3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameyan Newrozên 30 salî çawa dît

Kurd ji salên 1990’î heta niha Newrozê bi girseyî agirê Newrozê geş dikin û bi ruhê serhildanê Newrozê pîroz dikin. Dema mirov li manşetên rojnameyan dinere dibîne ku kurdan çawa Newroz pîroz kiriye û dewlet çawa nêzîk bûye.

Li Kurdistanê ji salên 1990’î heta niha Newroz bi girseyî û bi  coş tê pîrozkirin. Bi salan dewletê destûr neda ku kurd Newrozê pîroz bikin. Tevî hemû astengî, qedexe û êrîşan dîsa gelê kurd daketin qadan û Agirê Newrozê geş kirin. Kurdan li zindanan bedena xwe kir agirê Newrozê û Newroz pîroz  kir. Ew agirê ku Mazlum Dogan li Zindanê bi 3 darikên çixatê pêxist wekî Newroza Kawayê hemdem sal bi sal geş û gur bû û îro bi milyonan dadikevin qadan û Newrozê pîroz dikin.

Pîrozbahiyên Newrozê ku bi milyonan digihîne hev, her serdemê di rûpela ewil a rojnameyan de cih girt. Çapemeniya Azad peyamên çareseriyê yên ji qadan derketin kirin manşet, medyaya sereke jî li gorî ruhê serdemê rengê xwe guherî. Amadekariyên Newroza 2024’an ku di 21’ê Adarê de li gelek herêmên Mezopotamya û Rojhilata Navîn tê pîrozkirin dest pê kirin. Newroza ku bi hezaran salan e daxwaza azadiya gelan lê tê qîrkirin, ji aliyê otorîteya siyasî ve hewl hate dayîn bi zext û zilmê were tepisandin. Dewlet bi hemû hêza xwe dixwaze ku vî dengî bêdeng bike. Heza medyayê ya di destê xwe de ji bo vê yekê bikaranî. Medyaya “sereke” bi koordînekirina polîtîkayên dewletê re nêzîkî Newrozê bû.

Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Tolga Guney ji salên 1090’î heta niha sal bi sal Newroz çawa hatiye pîrozkirin û rojnameyan çawa kiriye manşet berhev kir.

Di salên 1990’î de ku li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê Newroz bi rengekî girseyî hat pîrozkirin, medya sereke rûpelên pêşî yên rojnameyan ji Newrozê re girtin û tenê nûçeyên ku tundiya dewletê rewa dikin, dan. Di salên 2000’î ku bi awayekî qismî pêvajo nerm bû, bi yek wêneyî an jî bi çend hevokan hate derbas kirin. “Pêvajoya Çareseriyê” ya di navbera salên 2013 û 2015’an de pêk hat nêrîna dewletê û ya medyaya sereke rast e rast guhert. Hemû rojname û qendalên televîzyonê ku berê bi milyonan ji nedîtî ve dihatin, Newroza Amedê zindî weşandin û di rûpelên rojnameyên xwe yên ewil de cih danê. Rojnameyên di vê pêvajoyê de serenavên “Newroza Aştiyê” gelek bikaranîn, piştî ku pêvajoya çareseriyê ji aliyê AKP’ê ve hate bidawîkirin vegeriya rojên xwe yên berê. Rojnameyên ku di pêvajoya çareseriyê de peyamên aştiyê derxistin pêş, di salên din de bi yek dengî dest bi krîmînalîzekirina Newrozê kirin û daxwazên gel jinedîtî ve hatin.

Li dijî zimanê medyaya sereke yê sansur û feraseta desthilatê nîşan dide, kevneşopiya “Çapemeniya Azad” di pîrozbahiyên Newrozê de ku bi milyonan kes beşdar bûn daxwaz û coşa gel a di pîrozbahiyên newrozê de û vîna milyonan di manşetên xwe de cih danê.

Me ji pîrozbahiyên Newrozên qedexekirî yên salên 90’î û vir ve manşetên Çapemeniya Azad û medyaya sereke berhev kirin.

DI Salên 90’î de manşetên Newrozank

Di Newroza 1991’an de Rojnameya Yenî Ulke bi manşeta “Newroz bû cejna Tirkan” û “Roja serkeftin û berxwedana gelê Kurd: Newroz li her derê ye” derket. Rojnameya medya hawiz Hurriyet êrîşa dewletê ya li dijî gel rewa kir û bi manşeta “Bîlançoya Nevruza bi xwîn 31 mirî: Cejne an îsyan e?” derket. Li Cizîrê polîs û leşkeran êrîşi girsê kir û Yek jê polis 31 welatî mirin.

Di Newroza 1992’yan de Rojnameya Yenî Ulke ya heftane weşan dikir bi manşeta “Newroz piroz be”  derket. Rojnameya hawiz ya Milliyetê jî bi sernavê “Li Edene, Şirnex û Cizîrê pevçûnên mezin, yek jê polis 24 mirî: Ne Cejn e Îsyan e” derket.

Di Newroza 1993’yan de rojnameyên çapemeniya azad beriya pîrozbahiya Newrozê hatin girtin. Di 22’ê Adara 1993’yan de Rojnameya Hurriyetê bi manşeta “PKK, li Apo guhdarkir” derket. Rojnameya Milliyetê jî bi manşeta “Em hatin kîjan rojê” derket.

Di Newroza 1994’an de piştî PKK’ê daxuyanî da û got: “Newrozê li malê pîroz bikin” gel li bajarên herêmê derneket kolanan. Lê li bajarên metrepolan kurd derketin qadan û Newroz bi coşek mezin pîroz kir. Rojnameya Ozgur Gundem bi manşeta “Newroza ‘Nevruz’ b ser neket” derket. Rojnameya Milliyetê jî  bi sernavê “Sîqalkê Nevruzê” nûçe dît û siyasetmedarên kurd ên ewropa kirin hedef.

Di pîrozbahiyên Newroza 1995’an de rojnameyên hawiz pîrozbahi nedîtin. Temamê rojnameyên medyaya sereke jî operasyonên derveyî sînor ên dewletê dîtin.

Di Newroza 1996’an de Rojnameya Demokrasî di 22’ê Adara 1996’an de bi manşeta “Duh Newroz bû” derket. Wêneyê Newrozê kir manşet. Rojnameya Meydan bi sernavê “Alarma Nevruzê” nûçeya newrozê weşand. Rojnameya Milliyetê jî pîrozbahiya Newrozê ku Serokomar Demirel tev lê bû nîşan da û bi manşeta “Nevruza Bê bûyer” derket.

Di Newroza 1997’an de Rojnameya Demokrasî bi manşeta “Coşa Newrozê li her derê ye” derket. Rojnameya Milliyetê jî bi bi sernavê “Nevruza bi çalakî û bê bûyer” çap kir. Rojnameya Cûmhûriyetê jî pîrozbahiyên Newrozê bi du serenavan da û pîrozbahî bi van serenavan dît “Di Newroza bicoş de daxwaza aştiyê” û “Dewletê bi tena serê xwe pîroz kir”.

Di Newroza sala 1998’an de jî Rojnameya Ulkede Gundem bi manşeta “Gelên Xwişk û Bira Cejna Raperîna Kurdan bi hevre pîroz dikin: Newroz pîroz be” derket. Rojnameyea Ulkede Gundem di 22’ê Adarê de jî bi manşeta “Sedhezaran agirê raperînê geş kir” derket. Di 24’ê Adarê de heman rojname bi manşeta “Ji Girtiya PKK’yî Sema Yuce qêrîna şermezarkirina şerê qirêj: Bi Agirê Newrozê bedena xwe şewitand” derket. Medyaya sereke jî qet nûçeyên Newrozê nedîtin.

Di Newroza 1999’an de ji ber Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat girtin gel li kolanan Newroz pîroz kir. Gel Azadiya Ocalan xwest. Rojnameyên çapemeniya azad hatin sansurkirin. Rojnameya Milliyetê bi sernavê “Di Nevruzê de pir kes hatin binçavkirin.” derket.

 Salên 2000’î

Di Newroza 2000’î de Rojnameya Ozgur Bakişê bi manşeta “Ev agir venamire” derket. Rojnameya Milliyet jî tekerên ku polîsan kom kirin kir manşet û sernavê “Lastik di bin çavan de ne” da û balkişand bergirtiyên beriya Newrozê. Cûmhûriyetê jî bi serenavê “Coşa Newrozê” dirûşmeyên aştî û xwişk û biratiyê derxistin pêş.

 Di Newroza 2001’an de Rojnameya Yedînci Gundem manşeta “Di Newrozê de milyonek kes bernameya gel nivîsand: Erd, ezman û heybet” derket. Rojnameya Milliyetê roja piştî pîrozbahiyan nûçe çênekir û bi ser Midurê Polîsan ê Amedê Gaffar Okan ê di 24’ê çileya 2001’an de di encama sûîqestê hate kuştin bi serenavê “Gaffar jî di Nevruzê de bû” derket.

Di Newroza 2002’yan de li tevahiya Tirkiye pîrozbahî hatin qedexekirin. Rojnameya Yedinci Gundemê bi manşeta “Newrozê qedexe nas nekir” derket. Rojnameya Milliyetê jî bi sernavê “Nevruza îsal can şewitand’ derket.

Di Newroza 2003’an de rojnameyên medya hawiz qet Newroz nedît û di hemû rûpelên xwe de cih da şerê Iraqê. Rojnameya Yeniden Ozgur Gundemê jî bi manşeta “Li dijî Dehaqan Agirê Newrozê” derket. Tenê rojnameya Cûmhûriyetê di rûpelên navîn de nûçeyeke bi serenavê “Bila bibe qasida aştiyê” cih dayê.

Di Newroza 2004’an de bi deh hezaran gel Newroz li Stenbolê pîroz kir. Gel li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Rojnameya Ulkede Ozgur Gundem di 22’yê adarê de bi manşeta “Gel ber bi azadiyê ve dimeşe” derket. Rojnameya Milliyetê bi ser navê “Di pîrozbahiya Nevruzê de li rojnameger xistin” da.

Di Newroza 2005’an de Rojnameya Ulkede Ozgur Gundemê di 20’ê adarê de bi manşeta “Ocalan di Newrozê de projeya demokratik aşkere dike, Îro Konfederalizmê îlan dike” derket. Di 21’ê Adarê de jî “Ev Newrozek cuda ye” derket. Dozgeriyê biryara komkirina rojnameyê da. Rojnameya Milliyetê bi sernavê “Di bin siya Ocalan de” derket.

Di Newroza 2006’an de bi sed hezaran li Qada Kazliçeşme ya Stenbolê Newroz pîroz kir. Bi sed hezaran got Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vîna me ye. Rojnameya Ulkede Ozgur Gundem bi manşeta “Dora gotinê ya Amedê ye” derket. Ulkede Ozgur Gundem roja din jî bi manşeta “Peyama Gel a Newrozê” derket. Rojnameya Milliyetê jî bi sernave “protokol ‘li ser agir e” pîrozbahiyên “Nevrûzê” yên dewletê derxist pêş.

Di Newroza 2007’an de bi sed hezaran gel Newroz daket qadan û Newroz pîroz kir. Gel xwest tecrîd bi dawî bibe û jahrikirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Rojnameya Guncelê bi manşeta “Newroz piroz be” derket. Rojnameya Milliyetê jî Newroza ku rayedarên dewletê beşdar bûn dît û Newroza gel a sedhezaran nedît. Tenê pîrozbahiya Erdogan beşdar bû bi ser navê “Di pîrozbahiya Nevruzê de “bi helbestan peyama aştiyê” derket. Dîsa Newroz wekî “Nevruz” da.

Di Newroza 2008’an de bi milyonan mirov daketin qadan û Xweseriya Demokratik xwest. Gel xwest Girtîgeha Îmraliyê bê girtin. Xwest Qanûna Bingehin bê guhertin û nasnameya kurdan bê qebûlkirin. Di 2008’an de Rojnameya Haftaya Bakiş bi manşeta “Newroza Xweseriya Demokratik” derket.

Di Newroza 2009’an de bi milyonan kes daketin qadan û Newroz pîroz kirin. Rojnameya Gunluk bi manşeta “Milyonan hilbijartina xwe kir” derket  û vîna gel ya hilbijartinê aşkere kir. Rojnameya Cûmhûriyetê peyama hilbijartinê ya pîrozbahiyên Newrozê dît û di nûçeya xwe ya ji rûpela ewil de wiha got: “Pîrozbahî veguherîn xwe pêşandana DTP’ê”.

Di Newroza 2010’an de gelek Rojnaemyên medya hawiz Newroz kir nûçe. Medya azad ya Rojnameya Gunluk bi manşeta “Erd û Ezman Newroz” û “Milyonan got erê” derket. Rojnameya Cumhuriyetê bi ser navê “Nevruz pîroz kirin” derket. Rojnameya Milliyetê bi ser navê “Bi sed hezaran Newroz bê bûyer pîroz kir” derket. Got Ocalan mohra xwe li newrozê xist. Rojnameya Sabahê manşeta “Vaye Nevruza çareseriyê”. Rojnameya Star bi ser navê “Zimanê Nevruzê aştî ye” derket.

Newroza 2012’an ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve hat qetexekirin. Tenê ji bo 21’ê Adarê destûr hat dayîn. Di 18’ê Adarê de gel li Stenbol û Amedê daket qadan û Newroz pîroz kir.  Gel û polîsan şer kir û gel Newroz pîroz kir. Li Stenbolê Hacı Zengin di êrişa polîsan de jiyana xwe ji dest da. Rojnameya Gundemê bi manşeta “Newrozê qedexe nas nekir û li qadan bû” derket, Rojnameya Guneş ji bo Newroza ku kesekî jiyana xwe ji dest da manşeta “Polis: 1 BDP:0” da. Rojnameya Bûgunê bi serenavê “Terora nevrûzê” rojnameya Akşamê bi serenavê “Şewitandin hilweşandin”, rojnameya Radîkalê bi serenavê “Rikê can stend”, rojnameya Bûgunê “Terora Nevruzê” rojnameya Hurriyetê sernavê “Agirê kînê”, Sozcu bi serenavê “Xerakirin û şewitandin”, Cûmhûriyetê “Di Newroza zû de kesek mir” û Bîrgun jî bi serenavê “Bihar Kuştine” derketin.

Rêber Abdullah Ocalan mohra xwe li Newrozê xist

Di Newroza 2013’an de bi milyonan gel daketin qadan û deklerasyona Rêbere PKK’ê Abdullah Ocalan a çareseriya demokratîk erê kirin. Newroz bi şîara “Ji Ocalan re azadî, ji kurdan re statu” hat pirozkirin. Deklarasyona Rêberê PKK’ê Ocalan’ li Amedê ji aliyê milyonan ve hat guhdarkirin. Gel manifesto silav kir. Rojnameya Ozgur Gundem bi manşeta “Ocalan ji Amedê bang kir: Serdemek nû dest pê kir.” derket.

Rojnameya Sabahê bi sernavê, “PKK vedikişe” derket. Rojnameya Posta bi ser navê “Mandela bi ser ket Ocalan jî dê bi ser bikeve” derket. Rojnameya Haberturkê bi ser navê “Dema aştiyê ye” rojnameya Zaman bi ser navê “bang li PKK’ê kir ‘Dema çekan qediya’ derket. Radîkal bi serenavê “Bijî Tirkiye”, Taraf bi serenavê “Nevrûza serdema nû”, Yenî Şafak bi serenavê “Çek bêdeng bûn, dema aştiyê ye” û rojnameya Evrenselê jî bi serenavê “Di Newroza Amedê de pisûleyan aştî nîşan da” Newroza dîrokî kirin manşet.

Di Newroza  2014’an de bi milyonan gel tev li Newrozê bû. Bi dehan weşanen neteweyî û navneteweyî li qada Newrozê ya Amedê weşana zindî kirin. Bi sedan rojnamegerên neteweyî û navneteweyî Newroza Amedê şopandin. Rojnameya Gundemê “Vexwendina aştiya mezin” derket. Bal kişandin ser nameya Ocalan. Rojnameya Akşamê bi serenavê “Ji rêxistina kûr re înat dema bihara çareseriyê ye” Milliyet bi serenavê “Peyama biryardariyê” Sabahê “Newroza ji çareseriyê re berdewam” Haberturkê “Dema em li hev tên jÎ natirsin” û Star jî bi serenavê “Nevrûza Aştiyê” derketin.

Di Newroza 2015’an de bi milyonan kes beşdari pîrozbahiyê bû. Peyama mutabakata Dolmabahçe hat xwendin. Rojnameya Ozgur Gundemê cih da peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û manşeta “Cîhan li dora peyama Ocalan û gel jî li dora azadiyê bûn yek. Milyonan bûn yek dil.” derket. Dîsa bi manşeta “Dema Demokrasiyê ye” derket. Rojnameya Evrenselê jî bi manşeta “Berpirsiyari êdî aydê dewletê ye” derket. Rojnameya Milliyetê cih da peyama Bahçelî û manşeta “Nameya îxanetê” da. Rojnameya Sabahê manşeta “Pêvajoya çareseriyê hemû Tirkiye hembêz dike” da. Rojnameya Cumhuriyetê serenavê “Serhildana li dijî Qesrê” derket. Posta bi serenavê “Herkes bicoş bû” , Zaman “Banga terkkirina çekan” , Sozcu “Ji kesên peyamên Îmraliyê didin xwendin re bang: Em dixwazin Tayîp û Apo mil bi mil li vê qadê bibînin” , Starê jî gotinên Erdogan ên “Şandeya Çavdêriyê dê ‘giravê’ rewa bike” kir manşet.

Di Newroza 2016’an de tevî li gelek bajaran êrîşên dijwar pêk hatin jî dîsa bi milyonan gel daket qatan û Newroz pîroz kir. Bi taybetî li bajarên Rêveberiyên Cewherî lê hatin îlankirin û qedexe lê hatin îlankirin gel bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Rojnameya Ozgur Gundemê bi manşeta “Çareserî li Îmraliyê ye” derket. Rojnameya Evrenselê bi serenavê “Ji Newroza Amedê peyama aştiyê: Bila çek bêdeng bin, muzakere dest pê bikin.” Rojnameya Cumhuriyetê bi serenavê “Çareserî di hefteyekê de dê bê” da. Rojnameya Sabahê “Amedê rû neda” da. Rojnameya Zaman jî bi serenavê “Li Amedê Newroz bêcoş derbas bû” derket. Sozcuyê jî pîrozbahiyên Newrozê hedef girtin û bi serenavê “Xayînan li Amedê şov kirin; Bila xwelî li ser kesên kirin û dan kirine be” derket.

Di Newroza 2017’an de bi milyonan kes beşdar bû. Beriya referanduma 16’ê Nîsanê gel ji referandumê re got “Na” Rojnameya Ozgurlukçü Demokrasî bi manşeta “Vaye vîna gel” derket. Rojnameya Cumhuriyetê bi serenavê “Agirê Nevruzê ji bo aştiyê vêket” Star bi serenavê “Agirê Nevrûzê bê bûyer pêket” Rojnameya Milliyetê sed hezaran kesên daketin qadan nedît. Pîrozbahiya Newroza Stenbolê bi sernavê “Coşa Nevruzê” da. Rojnameyê sernavê “Na” derxist pêş. Rojnameya Evrenselê Newroza Amedê derxist pêş û manşeta “Di Xêrê de Aştî û di Aştiye de Xêr heye” da. Rojnameya Haberturk jî got ‘Nevruz hat pîrozkirin’. Rojnameya Mîllîyetê îsal jî bi sed hezarên ku qad dagirtin nedît û pîrozbahiya Walîtiya Stenbolê ya “Nevrûzê” weke “Coşa Nevrûzê” servîs kir.

Di sala 2018’an de dîsa çavê hemû cîhanê li ser Newroza Amedê bû. Tevî hemû qedexe û astengiyan bi sed hezaran li qada Newroza Amedê kom bûn. Gel bi coş û peyamên xurt Newroz li Amedê pîroz kir. Bertekên li dijî operasyona TSK’ê ya li dijî Efrînê derket pêş. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bi sernavê “Agirê Newrozê wê Efrinê paqij bike” derket. Rojnameya Evrenselê jî sernavê ku bertekê nîşanî operasyona li dijî Efrînê dide derket û bi sernavê “Xwediyekî aştiyê tenê heye” derket. Rojnameya Hurriyetê bi serenavê “Agir hatin vêxistin, nevrûz hate pîrozkirin” , rojnameya Cûmhûriyetê bi serenavê “Agirê Newrozê ji bo hêviyê vêket” rojnameya Starê jî di herî jêra rûpela xwe de bi gotina “Newrûz azad bû” dît û rojnameyên din bi milyonan kesên qadên Newrozê dagirtin nedîtin.

Di sala 2019’an de cejna Newrozê li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê bi beşdariya milyonan kesan hat pîrozkirin. Di pêvajoya ku bi hezaran girtiyên siyasî li girtigehan û bi sedan kes jî li derve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di girevê de bûn, Newroz bi dirûşmeya “Teqez em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin” wekî cejna berxwedan û raperîna li dijî terîdê hatibû pîrozkirin.

Tenê du rojnameyan Newrozê kir manşet. Yek ji van rojnameya Yenî Yaşamê ye û bi manşeta “Em ê bi Newrozê bi ser bikevin û tecrîdê bişkînin” derket. A din jî rojnameya Evrenselê bû û bi manşeta “Gel got em li vir in” derket.

Rojnameya Bîrgunê bi sernavê “Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin” nûçeyek kurt çêkir. Rojnameyên weke Sozcu, Cumhuriyet jî nûçeyên kurt çêkirin û qala pîrozbahiya Newrozê kirin. Wekî din rojnameyên din Newroza bi beşdariya milyonan însan hat pîrozkirin di rûpelên ewil de nedan.

Newroza sala 2020’an ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ku bandora xwe li ser tevahiya dinyayê kir hat betalkirin. Cara yekemîn kurdan û dostên wan ji ber pandemiyê pîrozbahiya Newrozê bi girseyî pîroz nekirin. Lê belê gelê kurd bi awayên semobolîk be jî êvara 21’ê Adarê kuçe, hewş û şaneşînên mala xwe agirê Newrozê pêxistin û dîsa Newroz pîroz kirin.

Pîrozbahiyên Newroza sala 2021’an li Kurdistan û Tirkiyê bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” hat pîrozkirin. Çawa ku berê medya alîgir pîrozbahî, coş û kêfxweşiya Newrozan nedidît, di sala 2021’an de jî heman rêbazî bikar anî û pîrozbahiyên bi tevlîbûna milyonan pêk hat ji nedîtî ve hat. Rojnameyên wek Yenî Şafakê, Karar û Akşam Newrozê ji nedîtî ve hatin, rojnameya Milliyetê jî tenê sernavê “Kêfxweşiya Nevruzê” tercih kir.

Rojnameya Birgunê jî tevî zextên desthilatê jî roja Newrozê di rûpela xwe ya ewil de bi sernivîsa xwe ya “Berxwedana Newrozê” bal kişand ser Newrozê.

Rojnameya Yenî Yaşamê jî dotira rojê manşeta “Newroza Azadiyê” nivîsand û geşedanên Newrozê pêşkêşî xwînerên xwe kir.

Dirûşma Newroza 2022’yan jî “Dem dema serkeftinê ye” li 72 navendan hat pîrozkirin. Rojnameya Yenî Yaşamê di Newroza ku 2 hefte dom kir de bi manşetên, “Newroza Serkeftinê” , “Vexwendname ji bo berxwedanê”, “Geliyê Zîlan rabû govendê”, “Qad tije bûn: Ji Ocalan re azadî” û “Tifaqa Gelan” agirê Newrozê pêxist. Rojnameya Evrenselê jî manşetên wek “Ji Wanê heta Stenbolê coşa Newrozê” û “Agirê Newrozê banga têkoşînê kir” tercîh kir. Rojnameya Bîrgunê jî di rûpela 8’an de cih da nûçeyên Newrozê û sernavê “Li dijî şer, aştî” lê kir. Medyaya desthilatê ne Newroz ne jî “Nevruzê” kir nûçe û ji nedîtî ve hat û tenê qala binçavkirinan kir.

Di Newroza 2023’yan de rojnameya Yenî Yaşamê bi manşeta “Azadî li Îmraliyê ye” pîrozbahiyên Newrozê ragihand. Evrensel bi serenavê “Newroza 2023’yan a Amedê: Ji desthilata AKP’ê û MHP’ê re elveda” derket, Bîrgun jî bi serenavê “Ji Sancar peyama: Em ê vê desthilatê bişînin” û Sozcu jî bi serenavê “Li Amedê Nevrûz hate pîrozkirin” derket. Rojnameyên Mîllîyet, Hurriyet, Yenî Şafak û Aydinlikê coşa pîrozbahiyan û girse ji nedîtî ve hatin û ji êrişên polîsan û binçavkirinan re gotinên “terorê” hate gotin.