7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Hiqûqnasên Navneteweyî serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir

Şandeya Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ji ber tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 36 meh in tu agahî jê nayên girtin hatiye Tirkiyeyê, çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 36 meh in tu agahî jê nayên girtin. Delegasyona Hiûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku ji ber tecrîd û rewşa agahînegirtina ji Abdullah Ocalan hatiye Tirkiyeyê, piştî serdanên xwe yên li Amedê derbasî Stenbolê bû û serdanên xwe didomîne.

Şandeya navneteweyî ji ewil çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzertiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dike. Şande ji hêla parêzerên buroyê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklî ve hate pêşwazîkirin.

Rojeva şandeyê Îmrali ye

Serdan bi hevnaskirinê dest pê kir û piştre jî derheqê xebatên buroyê de agahî hatin dayîn. Endamên şandeyê dan zanîn ku bi sala ye ji bo pirsgirêka kurd dixebitin, têkildarî tecrîda girankirî xwestin bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin û serlêdan kirine lê ev serlêdan hatiye redkirin. Endamên şandeyê serlêdana îltîcaya siyasî ya Rêberê PKK’ê dema li Îtalyayê kiribû bi bîr xistin û diyar kirin ku têkildarî tecrîda li Îmraliyê gelek hewldanên wan çêbûne.

‘Ev 3 sal in “incommunicado”  di dewrê de ye’

Piştre jî ji parêzeran Cengîz Yureklî têkildarî tecrîda mutleq a li Îmraliyê û rewşa “incommunicado” anku rewşa agahînegirtinê agahî dan şandeyê. Yureklî, wiha domand: “Girtîgeha Îmraliyê piştî revandina birêz Ocalan hate avakirin. Ev girtîgeh, ji bo şexsê birêz Ocalan taybet hata avakirin û 25 sal li pey xwe hişt. Niha li gel birêz Ocalan, sê miwekîlên me yên din jî li wir tên ragirtin. Pergala Îmraliyê ji roja hatiye avakirin heta niha roj bi roj girantir dibe. Raporên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên têkildarî vê mijarê hene û CPT’yê jî 9 rapor amade kirine. Rewşa heyî ji bo me gelek giran e. Ev bû 3 sal em tu agahiyan ji wir nagirin. Lewma hatine we û pêşniyarên we gelek bi qedr û qîmet e. Tirkiye bi peymanan re dikeve ber hiqûqa Ewropayê. Lê belê niha tekane welate ku bi hiqûqê nake. Ewropa jî li dijî tecrîda li Îmraliyê li li gorî hiqûqê tevnagere. Di nava 3 salan de tenê serdanekî malbat û parêzeran çênebûye. Her wiha name, telefon û hwd. jî tên astengkirin. Em nizanin bê ka nameyên em dişînin digihijin wan an na. Em nizanin ka miwekîlên me di nava çi şert û mercan de tên ragirtin. Li gorî Qaîdeyên Mandela divê hevdîtin bên kirin lê ev 3 sal in ne parêzer ne jî malbat nikarin hevdîtinê bikin û incommunicado di meriyetê de ye.”

Parêzeran piştre jî rapora xwe ya têkildarî Îmraliyê amade kirine dan şandeyê.

Serdan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Şande dê piştre jî biçe serdana Dayikên Şemiyê, HDK û şaxên ÎHD û TÎHV’ê yên Stenbolê.