17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya DEM Partiyê çû serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê

Şandeya jinan a TJA, DEM Partî û HDP’ê li başûrê Kurdistanê çûn serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê.

Şandeya jinan a parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Ayşe Acar Başaran û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de ne, hevdîtinên xwe yên li başûrê Kurdistanê didomînin.

Şande îro çû serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê ya li Silêmaniyeyê.

‘Jin heman pirsgirêkan dijîn’

Endama Yekitiya Jinên Kurdistanê Seywan Rûstem têkildarî serdanê axivî û da zanîn ku rewşa jinan a li her çar parçeyên Kurdistanê nîqaş kirine. Rûstem, wiha domand: “Me bal kişand ser çareseriyên ji bo pirsgirêkên jinan. Em dizanin ku pirsgirêkên jinên kurd ên li her çar parçeyan heman in. Lewma em hewl didin têkiliyên xwe xurt bikin û pirsgirêkan bi hev re çareser bikin.”

Parlamenter Gulcan Kaçmaz jî da zanîn ku di hevdîtinê qala azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û erişên li dijî Başûr kirine. Kaçmaz, bi domdarî got ku danûstandinên jinan nêrînên hev guhdarî kirine.