17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ruhê dîlana berxwedanê jîndar e

Hogir Berbir

Ev çalakiyên watedar ne tenê hêza govend û dîlanê, di heman demê de ruhê hevgirtin û berxwedana gel jî sembolîze dike û ev coş dibe tirs û dikeve nava dilê pergalê.

Ev çend roj in medya û qada civakî li ser govendkêşên bi awayekî xwezayî li ber perê behrê geriya bû behs û qalê digerîne. Dema ku dîmenên li qada medyaya dijîtal belav bû salên 1990’an tîne bîra mirovan. Di wan salan de ku di destpêka dawetek, serhildanek, meşek, li hev civan dikê de çend kes dihatin gel hev û bi hev re alav û amûrên mûzîkî ên lêxistinê betal dikirin, ku bi serkêşiya çend kesan govend digerandin.  Distiran û kesên di govendê de jî li dû serkêşê govendê bi qîr stran dûbare dikirin û direqisîn. Li Kurdistan û Tirkiyeyê di salên 1990’î de ji dawetan heta serhildanan, ji meşan heta civînan di gelek bûyeran de wiha govend û stran li pêş bûn. Pergalê nikaribû pêşiyê bigire; ji bo dawetan jî destûr stendin û li mala xwediyê dawetê ala nijadperestî daliqandin dikir hincet û bi ser wan de diçû.

Van dîmenan çawa govend û muzîka salên 1990’î vedibêje, wiha navgînên hêzdar ên siyaseta wan deman jî li ber çavan radixîne ku ji ruhê serhildana wê demê ne bêpar e.

Tevgerên bi vî rengî ne tenê li Kurdistanê, li tevahiya cîhanê weke berteka li dijî dagirker û kolonyalîstan hatine dîtin. Govend û dîlan formên bi hêz ên derbirînê têne hesibandin ku bi saya wan civak dikare dengê xwe bide bihîstin. Gelek caran tê dîtin ku govend dibe sembola lêgerîna azadiyê, nemaze di serdemên ku mafên çandî, siyasî, aborî têne tepisandin an zextên siyasî zêde dibin, xwe dide der.

Di van demên dawîn de pergalê ev ruhê wê demê xwest wenda bike ku tepisandinek jî hebû. Ji tûndbûnê bigirin heta çavtirsandinê, stran gotin û govend gerandin mîna “propagandaya rêxistinê” binav kirin û bi helwestek e wiha rê li ber civakê hate girtin. Êdî li ser navê “hizûra civakê” dawet û şahî ji taxan rakirin û berê wan dan “salonên dawetan” û ew rih pê re wenda kirin.

Bûyerek ku di sala 2014’an de dora 50 leşkerên kurd leşkerî ji tirkan dikirin, tên gel hev û bi stranên serhildanê yên mîna Oramar, Berxwedan Xweş Doze û ji van cihêtir dibêjin û govendê digerînin qewimî bû, hebû. Ev vîdeo hîn jî di qada medyayê de bi cih e. Li ser vê doz li wan 50 leşkeran tê vekirin û teşhir kirin.

Dema ku govenda leşkeran digeriya, berxwedana Oremarê, Zap, Avaşîn û her wekî din rû dabû, pergal têk çûbû û bûbû coş û moralek e mezin xwe di nava civakê de bi cih kiribû.

Îro, ev bûyera li Mêrsînê qewimî ye jî heman tişt e. Berxwedana başûr li hember dewleta kolonyal û hevkarê wê, îxaneta PDK’ê ku bi awayekî fedaiyane ji hêla zarên vî gelî ve têne meşandin, dibe coş û şahiyek û di nava gel de belav dibe.

Ev coş, şahî her wiha dibe tirs û dikeve nava dilê pergalê. Bi vî awayî pergalê lêpirsîn der heqê govendkêşên li ber perê behrê dane vekirin, wan girtine bin çavan, bi marşên nijatperestî didin e guhdar kirin û vîdeoyan li qada medyaya dijîtal belav dikin.

Ev ruh îro ku çawa şitil digire li hember tecrîda giran ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hember operasyonên qirkirinê ku civak tên cem hev, bi taybetî ruhê berxwedanê ji nû ve vedijînin. Bi govend û dîlanê dixwazin vê bêdengiyê bişikînin. Bi pêşengiya çend kesên wêrek, civat dê rîtmê serhildaneke xwezayî ji bo bigire û dest bi tevgerê bike, helwdanek heye. Govend ne tenê wekî şahî lê di heman demê de wekî peyameke civakî gereke bê bikar anîn û lê bê xwedî derketin. Ev çalakiyên watedar ne tenê hêza govend û dîlanê, di heman demê de ruhê hevgirtin û berxwedanê ya gel jî sembolîze dike û pêwîst e wiha mirov bigire dest.

Li hember vê helwesta mêtînger û kolonyal, helwestek e dij-kolonyal ya xwezayî ji bo van govendkêşanan ku li wan bê xwedî derketin, divê li her cih û qadan govend û dîlan bê li dar xistin û rûhê serhildanê wiha pêş ve bibe. Îro, govendkêşên ku li ber peraxê behrê govendê digirin, tê xuya kirin ku şopên paşerojê, helwesta tekoşîna li hember tecrîd, berxwedan û xiyanetê bi xwe ye. Vê helwesta wan platformên medyaya civakî dihêle ku çalakiyên bi vî rengî bi lez belav bibe û bala civakê bikişîne. Ev kiryara wan ne tenê wek şahî an xwenîşandana govendekê bê dîtin ku pergal wiha nabîne, di heman demê de vê berteka wan ku li her cihî belav bibe û bi heman helwestê li nava civakê wî rûhî jîndar bike û vejîne, wê peyaman wan bigihê cihê xwe.

Ev helwest ya dij-kolonyal ku li dijî dagirkerî û tecrîdê divê li her qadê bi şêweyên cuda derkeve holê. Bikaranîna şêweyên cûda, bi vî rengî bi govend û dîlanê ku wekî beşek girîng a lêgerîna guherîna civakê ye gerek e bê dîtin, ku hate dîtin gelek gûherînan dê bi xwe re bîne. Di encamê de, têgihîştina ruhê serhildanê ya 1990’an ku li kurdistan û tirkiyeyê, di çalakiyên wiha rengîn de bi govend û dîlanê li tevgerên civakî yên rabirdû û niha nêrînek e kûr dide avakirin. Ev kiryaran ne tenê ruhê serdemê nîşan dide, di heman demê de îlhamê dide rûhê çalakvanên îro ku rû bide.