3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sancar: Em ê rexne bikin û bidin, berpirsiyariya xwe bê kêmanî bi cih bînin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê diyar kir ku xetên riya sêyemîn ên siyasî hene û got: “Em li vir in, diaxivin, em ê rexne bikin, xwe rexne bikin. Em ê berpirsiyariyan bê kêmanî bî nin cih û li riya xwe dewam bikin.”

Hevberdevkên bajaran ên Partiya Çepên Kesk û hevserokên bajaran ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Giştî ya Partiya Çepên Kesk civiyan. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di destpêka civînê de axivî.

‘Em ê encamên pêwîst jê derxin’

Sancar bi silavkirina hevberdevk û hevserokên bajaran dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Civînên me yên nirxandinê yên têkildarî hilbijartinan û encamên wê dewam dikin. Me serdemeke dijwar li pey xwe hişt. Em li ser hemû astan nîqaşan didomînin da ku em vê serdemê bi hemû aliyên wê ve binirxînin û nîqaş bikin û encamên pêwîst jê derxin. Civînên gel jî dê bidomin û em ê bi konferansê û piştre jî pêvajoya kongreyê bi dawî bikin. Em ê di pêvajoya konferans û kongreyê de pêwîstiyên encamên ku me ji van nîqaşan derxistiye pêk bînin. Me bi awayekî vekirî da xuyakirin ku me encamên ku ji civîn û daxuyaniyên xwe û ji hilbijartinan hêvî dikir, bi dest nexistin. Armancên me hebûn, me nekarî bigihêjin van armancan. Di vî warî de gelek mijarên ku divê werin pirsîn hene. Ji bo nirxandineke bisilametî sernavkirina hemî pîvanên vê pêvajoyê hewce ne. Beriya her tiştî divê mirov vê yekê ji bîr neke ku hilbijartin di rewşeke neheq, newekhev û zordar de hat kirin. Nirxandineke weke ku pêvajoyeke asayî ya hilbijartinê derbas bûye nikare me bigihîne encamên rast.”

‘Hewcehî heye ku em xwe nû bikin’

Sancar diyar kir ku îktidarê di hilbijartinê de hemû rê û rêbaz xistin dewreyê û wiha domand: “Tifaqa AKP-MHP’ê derfetên dewletê seferber kirin, her cure astengî li pêşiya me danî, propagandaya xwe ya reşkirinê û hêza çapemeniyê heta dawiyê bi kar anî, operasyonan dewam kir. Hewl dan bi her awayî rê li ber hevalên me yên li qadê dixebitin asteng bikin. Jixwe me dizanibû û em li bendê bûn ku wê rejîm operasyonên bi her awayî bike. Pêwîst e mirov ji bîr neke ku encamên hilbijartinan di bin bandora van zextan de ma. Lê belê negihiştina me ya armancên xwe tenê bi wan ve nayê girêdan, dema ku em hewl didin vê pêvajoyê tenê li ser faktorên derve rave bikin, dibe ku kêmasiyên me yên di pêkanîna erkên dema pêş de zêdetir bibin. Bi kurtasî dema ku em di vê pêvajoyê de dipirsin, em ji dil kêmasî û xeletiyên xwe nîqaş dikin. Ji ber ku ev rejîma bêdad û zordar bi hemû leza xwe bi kiryarên xwe dewam dike û li benda pêşengên têkoşînê ye. Heke ku em ê rola têkoşîn û pêşengiyê bigirin ser xwe, helbet divê em bibînin ku pêwîstiya me bi nûkirina me heye.”

Zarokên kurd kuştin

Sancar, Erdem Aşkanê 5 salî ku li Colemêrgê di encama çawîşê pispor A.K.M. bi wesayîta zirxî lê da û jiyana xwe ji dest da, bi bîr xist û wiha got: “Li Geverê Erdem Aşkan, di bin wesayîta çawişekî pispor de ma. Çawîş hat binçavkirin lê hat berdan. Ji ber ku zarok li bajarên kurdan bi wesayîtên zirxî tên perçiqandin, diyar dike ku polîtîkaya bêcezakirinê û nêzîkatiya ewlekariyê ya di siyaseta kurd de wê bi hemû aliyên xwe bidome.”

‘Em ê têkoşînê bidomînin’

Sancar bal kişand ser hişyariyên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nasepîne û got: “Hevalên me li zindanan bi awayên neheq û bêhiqûqî rehîn tên girtin. Hişyariyan li ber çavan nagirin û piştguh dikin. Ev hemû nîşanî me didin ku têkoşîneke bêhempa li pêşiya me ye. Em neçar in hîn bi rêxistinkirî û biryardarî têkoşîna xwe bidomînin.”

Sancar di berdewam axaftina xwe de wiha got:

“Tabloyeke din a ku ji encamên hilbijartinan derketiye holê ev e ku herî kêm nîvê civakê ji ya em difikirin zêdetir nîşan dide ku daxwazên veguherîna demokratîk zindî û xurt in. Em ê bi erka ku em vê daxwaza veguherîna demokratîk û edaletê hilgirin ser milê xwe. Em bi rola pêşengiya vê yekê re rû bi rû ne. Em neça in ku pêşengiya têkoşîna bidawîanîna kedxwariyê û xizaniyê bikin.

Em ê bi kêmasiyên xwe re rû bi rû bin

Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a demokratîk civak li benda pêşengiya me ye. Têkoşîna ku em ê welat demokratîk bikin li hêviya me ye. Divê em hemû kêmasiyên xwe û xeletiyên xwe deynin ser maseyê, nîqaş bikin û di pêvajoyeke rexne û xwerexnekirinê re derbas bibin. Heke em van nekin em ê di heyama pêş de, di bin vî barî de bimînin. Em xwedî wê îradeyê û hişmendiyê ne. Çimkî tecrubeyên me hene. Em neçar in bi awayekî jidil pêvajoya rexne, xwerexnekirinê û nîqaşan bi rê ve bibin. Nîqaş mirovan zindî dikin, rexne û xwerexnekirin jî hêz dide me. Ji bo em van bikin çi ji destê me tê em dikin. Veguherandina civakî girêdayî bi têkiliya me û gel ve heye. Heke em wisa bikin em ê bikaribin ji bin vî barî derkevin. Em dikarin bi hemû hêzên ku demokrasî û edaletê dixwazin re hevdîtin bikin û xefikên li pêşiya xwe rakin.

Beriya ku welat nû bibe divê em xwe nû bikin

Pêdiviya me bi nûkirinê heye. Heke em bixwazin vî welatî nû bikin, pêşî em ê xwe nû bibin. Ji bo ku ev welat ber bi azadî û demokrasiyê ve biçe em ê di qadên rêxistinî, siyasî û civakî de pêvajoya nûbûnê bimeşînin. Em dizanin ku em dikarin vê yekê bikin. Azmûna me ya ku vê yekê bike heye. Hemû nîqaşên ku me di van 15 rojên borî de kirin, ji me re bûn îlhameke mezin. Di vê mijarê de baweriya me bi hêztir dibe. Tevî kêmasî û zehmetiyan rêxistina me bi bawerî û îradeya xwe xurt e. Belê kêmasiyên me hebûn, kêmasiyên me yên fizîkî, di şêwazê siyasetê de, di pêvajoya hilbijartinê de yên xeletî hebûn. Lê bawerî û îradeya me ya avakirina siberojê bi têkoşîna nûkirinê li vir e. Em hemû bi hev re li vir in û em ê bi hev re biguherînin. Em ê bi hev re riya veguherîna demokratîk, riya edaletê, riya komara kemokratîk ava bikin. Em ê hemû pêvajoya rexne û xwerexnekirinê bê dudilî li pêş bixin. Bi vî awayî em ê nîşanî tevahiya Tirkiyeyê bidin ku em di siyaseta Tirkiyeyê de riya sêyemîn temsîl dikin.”