14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya: Kî berpirsê krîza aborî ya cîhanê ye?

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova bersiva tewanbarî û gotinên Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock da. Zakharova bersiv da tewanbariyên ku Rûsyayê berpirsa sereke ya krîza aborî û buhabûna xurekan e û wiha got: “Buhabûna xurekan ji ber ambargoyên ku welatên Rojava li ser Rûsyayê ferz kirine, derketine holê. Wan welatan di bin zextê Amerîkayê de bi komî ambargo li dijî Rûsyayê pêk anîne, kes nikare van rastiyan veşêre.”

Zakharova di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: ”Heke em bi rengekî berfirehtir li meselê binêrin, ketina dewleta Ukraynayê jî di encama karê hevbeş ên wan welatên Rojava û DYA’yê de ye. Bapîrên birêz Baerbock ne tenê destwerdana Ukraynayê kiribûn lê heta bi siyaseta wê ya derve û hundir jî bi destê xwe ava kiribûn”

Hêjayî gotinê ye ku di 14 meha gulanê de Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock dabû xuyakirin ku dibe krîzeke mezin a xurekan derkeve holê ji ber rewşa Ukraynayê û bi xwe re birçîbûnê bîne hemû cîhanê.”

Baerbock ev axaftina di civîneke çapemeniyê de kiribû, civîna ku di 14 gulanê de li Almanyayê bi tevlêbûna dîplomatên DYA, Îtalya, Kanada, Fransa û Japonyayê pêk hatibû.