdîtina rojnamevanan a li gel hevpîeşyên wan, derketina wan a derveyî welat, mayîna wan a li hotêlan, şopandina rûpelên nûçeyan, razandina pereyan bo hesabê wan û nerazandina pereyan bo hesabê wan.

Firat Can Arslan

Nûçegihanê ajansa MA’yê Firat Can Arslan, di 25’ê tîrmehê de bi serdegirtina polîsan a li mala wî ya Enqereyê hate binçavkirin. Arslan ê yek ji rojnamevanên sewqî edliyeyê hate kirin bi îdiaya “Peywîrdarên cemaweriyê ji rêxistinên terorê re kiriye hedef” ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê ya Sulhê ve di heman rojê de hate girtin. Arslan, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Sîncanê di hucreya yek kesî de tê ragirtin hate temamkirin û îdianame hate amadekirin. Îdianameya hate pêşkeşkirin ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hate qebûlkirin. Danişîna doza Arslan a ewil dê di 31’ê cotmehê de bê lidarxistin.

Mehmet Şah Oruç

Îdianameya derbarê rojnamevan Mehmet Şah Orûç ê yek ji rojnamevanên di 27’ê nîsanê de di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve ji ber îfadeyên şahidê aşkere Umît Akbiyik dihate bi rê ve birin hatibû girtin, hate temam kirin. 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara ‘bêrayetiyê’ da û îdiname ji Bedlîsê ya ku Orûç lê dijî re şand.

2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê îddîanameya bi îddîaya ‘endamê rêxistinê’ hatiye amadekirin qebûl kir û wê ji bo danişîna ewil dîrokê aşkere bike.

5 rûpelên destpêkê ya îdianameya ji 63 rûpelan pêk tê weke gelek îdianameyan de tê dîtin ji “birêvebirina PKK/KCK’ê” re hate veqetandin. Di beşên din ên îdianmeyê de îfadeyên şahidê vekirî Umît Akbiyik ên derbarê xebatên rojnamevaniyê yên Orûç de û 35 nûçe cih girtin. Di îdîanemeyê de hat gotin ku nûçeyên bi îmze yên Oruç ên di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de hatine weşandin “tên lêpirsînkirin.” Şahidê vekirî Umît Akbiyik weke ku agahiyeke veşartî be diyar kir ku Orûç di MA’yê de dixebite û îdia kir ku ji malperên wekî ANF’ê û Nûçe Ciwan re jî nûçe şandine.

Di berdewama îdianameyê de hate îdiakirin ku nûçeyên Orûç çêkirine “di çarçoveya hedefên rêxistinê de hatine çêkirin û ji rêxistinê re xizmetê dikin”. Di encama îdianameyê de jî hate îdiakirin ku Orûç sûcên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” kiriye û derbarê wî de 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hate daxwazkirin.

Orûç di danişîna ewil a dozê de nehat berdan û wê danişîna wî ya duyemîn di 31’ê cotmehê de bê lidarxistin.

 Abdurrahman Gok

Îdianameya der barê edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdûrrahman Gok de ku di 25’ê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Amedê ve hat qebûlkirin.

Îdianame ji 14 rûpelan pêk tê û û di 3 rûpelên wê yên ewil de behsa KCK’ê hatiye kirin. Di 3 rûpelên piştî her sêyên ewil de jî îfadetên şahidê eşkere Umît Akbiyik hene ku sûd ji “qanûna poşmaniyê” girtiye.

Di îdianameyê de nûçeyên Gok ên der barê pirtûka “Kobanê Dîrenîşînîn Guncesî” ya Sefkan Kobanê, pirtûka “Ûçûrûm Çîçeklerî” ya Îbrahîm Kaya û pirtûka “Dag-i Devran” ya Harûn Dogan de sûc hatine hesibandin.

Her wiha nûçeya der barê nameya girtiyê astengdar Ahmet Kisa de (guhên wî nabihîsin û nikare biaxive) ya ji bo dêya xwe Elîf Kisa ya 70 salî nivîsandibû jî sûc hatiye hesibandin.

Pirtûkên ku di avêtina ser mala Gok de hatibûn desteserkirin jî sûc hatine hesibandin.

Di îdianameyê de tê xwestin ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û 6 mehan heya 15 salan û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” jî ji salekê heya 5 salan ceza li Gok bê birîn.

Danişîna ewil a doza Gok di 14’ê îlonê de hat lidarxistin lê nehat berdan. Danişîna duyemîn a dozê wê di 5’ê kanûnê bê lidarxistin.

 Dicle Muftuoglu

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Muftuoglû di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatibû destpêkirin de, roja 3’yê gulanê yanî di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hatibû girtin. Dîroka danişîna ewil a Muftuoglû diyar bû. Danişîna dozê Muftuoglû ku li Girtîgeha Sîncana Enqereyê girtî ye, wê di 7’ê kanûnê de bê lidarxistin. Îdianameya der barê Muftuoglû de 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê qebûl kiribû.

 Sedat Yilmaz

Roja danişîna ewil a doza edîtorê ajansa me Sedat Yilmaz diyar bû. Yilmaz, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de hatibû girtin û zêdetirî 5 meh in li Girtîgeha Sîncanê ya Hejmar 2 ya Tîpa F’yê tê ragirtin. 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îdianameya bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistinê” hatiye amadekirin qebûl kir û 12’ê kanûnê weke roja danişînê destnîşan kir.