27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rusya, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê sibê li hev dicivin

Sibê civîna Wezîrên Parastinê yên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê wê li Moskovayê were li darxistin.

Wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar ji ajansa Sputnîkê ya Rusyayê re ragihand ku çaverê ye civîna Wezîrên Parastinê yên Sûriye, Rûsya, Tirkiye û Îranê wê sibe li Moskovayê were lidarxistin.

Li gorî Sputnîkê, Akar gotiye: “Çaverê ye ku civîna wezîrên parastinê û serokên îstixbaratê yên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê sibê li Moskovê bin.”

Balyozê Rûsyayê yê li Şamê Alexander Yovîmov jî ragihandibû ku civîna çaralî ku çaverê bû 8`ê Nîsanê bihata lidarxistin, heta destpêka gulanê hate paşxistin.

Her wiha Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd destnîşan kiribû ku pêkanîna lihevkirina di navbera hikumeta Şamê û Enqereyê de, dê li ser hesabê gelê Sûriyeyê be.

Çiya Kurd ji rojnameya Şerq El Ewsat re wiha axivîbû: “Ev civîn, tenê ji bo xerckirina demê ye. Xwespartina faktora demê, şertekî binkeftî ye.”