18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

RSF’ê rapora binpêkirinên 2023’yan parve kir

Rojnamevanên Sînornenas (RSF) daxuyand ku di sala 2023’yan de 45 rojnamevan hatin kuştin û 521 rojnamevan jî hatin girtin

Rojnamevanên Sînornenas (RSF) rapora xwe ya sala 2023’yan parve kir. Di raporê de hat gotin ku li Xezeyê 13 bi giştî 45 rojnamevan dema nûçe dişopandin de hatine kuştin û ji 1’ê kanûnê ve bi giştî 521 rojnamevan jî girtî ne. Hat destnîşankirin 9 rojnamevan dema sûcên rêxistinî lêkolîn dikirin, 6 rojnamevan jî dema sûcên nelirêtiyê lêkolîn dikirin hatine qetilkirin. Her wiha di raporê de hat gotin ku li Xezeyê 56 rojnamevanên hatine kuştin.

Di berdewama raporê de hat gotin ku 54 nûnerên medyayê dîlgirtî ne, 84 winda ne û ev tişt hate gotin: “Îsal ji 45 rojnamegeran hatin qetilkirin.  Ji wan 23 jê li herêmên pevçûnê û 17 jî di şerê Îsraîl-Hamasê de hatin qetilkirin.”

Sepanên Îran û Tirkiyeyê wek hev in

Di raporê de hat diyarkirin ku li Tirkiye û Îranê di nava salê de tim zexta girtin û berdanê heye û wiha pê de çû: “Di sala 2023’yan de li Tirkiyeyê rêya 43 rojnamegeran û li Îranê jî rêya 58 rojnamegeran bi hefsê ket. Ji 569 rojnamegeran 258’ê wan li Çîn (Tevî Hong Hongê) Myammar, Balerus û Vîetnamê tên ragirtin.”

Rojnamegerên kurd

Di berdewama raporê de hat diyarkirin ku rojnamevanên kurd ji bo desthilatê “hedefên taybet” in û hat destnîşankirin ku di sala 2023’yan de 43 rojnameger ketin girtîgehan, 7’ê wan ji 1’ê kanûnê ber bi îro ve hêj jî girtî ne, 4’ê wan “bi armanca tevdîrê” tên ragirtin. Rapor wiha dom kir: “Ev hejmar bi awayeke zelal nîşan dide ku girtin bi armanca bêzarkirinê tên kirin.” RSF’ê bi bîr xist ku ev pêvajo berdewama nîsana sala 2022’yan e ku di nîsana 2023’yan de 13 rojnamevanên kurd beriya  hilbijartina gulanê hatin girtin û piraniya wan piştî hilbijartinê hatin berdan.

Rewşa rojnamegerên jin

Li gorî raporê; li dinyayê ji 1’ê kanûnê ber bi îro ve 67 rojnamevanên jin di girtîgehan de ne û Çîn, Balerûs û Myanmar tevî wekî hejmara zilaman di hejmara jinan de jî li cîhanê di dora yekem de ne. Li Çînê ji 121 rojnamegerên girtî 14 jê jin in, li Balarûsê ji 39 rojnamevanên girtî 10 jê jin in. Hat gotin ku li Rojhilata Navîn ji bo rojnamegerên jin dewleta herî zêde zextan dide meşandin Îran e.

Di raporê de hat destnîşankirin ku li dinyayê ji 8 cezayên herî giran 6 jê li rojnamegerên jin hatine birîn û ev agahî  hatin parvekirin: “Ji Saî Zaw Thaike ya Myanmarê 20 sal, ji Xu Zhiyong a Çînê 14 sal, ji Niloofar Hamedî ya Îranê 13 sal, ji Maryna Zolatava û Lioudmila Tchekina ên Belarûsê 12 sal, ji Elaheh Mohammedî ya Îranê 12 sal, ji Floriane İrangabiye ya Burundî 10 sal û ji Valeriya Kastsiouhova ya Balerûsê re jî 10 sal ceza hat birîn. 31 rojnamevanên çalakiyên di 16’ê îlona 2022’yan ên ‘Jin, jiyan, azadî’ kirine nûçe, 5’ê wan hêj jî (tevî Niloofar Hamedi û Elaheh Mohammadi) girtî ne.”

Li cîhanê 54 rojnameger dîlgirtî ne

Di dawiya raporê de hat eşkerekirin ku li cîhanê 54 rojnamevan dîlgirtî ne û hat bibîrxistin ku ji 7 rojnamevanên hatine ravandin 2’yê wan hêj jî di destê rêxistinên ew revandî de ne. Rapor wiha bi dawî bû: “Saleck Ag jiddou û Moustapha Koné li Maliyê, nûçegihanê fransî Olivier Dubois piştî çend mehên berdanê, di 7’ê mijdarê de ji bakurê welat hatin revandin. Ji rojnamevanan 38’ê wan li Sûriyeyê, 9’ê wan li Iraqê, 4’ê wan li Yemenê, 1’ê wan li Meksikayê dîlgirtî ne.”