17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevanên li Mêrsînê: Hempîşeyên me berdin

Li Mêrsînê rojnamevanan têkildarî binçavkirina rojnamevanên li Amedê li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrsînê daxuyanî dan. Serokê ÎHD’a Mêrsînê Hakki Demîr, Nûnerê SendîkayaRojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Hediye Eroglu, Hevseroka HDP’a Mêrsînê û gelek rojnamevan tev li civîna çapemeniyê bûn. Rojnamevan Gamze Şîmşek li ser navê hevpîşeyên xwe avî û diyar kir ku binçavkirin li dijî pîşeya rojnamevaniyê ye.

Şîmşek anî ziman ku li Amedê carek din darbe li pîşeya rojnamevaniyê hatiye kirin û wiha got: “Em vê zexta îktidarê ya li ser rojnamevanan û rojnamevaniyê qebûl nakin. Di heyamek ku her tişt tê berovajîkirin, hin bêtir wezîfe dikeve ser milê rojnamevanan. Ji ber rexneyek biçûk jî rojnamevanan dixin ber lêpirsînê, binçav dikin û digirin. Lê em jî dibêjin tevî hemû zextan jî em ê vê pîşeyê bi awayek rûmet biparêzin.”
Şîmşek anî ziman ku zextên li ser rojnamevanan tê wateya êrişa li dijî çapemenî, azadiya derbirînê û demokrasiyê û Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê de ji 180 welatan di nava rêza 149’emîn cih digire.
Şîmşek destnîşan kir ku ew binçavkirina rojnamevanan şermezar dikin û got: “Ev êriş û zextên li ser rojnamevanan hin bêtir me dixe nava piştevaniyek mezin. Heta ku astengiyên li pêşiya azadiya raman û derbirînê neyê rakirin dê demokrasî jî tune be. Em ji vir carek din bang li hemû partî, saziyên medya û weşanê dikin ku xwedî li hevalên me binçavkirî û rojnamevaniyê derkevin. Em bang li îktidarê jî dikin ku tavilê dawî li zextên li ser pîşeya me bîne û hevpîşeyên me yên li Amedê berdin.”
Serokê ÎHD’a Mêrsînê Hakki Demîr jî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da û got ew ê piştevaniya rojnamevanan bikin.