28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya zeîf dibe Esad diheje

Rûsyayê bi tevgera dagirkirina Ukraynayê re bi destê xwe bîra xwe koland. Êdî bixwaze jî nikare bi hêsanî ji vê bîrê derkeve. Pûtîn bi vê hewldana dagirkeriyê xetayên gelek stratejîk kirin. Bêguman niha encamên van xetayan dijî. Tevgera dagirkeriyê 70 roj li pişt xwe hişt. Dema em li pêşketinên heta niha binêrin bêguman ji bo Rûsyayê di asta têkçûnê de ne. Her kes li bendê bû ku Rûsiya di nav hefteyekê de Kîevê bigire, Hikûmeta Zelenksy biguherîne û hikûmeteke alîgirê xwe bîne ser kar. Lê wisa nebû, di hefteya yekemîn de Rûsyayê di gelek aliyan de şer winda kir. Niha tenê lingê leşkerî maye. Ew jî ji bo Rûsyayê baş naçe.
Vî şerî bandoreke mezin li ser prestîj û hêza pêdankirinê ya Rûsyayê kir. Di serê mitefîkên wê de fikar çibûn. Berovajî vê yekê hêviyên dijberên wê jî zêde bûn. Hişmendiya, “Piştî SSCB’yê Rûsya cardin vegeriya qadê” gelek derî li pêşiya Moskovayê vedikir. Netew dewletên qels berê xwe ji DYA’yê vedigerandin Rûsyayê. Vê yekê hêzek aborî, siyasî û dîplomatîk dida Rûsyayê. Lê Pûtîn hişmendiya di 20 salên dawiyê de avakirî, li Ukraynayê torikan. Ji niha pê ve qasî tengijîna wê ya li Ukraynayê kûr bibe, dê deriyên hatine vekirin bi lez bên girtin û ev yek dê Rûsyayê bihêztir bike.

Qasî rewşa Pûtîn li Ukraynayê xirab dibe, ev yek bandora xwe li ser deverên din ên Rûsyayê lê heyiye jî dike. Ji van deveran yek jî bêguman Sûriye ye. Rûsya aboriyeke mezin li vir mezaxt û razemeniyên demdirêj ên mezin li vir kirin. Beşek giran a siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn, Rojhilatê Derya Spî û Afrîqayê li vir saz kir. Lê vê hefteya dawî di çapemeniya cihûyan de nûçeyên balkêş derketin. Di nûçeyan de angaşta vekişiyana Rûsiyayê ya ji Sûriyeyê hate nîqaşkirin. Ev angaşt li ser hind daneyên şênber tê ristin. Hind ji van daneyan bi guman bin jî, rastiyên dixuyîn jî hene.

Ev demek e çeteyên girêdayî Tirkiyeyê li eniya Helebê êrîşan dikin û behsa operasyoneke li hemberî Helebê dikin. Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê S. Soylu du roj berî niha bêsedem çû Îdlibê û bi çeteyan re dîmen dan. Berê balefirên Rûsyayê di tacîzek biçûk a çeteyan de jî, bombebaran dikir. Lê van demên dawî ligel êrîşan jî bêbertek dimîne. Êrîşên Îsraîlê yên li ser hêzên Îranê yên li Sûriyeyê zêde bûn. Esad bi awayekî lez û bez çû serdana Îranê. Van pêşketinan nîqaşên, “Rûsya ji Suriyeyê vedikişe” bi xwe re anîn.

Baş e rastî çi ye? Rûsya aboriyeke mezin li Sûriyeyê xerc kir. Razemeniyên mezin kirin û hesabên mezin li ser vira kirin. Ku ji vir vekişe, ev bûyer dê tenê bi vir sînor nemîne. Li hemû deverên Rûsya lê dê hêzên din heman tiştî bixwazin. Ji bo wê vekişiyana Rûsya ji Sûriyeyê ne pêkan e. Lê rastiya vê jî heye. Rûsya li Ukraynayê kete di bîrek teng de. Planek wê ya derketinê jî tune ye. Ambargoyên li ser hatine ferzkirin aboriya wê felç kir. Qasî şer dirêj dibe, alozî û pirsgirêkên hundirîn zêde dibin. Ku agirbestek çê nebe, Pûtîn neçar e ku hêza xwe û bala xwe bide Ukraynayê. Ev yek jî tê wateya dê dosyayên ji derve îhmal bike. Bi tevahî pêkan nebe jî nikare wekî berê piştgirî bide. Wisa xuyaye ku rewş dê ber bi vê yekê ve biçe.

Mijarên, “Gelo Esad ji Îranê zêdetir piştgirî xwest?” û “Îran dê bikaribe piştgiriya pêwist bide?” jî girîng in. Esad ji rewşa heyî ditirs e. Ku Rûsya qels bibe yan jî li Ukraynayê têk biçe dê Sûriye cardin vegere berî 2014’an. Ji bo wê bi îhtîmalek mezin ji Îranê zêdetir piştgirî û alîkariyê xwest. Baş e, Îran dê zêdetir alîkarî bide? Ku hebe bêguman dê bide. Lê rastiyên Îranê jî li ber çavan e. Di nav qeyranek siyasî û aborî de ye. Derfetên wê heta cihekê hene û ji xwe ji destpêka şerê Sûriyeyê heta niha tişta ji destî tê dike. Di vî alî de lîmîtên xwe tejî kirine. Ji xwe bi Îsraîlê re di nav şerekî de ye û her roj darbeyan dixwe. Zêdetir piştgiriya Îranê tê wateya zêdetir êrîşên hewayî yên Îsraîlê.

Diyar e ku qasî li şerê li Ukraynayê dirêj bibe dê bandor li Sûriyeyê bike. Esad jî dê bi tirs û xof parsektiyê alîkariyê bike. Qasî pirsgirêka Sûriyeyê çareser nebe jî ev rewş dê bidome. Li Sûriyeyê di çar salên dawiyê de derfetên çareserkirina pirsgirêkan derketibûn holê. Lê Esad û rejîma Baasê zêde baweriya xwe bi RÛsyayê anîn û hemû derfetên çareseriyê red kirin. Hemû bangawaziyên Rêveberiya Xweser ji nedîtî ve hatin û xwestin vegerin dîktatoriya berî 2011’an. Lê riya çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê ancax bi Rêveberiya Xweser û gelên Sûriyeyê re pêkan e. Heta ev pêk neyê jî tirs û xofa Esad naqede. Ev derfet hêj bi temamî ji holê ranebûye.
Li aliyê din ji bo gelê kurd jî pêvajoyek gelek xeternak dixuyê. Êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê bi tevlêbûn û piştgiriya PDK’ê berdewam dikin. Plana wan a li ser Şengalê niha vala hate derxistin. Li Zap û Metîna jî darbeyên giran dixwin. Îhtîmal heye ku Tirkiye qasî darbeyan bixwe, dê bi hevkariya PDK û malbata Barzanî êrîşî Rojava bike. Bi vî awayî dê hewl bide pêşiya têkçûna xwe bigire. Lê derfetên mezin jî li pêşiya kurdan hene. Rejîma tirk bi her awayî têk diçe. Ku piştgiriya şerê çekdarî bê kirin, gel nerazîbûna xwe li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê nîşan bide, dê deriyên nû li pêşiya gelê kurd vebin.
Ev derî dê hem li Bakur derfetên nû bîne, hem li Rojava pêşiya nasîna statuyê veke, hem li Rojhilat riyên çareseriyê pêş bixe û hem jî pozîsyona gelê kurd a li Herêma Fedaral xurt bike. Ji bo wê têkoşîna vê demê bedela gelek têkoşînan e. Bi hêviya gelê kurd zêdetir li berxwe bide û planên tevkujiya gelê kurd heta hatayê çal bike.