2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûniştina F: Girtiyê nexweş ê giran Devrîm Ayik berdin

Şaxa ÎHD’a Stenbolê di çalakiya “Rûniştina F” de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Devrîm Ayik û bang kir ku were berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 583’yemîn çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte li dar dixin, li ber avahiya komeleya xwe pêk anî. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Tîpa H ya Eskîşehîrê tê ragirtin. Di çalakiya ku parazvanên mafên mirovan û xizmên girtiyên nexweş tev li bûn de pankartên “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” û “Bila girtiyê nexweş Devrîm Ayik bê berdan” hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” hatin berzkirin. Daxuyaniya vê hefteyê endama Komîsyonê Meryem Bars da.

Di 3 mehan de 13 mirin

Meryem Bars, diyar kir ku li gorî Rapora Binpêkirinên Mafan ên Girtîgehên Marmarayê ku wan amadekiribû di nava 3 mehên ewil ên salê de 13 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û bal kişand ku serlêdanên wan ên ji bo mirinên li girtîgehan bên rawestandin li Wezareta Dadê dane jî bê encam mane. Bars, anî ziman ku ji ber vê yekê mirinên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û wiha got: “Nexweşê penceşêra mîdeyî Behçet Kaplan ê 31 salî ku 9 sal bûn girtî bû, tevî ku nexweşiya wî her ku diçû giran dibû û di çar salên dawî de nekarî tiştekê bixwe jî nehate berdan û di 16’ê gulanê de li Girtîgeha Tîpa T a Exlatê jiyana xwe ji dest da. Kamîl Tûranlioglû yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Xarpêtê dihate ragirtin jî ji ber krîza dil di 16’ê gulanê de, girtiyê nexweşê giran Abdulhalîm Kirtay ê 75 salî ku li ber mirinê bû piştî 30 salan hate berdan, piştî 51 rojan di 12’ê gulanê de jiyana xwe ji dest dan.

Rewşa Ayik giran dibe

Bars, bi bîr xist ku Ayik bi nexweşiya Crohn ku cureyekî nexweşiyeke rûviyan e ketiye û ji ber çavên wî baş nabînin ji sedî 76 rapora wî ya astengdariyê heye û destnîşan kir ku Ayik tevî hemû nexweşiyên xwe jî nayê berdan. Bars, diyar kir ku rewşa Ayik di şertên girtîgehê de her ku diçe giran dibe û qala rewşa wî ya li girtîgehê kir.

Kurê min nayê dermankirin

Bars, anî ziman ku dayika Ayik, Hulya Ayikê ya serî li komîsyona wan daye, aniye ziman ku lawê wê bi awayekî neheq û bêhiqûqî hatiye girtin û serlêdana wê wiha ragihand: “Devrîm demekî dirêje bi awayekî neheq li girtîgehê tê ragirtin. Dosyaya wî bi tena serê xwe bi nakokiyan tijî ye. Sûcên ku wî pê sûcdar dikin sûcên ku dema Devrîm di girtîgehê de bû hatine kirine. Bûyerên di sala 2016’an de qewimîne avêtine ser Devrîm. Lê kurê min ji sala 2015’an ve girtî ye. Kurê min niha pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dijî. Tevî ku nêzî mehek û nîv 2 meh in derziyên wî xelasbûne jî ji ber lêgerîna nava devî nabin şandeyê. Rêveberiya girtîgehê gotinên ‘heke tu bixwazî biçî dê biçî, dê van pêkanînan qebûl bikî û biçî. Heke tu neçî jî tu dizanî dê bê derman bimînî’ lê ferz dike û ji ber vê yekê nayê dermankirin.”

Bars, bang kir ku ji ber nexweşiyên wî yên giran divê Ayik demildest bê berdan û rayedar vexwendin peywîrê.