28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sancar: Pirsgirêk bi muzakereyan çareser dibe

Hevserokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir divê li dijî şer helwesteke hevpar hebe û hemû pirsgirêkên ku tên jiyîn çareseriya wê di muzakereyan de ye.

Hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, di Civîna Koma Meclisê ya partiya xwe de mijarên di rojevê de nirxand. Rêxistinên elewiyan ên ku beriya civîna Lijneya Giştî têkildarî pêşnûmeqanûnê li Meclisê meş li dar xistin jî di civînê de amade bûn.

Sancar, di serî de ji bo malbatên kesên duh li navçeya Dûtax a Agiriyê di qezayê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û wiha got: “Xwedê rehma xwe li kesên di qezaya li Dûtaxê de jiyana xwe ji dest dane bike, ji bo malbatên wan sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazim. Mirov nikare hinek karesatan tenê weke qeza qebûl bike. Mînaka me li Dêrikê jiyayî, yek ji mînakên vê yên zindî ye. Ev karesat, encama terkexemiyê ya desthilatdariyê ye.”

Desthilatdar li ser bingeha talanê hatiye avakirin

Di berdewamiya axaftina xwe de Sancar, bal kişand ser rojeva siyasetê ya welêt û wiha domand: “Pirsgirêkên civak û welêt roj bi roj girantir dibin û siyaset jî welêt û jiyana civakî dixitimîne. Armanca sereke ya saziya siyasetê ew e ku ji bo pirsgirêkên siyasî û civakî çareseriyên mayînde pêş bixe. Heke ji vê armanca xwe derkeve, dê êdî nekare bibe saziya diyarkirina qedera gel û veguhere amûra rant û rûxandinê. Mixabin ku di halê hazir de rewşa em tê de ev e. Em bi feraseteke desthilatdariyê ya ku ji pirsgirêka kurd heta pirsgirêkên demokrasî, edalet, aborî û talankirina xwezayê red dike û roj bi roj kûrtir dike re rû bi rû ne. Ev desthilatdarî li ser bingeha derew, talan û xwînê hatiye avakirin. Ya ku civakê ber bi karesatan ve dibe jî ev siyasete ye. Partiyên muxalîf jî ji vê rewşê gelek dûr nînin. Xwedî wê cisaretê nînin ku ji bo pirsgirêkên heyî çareseriyên mayînde peyda bikin. Girîngiya polîtîkayên çareseriyê ya siyaseta demokratîk a HDP’ê jî tam di vê rewşê de xwe nîşan dide û dibe navnîşana hêviyê.  Yên ku li dijî desthilatdariya ku sazûmankirina faşîzmê da ye ber xwe, otorîteriyê weke rêbaza rêvebirinê bi kar tîne û kedxwarî jî li bingeha siyaseta aboriyê bi cih kiriye, yên herî jidil têdikoşin em in. Ev welêt neçar nîne ku bi vê ferasetê bijî û xwedî wê hêzê ye ku wan biguherîne. Derfetên hêzên demokrasiyê hene ku pergaleke nû ya adilane ava bike. Ev yek jî bi wê pêkane ku kedkar, karker, bindest, kurd, elewî û hwd. bibin yek û têkoşîneke hevpar bidin.”

Pirsgirêk bi muzakereyan çareser dibin 

Sancar, destnîşan kir ku divê mijara pirsgirêka kurd de dev ji polîtîkayên şer û rêbazên mîlîtarîst bên berdan û wiha got: “Ji bo nixûmandina kedxwarî û mêtingeriyê, serî li polîtîkaya şer û neçareseriyê didin. Hewl didin berê kedkaran bidin hev û bidin şerkirin. Em neçarin ku li dijî van polîtîkayên şer û neçareseriyê helwesta xwe nîşan bidin. Ew helwest jî rêya hemwelatîtiya wekhev û edaletê ye ku ber bi Komara Demokratîk ve diçe. Em guftûgo û muzakerayan ji bo hemû pirsgirêkan weke rêya çareseriyê dibînin. Divê têkoşîna civakî û muzakereyên siyasî bi hev re bên kirin. Ji pirsgirêka kurd heta ya elewî û jinan, armanca me ew e ku ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan em têkoşîna civakî mezintir bikin û muzakereyên siyasî xurtir bikin.”

33 rojnameger hatine girtin

 Der barê girtina rojnamgeran de jî Sancar, ev tişt anî ziman: “Di nava 20 salên desthilatdariya AKP’ê de 859 rojnameger hatin girtin. Di nava pênc mehên dawî di çarçoveya lêpirsînên ji hêla serdozgeriyên komarê yên Amed û Enqereyê de 33 rojnameger hatin binçavkirin û ji wan 33 jê hatin girtin. Li hêla din jî tundiya li dijî jinan, binpêkirin û tecrîda li girtîgehan didome. Texrîbata ku vê desthilatdariyê rê li ber vekiriye pir mezin e. Lê bila kesek ji ber van qewimînan xwe bêhêvî neke ji ber ku em xwedî wê hêzê ne ku vê desthilatdariyê biguherînin.

Pirsgirêka elewiyan

Sancar, bal kişand ser pirsgirêka elewiyan û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li hêla din jî desthilatdarî hewl dide pirsgirêka elewiyan weke pirsgirêka ceyran, av û hwd. nîşan bide. Lê komeqanûnên we nikarin daxwazên elewiyan bi cih bînin. Daxwaza wan a sereke hemwelatîtiya wekhev e. Her wiha dixwazin ku cemxane weke perestgeh bên qebûlkirin û di makeqanûnê de bê mayîndekirin. Em hemû bedelan didin ber çav û têkoşîna li dijî vê desthilatdariyê û berxwedana li dijî hewldana wê ya avakirina rejîmê didomînin.”

Dê MYK bersivê bide

Li ser hevdîtina ku şandeyeke ji AKP’ê ku partiya wan re kiribû Sancar, destnîşan kir ku ji ber vê hevdîtinê qiyamet rakirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şandeyeke AKP’ê ya bi serokatiya wezîrê dadê hat serdana partiya me û ji ber vê jî qiyamet rabû. Piştî vê serdanê jî spekulasyon û senaryo hatin çêkirin. Armanca serdanê diyar e. Ew jî guherandina makeqanûnê ya têkildarî ‘sererastkirina laçikê’ bû. Bi daxwaza piştgiriyê hatibûn. Çûbûn serdana partiyên din jî. Me jî rêgezên xwe yên sereke dubare kirin û jê re got ku dê teklîfê bibin lijneyên pêwîst. Dê MYK’a me sibe bicive û bersiva şênber bi raya giştî re parve bike. Bila AKP êdî biryarekê bide. Gelo kî rêveberiya wan û kabîneya wan temsîl dike? Wezîrê dadê yan yê karên hundir? AKP daxwaza hevdîtinê dike û bi serokatiya wezîrê dadê şandeyekê dişîne, rojek piştre jî wezîrê karên hundir heqaretan dike û gefan dixwe. Êrişên xwe yên li dijî me dijwartir dike. Hûn jî biryarê bidin, serokê hikûmetê Soylu ye yan hûn in? Heke Soylu be wê demê hûn çima vê şandeyê ji me re dişînin? Em qala wezîrekî karê hundir ê wisa dikin ku navê wî di nava her îftîra, heqaret, kompas û karên qirêjî de derbas dibe. Heke nûnerê we ev kes be, wê demê ew şande nûnertiya kê dike?

 ‘Em dizanin kî di nava çi hesaban de ne’

Sancar, diyar kir hinek kes hewl didin êrîşê partiya wan bike û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ên ku têkoşîna herî mezin li dijî vê rejîmê dide, HDP ye. Me ji bo xwe weke astengî dibînin lewma operasyona 4’ê Mijdarê kir, dest bi doza kûmpasê ya Kobanê kir. Em baş nirxê muzakerayan a di siyasetê de dizanin. Yên ku ev hevdîtin weke hevkarî pênasekirin hene. Me tu carî di siyaseta xwe de tawîz nedane û nadin jî. Yên ku hevkariyê bi desthilatdariyê re dikin ew kes in ku di pirsgirêka kurd de xwedî zîhniyeta înkarker in û piştgiriyê didin polîtîkayên şer û milîtarîzmê. Yên ku ji tezkereyê re dibêjin erê hûn in. Gelo hûn dê di hilbijartinê de çi bikin? Gelo hûn di siyasetê de rol û mîsyoneke çawa ji bo HDP’ê dibînin? Me stratejiya xwe ya hilbijartinê ragihandibû. Gelo hûn di hilbijartinê de ji me çi dixwazin? Wer in ji me re bibêjin. Bi vekirî biaxivin. Rêgez û armancên me diyar in. Dema em rêya xwe diyar dikin jî rêbazên demokratîk û piranîparêz bi kar tînin. Em ji xwe bawerin û em dizanin kî di nava çi hesaban de ne.”