4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsyayê li 4 herêmên Ukraynayê referandûmekê çêdike

Rûsyayê dabû xuyakirin ku ew dê referandûmekê li 4 herêmên rojhilatê Ukraynayê çêbike da ku wan herêman tevli Rûsyayê bike. Uktaynayê nerazîbûna xwe li hember vê yekê nîşan da û got ku ev tiştê ku Moskovayê dixwaze bike (Anşilos e).

Gelo dê çarenûsa Ukraynayê jî wek ya Awusturyayê be

Di dema Almanyaya Nazî de di 12 adara 1938’an de Almanya, bi peymaneke bi navê Anşilos Awusturyayê bi xwe ve girêdabû.

Li gorî medyaya Rûsyayê dê di navbera 23-27’ê meha îlonê de referandûmek li 4 herêmên Ukraynayê pêk werin da ku tev li Rûsyayê werin kirin.

Li 4 herêmên rojhilat û başûrê Ukraynayê ku Donetsk û Lûhansk jî di nav de ne, ji bo tev li Rûsyayê bibin dê referandûmek bê organîzekirin.

Ev şerê referandûmê wekî bersivekê ji Rûsyayê ye li dijberî pêşketina hêzên Ukraynayê li bakurê rojhilatê welat, ku artêşa Ukraynayê bi êrîşeke dijber beriya 2 hefteyan gelek navçeyên xwe ji destê artêşa Rûsyayê derxistibûn.

Der barê refrandûmê de parlamentoya Rûsyayê dibêje; Tu astengî li pêşiya Rûsyayê tune ne ku vê refrandûmê bike. Wezareta Karên Derve jî dibêje; Gelê Donbasê dê biryara xwe bi xwe bide.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rûsyayê bi vê gavê dixwaze ku hincetekî wê yê qanûnî ji bo parastina van herêman çêbibe û piştî ku wan herêman tev li axa Rûsyayê bike dê her êrîşeke Ukraynayê ya ser wê axê bibe wekî êrîşkirina axa Rûsyayê.