4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Salih Muslim: Tirkiye dikeve qonaxeke tarî

Salih Muslim destnîşan kir ku faşîzma AKP/MHP’ê bi rêbazên qirêj û tifaqa li gel mafya, Hîzbûlahê di hilbijartinan de serkeftî xuya kiriye lê ji hundir ve hildiweşe û wê bikeve qonaxeke tarî.

Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim der barê encamên hilbijartinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û tifaqa AKP/MHP/Hîzbûllah de ji nûçegihanê ANHA`yê Cîhan Bîlgîn re axivî.

Salih Muslim hilbijartin weke “Hilbijartineke bêadalet” penase kir û got: “Di her alî de êrişên dewletê li dijî gelê kurd çêbûn. Bi vê hilbijartinê deshilatdariyê dixwest kurdan tune bike, ji hole rabike. Dixwest êrîşên 8 salên dawî yê li Kurdistanê bigihîne encamê lê wekî wan dixwest çênebû.”

Muslim bal dikişand ku kurd di hilbijartinan de bi ser ketine û ev nêrîna xwe wiha rave kir: “Li dijî hemû êriş, zext û sextekariyan Partiya Çepêk Kesk 61 parlamenter şandin meclîsê. Ji van parlamenteran 31 jin  in û ev bi xwe serkeftineke mezin e. Xwe parastin û di meclîsê de bûn partiya sêyemîn. Di demên pêş de wê ev serkeftinên gelê kurd ji bo tevahiya jinan û hêzên azadîxwaz ên li Tirkiyeyê bibin sedema lixwevegerandinê. Kurdan ispat kiriye ku dikarin xwe biparêzin û pêşengiya têkoşîna demokrasiyê bikin.”

`Diviyabû gelê Tirkiyeyê rabûya ser piyan`

Hevserokê PYD`ê Salih Muslim destnîşan kir ku divê gelên Tirkiyeyê ji bo jiyaneke hevbeş û demokratîk xwe ji nexweşiya şovenîzmê xilas bikin û wiha dom kir: “Me digot belkî Tirkiye ber bi demokrasiyê ve biçe û hebûna kurdan qebûl bike. Lê di hilbijartinan de jî xûya bû ku şovenîzm bûye parçeyek ji laşê wan. Herî kêm diviyabû gelê tirk li hemberî tiştên li Tirkiyê di aliyê siyasî, civakî, aborî de çêdibin rabibûya ser piyan.”

`Dewlet kete destê mafya, hîzbûllah û çeteyan`

Muslim, destnîşan kir ku tifaqa AKP/MHP ya bi Hîzbûllahê re wê li ser gelê kurd xeteriyên mezin çêbike, lewma divê gelê kurd baldar be. Muslim anî ziman ku dewleta tirk bi temamî ketiye destê mafya, Hîzbûllah, çeteyan û wiha dewam kir: “Li aliyekî hêzên demokrasîxwaz û gelê kurd li aliyê din çeteyên gemar heye. Li Rojavayê Kurdistanê DAIŞ bi ser me de şandin. Li Bakur jî Hîzbûllahê dikin belaya serê gelê kurd. Hûda-Par, baronên madeyên hişbir û mafya xwe li derdora Erdogan kom kir û hiştin desthildarî bidome. Wê Tirkiye têkeve qonaxeke tarî û kes nizane wê bi ku ve biçe. Ji ber ku dewlet ketiye destê mafya, çete, Hîzbûllah.”

Afganîstana nû’

“Li Rojava divê em hesabê xwe bikin ku Afganîstan bûye cîranê me” bi van gotinan Salih Muslim Tirkiye weke Afganîstanê nîşan da û wiha behsa xeteriyan kir: “Siyaseta AKP/MHP ya li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê xûya bû, wê vê siyaseta xwe dewam bike. Ji destê wan were wê hîn êriş bikin. Xeteriya vê desthiladariyê li ser Rojhilata Navîn giştî jî heye. Wê çeteyên di deste xwe de bi hêz bikin û li ser wan siyasetê bimeşînin. Lê dewleta tirk ji hundir ve hildiweşe. Di aliyê aborî, siyasî û dîplomasî de îflas kiriye. Hêzên navnetewî wê ji êrişên wan re nebin alîkar. Kes tine ye ku li kelêka siyaseta Erdogan bisekine. Lê divê em tedbîrên xwe bigirin, em ne li bendê ne ku kesek were parastina me bike. Gelê me erkeke dîrokî û pêşengtiyê li Rojhilata Navîn girtiye ser xwe û wê bidomîne.”